În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û partiyên sosyalîst ji bo piştevaniyê serdana ESP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê jinek hat qetilkirin: Qetilkirina jinan ne takakesî ye, pergalî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Jiyana ku yên din ji bo me xêz kirine, ne jiyana me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kuçukbalaban: Divê dewlet gavên şênber biavêje!
Rojane

Kuçukbalaban: Divê dewlet gavên şênber biavêje!

Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku li pêşberî gavên Rêber Apo û PKK'ê, dewletê gavên cihê baweriyê neavêtiye û got, "Operasyonên li ser Başûrê Kurdistanê divê bêne bidawîkirin, mafê hêviyê bi cih bê anîn."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban ji ANF’ê re axivî û nerazîbûn nîşanî desthilatdariyê da ku li gel pêvajoyê jî gaveke şênber neavêtiye.

Kuçukbalaban pêvajo bi sernavan nirxand û bi bîr xist ku Paketa Darazê ya 10’emîn a ku bû sedema gelek nerazîbûnan, bersiv neda ti bendewariyan. Huseyîn Kuçukbalaban got, ev paketa ku girtiyên nexweş û siyasî negirt nava xwe, pêşî li pîvana wekheviyê ya di înfazê de girt.

Hevserokê ÎHD’ê bi bîr xist ku nêzî 4 hezar girtiyên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn hene ku dema ceza temam kirine û divê bêne berdan. Kuçukbalaban got, ji van 800 kes divê tavilê bêne berdan, lê belê bi biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê nayên berdan.

Kuçukbalaban got, “Rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl ji destpêka vê pêvajoyê ve destnîşan kirin ku divê karek bê kirin, lê belê li gel vê yekê jî desthilatdarî xwe nade ber gavavêtinê. Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kir, hêvî û bendewarî ew bû ku ji bo pêşketina demokrasiyê, azadiya îfadeyê ya civakê, azadiya çapemeniyê û mafên Kurdan hin gav bêne avêtin. Lê belê em dibînin ku heta niha di vê mijarê de ajandayeke desthilatdariyê nîne.”

DEWLET OPERASYONÊN LEŞKERÎ JÎ DEWAM DIKE

Kuçukbalaban bi bîr xist ku PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn li hev kom kir, biryara bêçekbûnê da, lê belê dewletê li gel ku gav neavêtiye operasyonên li Başûrê Kurdistanê dewam kiriye û got, “Ev yek ji nakokiyê jî wêdetir e. Bêguman pêvajo hem di nava gelê Kurd hem jî li nava gelê Tirk dibe sedema fikarên cidî. Em dibînin ku ji bo bidawîkirina van fikaran hin gav ji aliyê PKK’ê ve hatin avêtin, lê belê dewlet ji bo bidawîkirina vê bêbaweriyê gavekê neavêje.”

Hevserokê ÎHD’ê destnîşan kir ku girîng e ev pêvajo tenê ji însafa dewletê re neyê hiştin û got, “Mixabin li Tirkiyeyê li gel şerê 40 salan jî tevgereke aştiyê ya xurt ava nebû.” Kuçukbalaban destnîşan kir ku divê êdî tevgereke aştiyê ya civakî destpê bike.

‘MAFÊ HÊVIYÊ’ NE TENÊ MESELEYEKE HIQÛQÎ YE

Kuçukbalaban destnîşan kir ku di demeke welê de ku li Rojhilata Navîn hevsengî bi lez têne guhertin divê delwet gavên şênber biavêje, operasyonên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê bi dawî bike, ‘Mafê Hêviyê’ bixe meriyetê, girtiyên nexweş berde. Hevserokê ÎHD’ê diyar kir ku ‘Mafê Hêviyê’ ji xwe berpirsyariya navneteweyî ya dewletê bi xwe ye, ev yek ne tenê hiqûqî ye, her wiha meseleyeke mirovî, wijdanî, exlaqî û siyasî û got, “Hûn dixwazin meseleya Kurd a 40 salan çareser bikin, lê belê yek ji aktorên bingehîn Abdullah Ocalan 26 sal in di nava tecrîdê de dihêlin. Bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtin bi malbata xwe re kir, lê belê hîn jî destûr nayê dayin ku parêzer biçin Îmraliyê. Mînak, li Efrîkaya Başûr Nelson Mandela 27 salan girtî ma û li wê derê dema pêvajoya diyalogê destpê kir, ew xistin ragirtina li malê. Îro Wezîrê Edaletê radibe dikare bibêje ‘Mafê Hêviyê’ di rojeva wan de nîne. Halbûkî Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku Tirkiye jî endam e, hikum da ku divê Tirkiye sererastkirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê tavilê pêk bîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Kuçukbalaban diyar kir ku divê Pakêta Darazê ya 11’emîn bê amadekirin ku ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê girtiyên siyasî û nexweş jî bixe nava xwe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kalkan: Aştî bi du baskan pêk tê
Nûçeya Pişt re Salek derbas bû: Ne birîn hatin pêçandin ne jî edalet bi cih hat!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK: Çarşema Sor pîroz be

Konseya Rêveber a KNK'ê cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) a civaka Êzidî pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şehbayê encamên hilbijartinan diyar bûn

Kongra Star û PYD encamên hilbijartinên ku duh hatine li darxistin, îro bi daxuyaniyekê eşkere…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Ger komîsyon were, ez ê pêvajoya muzakereya demokratîk bidim destpêkirin

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Rêber Apo di serdana Îmraliyê ya îro de gotiye ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?