Nasrullah Kuran diyar kir ku naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê jiyana wî bi temamî guhertiye. Kuran bal kişand ser wê yekê ku tiştê herî zêde bandor lê kiriye ew e ku di nav refên gerîla de dersa yekem ji kesekî gundî girtiye ku beriya tevli Tevgera Azadiyê bibe xwendinê nizanibe bûye.
Kuran destnîşan kir ku di naskirina kesayetiya xwe û rastiya gelê Kurd de analîzên Rêber Apo bandorek pir mezin lê kiriye û diyar kir ku wekî şoreşgerekî, tevî her tiştê ku di her qonaxa têkoşînê de qewimiye, baweriya xwe tu carî winda nekiriye.
Nasrullah Kuran ku 32 salên dawî yên temenê xwe di zindanan de derbas kiriye û demekê li Îmraliyê li cem Rêber Apo maye, beşa duyemîn a hevpeyvîna ku me pê re kiriye wiha ye:
‘EZ XAV BÛM, DI NAV TEVGERA AZADIYÊ DE PIJIYAM’
Tevgera Azadiyê di jiyana we de çi guhert?
Ez dikarim bibêjim ku ‘Ma çi neguherand ku?’ Pêvajoya tevlibûna têkoşînê û di nav çanda têkoşînê de hînbûn, pêvajoyeke dijwar û biêş e. Naskirina Tevgera Azadiyê di temenê zarokatiyê de avantajeke girîng bû; lê ji aliyê din ve ez di nav pergala heyî de ji dayik bibûm û min çanda wê girtibû. Dema ez tevli gerîla bûm, wekî kesayet ez pir xav bûm, wekî raman jî pir seresere bûm. Hisên min ên çepgiriyê xurt bûn, lê hişmendiya min a Kurdewariyê qels bû. Hîn hişmendiyeke rastîn a “xwebûnê” ava nebibû. Ez ne di wê pozîsyonê de bûm ku xwe nas bikim, aliyên xwe yên xurt û qels bibînim. Ji ber ku ez ji malbateke kedkar dihatim û min di temenê biçûk de berpirsiyarî girtibû, di mijarên ked û peywirê de pirsgirêkên min tune bûn. Ez çalak bûm; lê dema dor dihat ser dagirtina hundirê kar, ez qels dimam. Bi îfadeyeke kurt; ez xav bûm, di nav Tevgera Azadiyê de pijiyam. Ji ber ku çalakiya gihîştinê hemû temen digire nav xwe û di çarçoveya diyalektîkê de berdewamiyê dixwaze, nîşandana “ez ketim ser riya pijandinê” wê pênaseyeke saxlemtir be.
Carekê, di Tevgera Azadiyê de kurbûneke ruhî, hestî û ramanî ya cûda heye ku cewher û şêwe dayê têkoşînê. Felsefeyek, îdeolojiyek û hewldaneke pratîkbûnê heye ku mirov, hezkirina mirov û nirxkirina mirov di navenda xwe de digire; jiyanê bi hemû dewlemendiya wê, bi aliyê wê yê saf û sade hildigire, xwerêvebirinê dipejirîne û ji çanda mutewazî û fedakariyê tê xwedîkirin. Dema hûn bi vê re rûbirû dibin, hûn çi qas paşverû, xweperest û ferdperest bin jî, piştî demekê hûn dest bi lêpirsîna xwe dikin.
Min perwerdeya xwe ya bingehîn a yekem di gerîla de girt. Hevalê ku ders dida me gundî bû; xwendin û nivîsandinê di gerîla de hîn bibû û tenê di kampa zivistanê ya çar mehan de perwerdeya îdeolojîk, polîtîk û leşkerî dîtibû. Piraniya koma me ya perwerdeyê ji hevalên ku ji zanîngehê hatibûn pêk dihat. Tevî vê yekê, bi serdestiya xwe ya li ser mijaran û vegotina xwe ya pergalî, em hemû di nav matmayînê de hiştibûn.
