Kooperatîfa Jinan a Rawestayê ku di bin pêşengiya Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) de hat damezirandin, xebatên xwe berdewam dike. Di kooperatîfê de jinên ku xizmên wan di girtîgehê de ne dixebitin û bi keda xwe beşdarî hilberînê dibin. Dahata ku ji vir tê bi dest xistin, dê bibe piştgirî ji bo malbatên girtiyan û girtîgehan. Kooperatîf armanc dike ku di pêvajoya pêş de hilberîna xwe zêdetir bike, xwe bigihîne zêdetir malbatan û piştgiriyê bide girtiyên ji Rojava û Rojhilat ku xizmên wan li vir nîn in. Kooperatîf bi şîara “Em tama ked, ekolojî û piştgiriyê dizanin” kar dike û dixwaze vê xebatê li hemû bajaran belav bike.
FIKIR DI SERDANA MALBATAN DE DERKET HOLÊ!
Kooperatîf, li hemberî xizaniya aborî ya jinên ku xizmên wan di girtîgehê de ne, li ser bingeha keda kolektîf û piştgiriyê hat avakirin. Hevseroka Komeleyê Yeter Erel Tuma, derbarê derketina fikrê kooperatîfê û pêvajoya hilberînê de agahî dan. Tuma diyar kir ku fikrê kooperatîfbûnê di dema serdanên malbatan de derketiye holê û got: “Jinên ku di xwedîkirina xizmên xwe yên girtî de zehmetî dikişandin, nikarin biçin hevdîtinan û bi xizaniyeke giran re rû bi rû bûn; hewcehiya wan bi hatina ba hev û hilberîna hevpar hebû. Ev hewcehî bû bingeha vê xebatê.” Tuma vê pêvajoyê wekî “xebateke ku li ser bingeha keda kolektîf û piştgiriyê hatiye pêşxistin” pênase kir.
‘ME XWEST MODELEKE KU PÊKHATEYEKE KOMUNAL ESAS DIGRE AVA BIKIN’
Tuma bal kişand ku xizanî yek ji pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî ye û destnîşan kir ku bi taybetî jinên li Kurdistanê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bi awayekî sîstematîk tên xizankirin. Tuma got: “Êdî avakirina pêkhateyeke ku jin tê de xwe birêxistin bikin û bi keda xwe ji vê xizaniyê derkevin, bûbû mecbûrî. Me dikaribû em vê wekî şîrketek an karsaziyek din ava bikin, lê em dizanin ku kooperatîfbûn di pêşketina herêmî de amûra herî girîng e. Me xwest em modeleke ku piştgiriyê mezin dike û bingeha wê komunal e ava bikin.”
‘JIN HEM DIXEBITIN HEM JÎ PIŞTGIRIYÊ ZÊDETIR DIKIN’
Tuma diyar kir ku îro di bin banê kooperatîfê de xwarinên komî tên amadekirin; ji bo dawet, şîn, xwaringeh, xwaringehên gel, perwerde û kongreyan xwarin tê çêkirin. Tuma da zanîn ku bi dahata tê bidestxistin hemû lêçûnên kooperatîfê tên pêşwazîkirin û wiha domand: “Em bi taybetî balê dikişînin ser piştgiriyê. Hemû jinên ku di kooperatîfê de ked didin, xizmên girtiyan in û endamên komeleya me ne. Jin li vir xwe birêxistin dikin û armanc dikin ku ji aliyê aborî ve bihêz bibin. Ev jî ji hewcehiya piştgiriya girtiyan û çûyîna hevdîtinan tê.”
‘KOMUNEKE PIŞTGIRIYÊ TÊ AVA KIRIN’
Tuma destnîşan kir ku armanceke din a girîng a kooperatîfê heye û got: “Dahata ku li vir tê bidestxistin piştî lêçûnan, ji bo girtiyên ji Rojava û Rojhilat ku malbatên wan li vir nîn in, dibe komuneke piştgiriyê.”
‘EM DIXWAZIN BI HÊZA XWE YA CEWHERÎ PIŞTGIRIYÊ MEZIN BIKIN’
Asli Çelebî ku xizmek girtiyan e û di kooperatîfê de dixebite, diyar kir ku beşdarbûna di vê xebatê de ku jin û malbat li ser lingên xwe radiwestin, hêviyeke mezin daye wê. Çelebi got ku ew bêyî ku minetê ji kesî re bikin hildiberînin û wiha got: “Me ev kooperatîf bi ruh û fikrê komunê ava kir. Em li vir ji bo mezinkirina hilberîn û xebatan çi ji destê me tê dikin.
Em dixwazin bi van xebatan xwe bigihînin zêdetir malbatan. Em dixwazin bêyî mineta kesî, li ser lingên xwe bisekinin. Îro em nikarin xwe bigihînin hemû girtîgehan, lê bi vê kooperatîfê em dixwazin piştgiriyê bidin wan cihên ku em hîn negihîştinê. Em armanc dikin ku vê yekê bi hêza xwe bikin. Em ê hêdî hêdî qada hilberînê berfireh bikin. Em dixwazin bi malbatên girtiyan re li vir hem hilberînê hem jî piştgiriyê mezin bikin. Niha em 7 jin li vir dixebitin, lê bi hilberîna xwe em dixwazin xwe bigihînin hemû jinan.”

