Pêncşem, 23 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parêzer Dîler: Girtîgehên bi tîpa bîrê weke amûrek ji bo tepisandinê têne bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Ji bo aştiyê firsendeke dîrokî heye, divê çareserî bi zemîna qanûnî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş: Em ê beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê, vesazkirinê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saratovê bîranîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di destê wan de dar û nobetê digirin: Em ê siberoja xwe biparêzin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Korkmaz: Heta ku paradîgmaya piştî Lozanê ava bû neyê guhertin, demokratîkbûn pêk nayê
Rojane

Korkmaz: Heta ku paradîgmaya piştî Lozanê ava bû neyê guhertin, demokratîkbûn pêk nayê

Toros Korkmaz ragihand ku feraseta netewe-dewletê ya yekperest a ku piştî Lozanê ava bû li pêşiya demokratîkbûnê astengiya bingehîn e û got, di serî de meseleya Kurd hemû pirsgirêkên bingehîn bi pergaleke destûra bingehîn a pirrengî dikarin çareser bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Krîzên ku li Rojhilata Navîn giran bûn, statukoya netewe-dewletê ya yekperest careke din kir mijara nîqaşê ku beriya 103 salan bi Peymana Lozanê ava bû. Vê peymanê Kurd bê statu hişt, bi çar parçeyan parçe kir û polîtîkayên asîmîlasyonê ferz kir. Dr. Toros Korkmaz encamên dîrokî û rojane yên Peymana Lozanê ji ANF’ê re nirxand.

Korkmaz qala pêvajoya dîrokî ya Peymana Lozanê kir û got, “Beriya niha bi 103 salan, di 24’ê Tîrmeha 1923’an de kadroyên Kemalîz ên damezrînerên Komarê ku weke dewama Îttîhat û Terakkî dihatin pênasekirin, bi dewletên herî xurt ên emperyalîst ên wê demê di serî de Îngilistan û Fransa bi 8 dewletan re deh mehan bazarî kirin û di encamê de jî li bajarê Lozan ê Swîsreyê Peymana Lozanê îmze kirin.

Bi vê peymanê re ji bilî bajarê Hatayê ku sala 1939’an tevlî xaka welêt hate kirin, sînorên niha yên dewleta Tirkiyeyê hate xêzkirin. Peymana Sewrê betal bû ku soza dewlet, herî kêm xweseriya siyasî dabû Ermenan û Kurdan. Lê belê ji vê jî wêdetir paradîgmayeke siyasî derkete holê ku Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn girt nava xwe û bandora xwe heta vê demê jî dewam dike.”

Korkmaz bi bîr xist ku Komara piştî Lozanê ava bû feraseta Îslam a Sûnî û nasnameya Tirk veguherand referansa damezrîner a dewletê, xeteke bi vî rengî ya îdeolojîk meşand û got, “Ev paradîgmaya ku di destnîşankirina çarçoveya wê de dewletên empyeralîst ên xurt ên wê demê tê de xwedî pareke girîng bû, bi dîtina min xwedî sê taybetmendiyên bingehîn e.

Ji van a destpêkê ew e ku serweriya mutleq a neteweya li welêt serdest e, weke şêweyê rêxistinbûna siyasî modela netewe dewletê ava bike Komara Tirkiyeyê ku sê meh piştî Peymana Lozanê ava bû, di pratîkê de bû ewleteke Tirk; piştî wê jî li Sûriye û Iraqê netewe dewletên Ereb ava bûn.

Ya duyemîn jî; sûcên qirkirinê, sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê yên di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî wê hatin kirin ji nedîtî ve bên û rêveberên ku ev sûc kirin neyên cezakirin û weke jiyana xwe di asta rêveberên elît de dewam bikin.

Ya sêyemîn jî pêşîvekirina li koça bi zorê ya gelên mezin ji ser xaka xwe ya bi hezaran salan.”

‘LOZANÊ SÎSTEMEKE WELÊ AVA KIR KU KURD BÊ STATU HIŞT’

Têkildarî bêstatuhiştina Kurdan jî Korkmaz got, “Destpêkê, Peymana Lozanê avakirina Komara Tirkiyeyê li ser bingeha Tirkbûnê bi fermî piştrast kir. Hemû saziyên dewletê, perwerde, polîtîkayên çandê, xizmetên olî û zimanê medyayê li ser esasê Tirkîtiyê hatin avakirin. Vê yekê jî di pratîkê de kir ku Kurd ku li Tirkiyeyê piştî Tirkan duyemîn gelê herî mezin e ji aliyê siyasî ve bêstatu bê hiştin. Di heman demê de bû sedem ku cografya Kurdistanê ya dîrokî di nava çar dewletan de bê parvekirin.

Kurd ku nekarîn mafê pêşvebirina çand û zimanê xwe bi dest bixin ku ji mafên herî bingehîn ên mirovan e, hem bûn neteweya herî mezin a cîhanê ya bê dewlet hem jî li polîtîkayên giran ên asîmîmlasyonê yên bi rêk û pêk ên dewleta Tirk rast hatin.