Dîsa hevalekî Mele hebû ku ji çanda medreseyê dihat. Min kesekî din nedît ku mijara diyalektîkê ewqas xweş û bi mînakên ji jiyanê vebêje. Me xwe wekî kesên ku di derdorên zanîngehê de xebat meşandine, beşdarî nîqaş û civînan bûne didît; lewma me di her mijarê de mafê axaftinê di xwe de didît. Baş tê bîra min ku dersa xwe ya yekem min ji van hevalan girt, şerma xwe ya yekem li hemberî van hevalan jiya û lêpirsîna xwe ya yekem li vir da destpêkirin.
Dersa xwe ya duyemîn, piştî demekê di derbasbûna Başûrê Kurdistanê de, li herêma Sinehtê min ji Şehîd Şiyar (Kazim Kulu) girt. Heval Şiyar ji bo hevalên ku dê beşdarî pêvajoya Kongreya 4’emîn bibin, dê derbasî Eyala Mêrdînê bibûya. Dema hîn bû ku em ji pratîka welat tên û me beriya çend mehan tevlibûn kiriye, hat bi me re sohbet kir; çavdêrî û ramanên me pirsî.
Dema dor hat min, min her tiştê ku ji pirtûkên li ser gerîlatiyê yên li ser bingeha ezmûna Che û Amerîkayê Latîn hîn bibûm, rêz kir; min ew pratîkên li Besta û Cûdî ku bi van re nakok bûn wek mînak dan û vegotin. Helbet manzumeyek ji gilî û gazinan û zimanê wê derketibû holê. Hevalê Şiyar heta dawiyê guhdarî kir. Dema gotina min qediya, wî li ser rastiya gelê Kurd; cîhana wî ya ku ji cewherê xwe dûr ketiye û refleksên wê yên li ser Gerîlayê Arteşa Gel, nirxandineke berfireh kir.
Piştî wê li min vegeriya û got ku çavdêriyên min di cih de ne lê min rast wate nedayê; koka vê jî di biyanîbûna min a li hemberî rastiya gelê Kurd de ye û ez dikarim di nav pratîkê de bi demê re vê fêm bikim û kêmasiya xwe çareser bikim. Bi rastî jî, gava min di nav pratîkê de bi pirsgirêkên ku perçebûna civakî afirandine re rûbirû bûm û pê re têkoşiyam, dema min jiberkurinên xwe danî aliyekî û min dest bi fêmkirina rastiyê kir, min dît ku ez di riya çareseriyê de pêş dikevim. Di eslê xwe de, ez perçeyek ji wê rastiyê û bi xwe ew rastî bûm. Her ku min ew fêm dikir, min xwe nas dikir û min xwe digihand hişmendiyê.
‘EZ RASTIYA GELÊ KURD JI DAHÛRANDINÊN RÊBER APO HÎN BÛM’
Di naskirin û têgihîştina rastiya gelê Kurd bi riya xwe, û naskirina xwe bi riya rastiya gelê Kurd de, çavkaniya min a herî mezin dahûrandinên Rêber Apo bûn. Di şertên gerîla de, nirxandinên ku pirsgirêkên şer û têkoşînê analîz dikirin ji bo min pir balkêş bûn. Tevî atmosfera pratîkê ya piralî û dijwar, min teqez ji bo xwendina dahûrandinan ji xwe re dem diafirand.
Ez dikarim bibêjim ku min derfeta herî mezin a di vê mijarê de -her çend wekî nakokî xuya bike jî- di zindanê de dît. Min berê jî diyar kiribû; hem pirtûkên dahûrandinan û hem jî kasetên wan ên dîmenî bi rêkûpêk dihatin zindana ku ez lê bûm. Di vê naverokê de pirtûkxaneyeke me ya mezin ava bibû.
Heta salên 2000-2004’an, me hem perwerdeya xwe ya komî û hem jî hûrbûnên xwe yên kesayetî li ser bingeha dahûrandinan çêdikir; me mijarên xwe yên lêkolîn û lêgerînê jî di vê çarçoveyê de diyar dikirin. Ev rewş, ne tenê di nêzîkatiya pirsgirêkên îdeolojîk-polîtîk, şer û têkoşînê de bû sedema serwerbûn û zanabûneke mezin; her wiha ziman û şêwazekê jî derxist holê.
