Serokatiya Fermandariya Giştî ya Koreya Başûr ragihand ku Pyongyang ji şeva Şemiyê ve, balonên bi çopan dagirtî dişîne û ji sihara Yekşemê ve nêzî 600 balon li hewayê bûn. Ev balon, paytext Seûl û herêma Gyeonggî ya cîran jî di nav de, li eyaletên bakur ên Koreya Başûr ketin xwarê.
Balon bi îzmarîtên cigarê, plastîk û çopên din dagirtî bûn. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Koreya Başûr diyar kir ku ji roja Sêşemê ve 900 balon hatine avêtin û bi taybetî jî şeva Şemiyê hejmara zêde ya balonan tespît kirine.
Rêveberiya Seûl’ê ev yek şermezar kir û hişyarî kir ku eger Pyongyang van provokasyonan nede sekinandin, wê tedbîr bên girtin. Koreya Başûr destnîşan kir ku ev nêzîkatiya Koreya Bakur, li dijî peymana agirbestê ya di sala 1953’yan de hatî îmzekirin e.
Serokatiya Fermandariya Giştî diyar kir ku madeyên bi xeter di nava balonan de nînin, lê divê gel dest nedin van çopan. Tê payîn ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Koreya Başûr roja Yekşemê têkildarî vê yekê bicive.
Koreya Bakur diyar kir ku ev balon weke bersiva li dijî broşurên propagandayên ku ji Koreya Başûr hatine şandin e. Aktîvîstên li Koreya Başûr bi pere, birinc û USB’yan re rêzefilmên Koreya Başûr ji Koreya Bakur re dişînin. Tevî ku nakokiyên di navbera her du welatan de ji sala 2018’an ve nermbûne, di van demên dawî de dîsa zêde dibin.
Çavkaniyên Rojava û Koreya Başûr diyar dikin ku kampanya balonan parçeyek ji testa Kîm Jong Ûn e ku beriya şandin çekan a ji bo Rûsyayê ya ji bo şerê li Ûkraynayê tê kirin. Li gorî Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr, Pyongyang nêzî 10.000 konteyner çek şandine Rûsyayê.