Yek ji sedemên bingehîn ên rabûna raperînên Kurd ên piştî avabûna Komarê û tepisandina wan a bi rengekî giran, mirina bi deh hezaran mirovî ew bû ku bêstatuya siyasî ya Kurdan li Lozanê hate destnîşankirin.”

MESELEYA KURD Û LÊPIRSÎNA LI PARADÎGMAYA PIŞTÎ LOZANÊ

Toros Korkmaz diyar kir ku paradîgmaya siyasî ya ku bi Peymana Lozanê re ava bû veguherîn avaniyeke neteweperest û şoven a li dijî pirrengiyê, ku xwe dispart feraseta yek ziman, yek milet û yek baweriyê ku hêmanên esasî yên rejîma siyasî ya Komara Tirkiyeyê ne. Toros Korkmaz ev nirxandin kir:

“Pogromên xeyrî muslim, komkujiyên li hemberî Kurd û Elewiyan, kuştinên siyasî û herî dawî jî têkoşîna çekdarî ya navbera dewleta Tirk û PKK’ê ku zêdeyî çil salan dewam kir û bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, ji encamên neyînî yên sereke yên vê paradîgmayê ne. Aştiya civakî ji dema avabûna komarê û vir ve nekariye bê pêkanîn.

Li Ewropayê yên ku herî zêde piştgirî dan Peymana Lozanê Partiya Nazî ya li Elmanyayê û rejîma Mûssolînî ya li Îtalyayê bû, ku ev yek tesadufî nîne. Rejîmên nijadperest, şoven, neteweperest, antîdemokratîk û otorîter piştî Lozanê di salên 1920 û 1930’î de hem li Ewropayê hem jî li Rojhilata Navîn piştgirî dan hev.

Her wiha eşkere ye ku piştî 103 salên di ser re derbas bûn, aktorê herî girîng ê siyasî yê ku kare paradîgmaya bi Peymana Lozanê re ava bû biguherîne, tevgera Kurd a demokratîk e ku salên dawî rêxistinî û hişmendiya xwe ya siyasî xurt bûye. Kurd li nava mercên siyasî yên cuda yên çar welatên lê dimînin; li Iraqê statuyeke xweser a berfireh bi dest xistine, li Sûriyeyê heta astekê xweserî ava kirine, li Îran û Tirkiyeyê jî daxwaza statuyê dikin.

Wezîfeya bingehîn a siyasetmedarên demokrat, sosyalîst, çep û pêşverû yên li Tirkiyeyê ew e ku polîtîkayên demokratîk biafirînin ku paradîgmaya netewe dewletê ya yekperest a bi Peymana Lozanê re ava bû ji holê rakin û bi tegera Kurd, hemû beşên civakî yên ji bo demokratîkbûn, pirrengî û welatîbûna wekhev têdikoşin re zemîneke siyasî ya hevpar ava bikin.”

Toros Korkmaz anî ziman ku di vê serdemê de ku hevsengiyên siyasî li Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin, dewamiya paradîgmayeke beriya sed salî hate avakirin hîn bêhtir dibe mijara nîqaşê û got, “Daxwaza statuya siyasî ya wekhev a gelên herêmê bi taybetî jî ıya Kurdan, lêgerînên demokrasiya xwecihî û modelên rêveberiya pirrengî hîn bêhtir têne dîtin û şênber dibin. Rêveberiya Xweser a Rojava mînaka herî balkêş a vê yekê ye.

Ji ber vê jî wezîfeya bingehîn a dema pêş a siyaseta pêşverû ya demokratîk ew e ku feraseta netewe dewletê ya yekperest ji holê rakin, wekheviya bawerî, ziman û gelan ji xwe re bike esas, rêveberiya xwecihî xurt bike, modeleke siyasî ya demokratîk a nû ya piştî Lozanê ava bike ku mafên mirovan ên gerdûnî ji xwe re dike esas û bi vê armancê têbikoşe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Dîler: Girtîgehên bi tîpa bîrê weke amûrek ji bo tepisandinê têne bikaranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

Daîreya Karên Jinê ya Îranê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rêjeya tundiya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Şamê li Siwêdayê sivîlek qetilkirin û 5 sivîl birîndar kirin

Di êrîşa hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ku êrîşên xwe yên li dijî Durziyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê: Heta encam bigire em ê bidomînin

Li gelek navendan Nobetên Edaletê berdewam dike. Di çalakiyan de peyama, “Ev çalakî rêwîtiyeke serkeftinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Parêzer Dîler: Girtîgehên bi tîpa bîrê weke amûrek ji bo tepisandinê têne bikaranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurkçu: Ji bo aştiyê firsendeke dîrokî heye, divê çareserî bi zemîna qanûnî bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?