Helwesta naskirin û watedarkirina xwe, civaka xwe û di heman astê de dijminê xwe pêş ket. Bi dahûrandina kesayetiyê re, her yek ji me xwe ji nû ve afirand. Bêguman, li ser zemîna egoyên pûç ku bi şêwaza perwerde û gihandina modernîteya kapîtalîst têne barkirin, ev pêvajoyeke pir dijwar û biêş e. Ji bo kesên ku çanda burjuva hezim kirine, ev pêvajoyeke birîndarker e û di aliyê rexnedayînê de tê wateya ‘guneh derxistinê.’ Heke hûn ji neynika xweperestî û xweacibandinê li cîhanê binerin, teqez wisa ye. Lê heke hûn bibêjin ‘mirov bi mirov re mirov e’; yanî heke hûn bawer bikin ku hûn hebûneke civakî ne û girêdayî diyalektîka jiyanê ne, hûn ê bi hêza avaker a dahûrandinan jî bawer bikin.
Her analîza ku bi wêneya ‘xwe nas bike’ destpê dike, berî her tiştî fêrî mirov dike ku li xwe binere û ruhê xwe perwerde bike. Kesê ku ne xwedî zanîna ruhê xwe be, gelo dikare kesekî din bi rengekî rast nas bike û bi azadî bang li wî bike?
Ji bo naskirina jiyana heyî derkevin kolanan. Hûn ê rastî gelek mirovan werin ku ne tenê çavkaniya êş û şahiyan fêm nakin, nikarin navekî lê bikin jî. Asayîbûn û kembûna wateyê, bûye nexweşiya herî bingehîn a serdemê. Bi girseya mirovan a wisa hûn dikarin her tiştî bikin; lê tenê hûn nikarin demokrasî û sosyalizmê ava bikin, hûn nikarin li ser navê wan nirxan biafirînin. Li cihê ku mirov bênirx dibe, jiyan bi xwe jî ji nirxbûnê derdikeve.
‘LI GORÎ TERCÎHA XWE HÛN XWE AVA DIKIN Û KESAYETÎ QEZENÇ DIKIN’
Nexwe, di koka bênirxbûnê de çi heye?
Dûrketina ji hebûneke exlaqî û polîtîk û ji bo armancê dûrketina ji hebûneke heye. Mirovê ku ji hebûna armancê derdikeve, dibe amûr. Pergala kapîtalîst û dûvê wê netew-dewlet, di her alî de mekanîzmayên amûrkirina mirov in. Ji vir armanc dikin ku avahiya resen û xweser a civakê bihêrin û bikin yek-tîp; ji wê, hebûnên biyolojîk ên ku girêdayîbûna madî di ser her tiştî re digirin, hilberînin. Analîza kesayetiyê, wê xeyala ku Marx wekî ‘gula xeyalî’ ya li ser zincîrên me bi nav dikir, eşkere dike û dihêle ku em wan zincîran bişkênin û biavêjin.
Ev yek, wek pênaseya wê gotina Înka ye ku dibêje: ‘Guhdar bike, nexwe wê zimanê te, wê te ker bike. Rûbirû bibe, nexwe wê dilê te, wê te dîl bigire. Fêm bike, nexwe wê mêjiyê te, wê te dîn bike.’ Guhdarkirin, rûbirûbûn û fêmkirin, çalakiyên sereke ne ku şoreşgerekî/ê azad dikin. Tevgera Azadiyê di nav vê yekparebûnê de jiyaneke ku lêgerîna heqîqetê pênase dike, pêşkêşî we dike. Gelo hûn ê li qirax û kêleka wê jiyanê bin an di navenda wê de? Tercîh ya we ye. Li gorî tercîha xwe hûn xwe ava dikin, kesayet û karakter qezenc dikin.
Ev jî, wekî ku Rêbertî destnîşan kiriye, bêguman kesayetiya eşq û daxwazê û vîna wê ya tûjkirî dixwaze. Ez bawer dikim di pirtûkeke Marquez de derbas dibû: ‘Heke hûn bi hev re dikenin ev bextewarî ye, heke hûn bi hev re digirîn ev dostanî ye; lê heke hûn bi hev re bêdeng dimînin, ev eşq e’ digot. Hevaltî wekî hebûneke armancê, di rastiyê de derbasbûna ji van hemûyan e. Ji ber ku di hevaltiyê de her tim hewldanek heye ku we ber bi hûrbûnê û derbasbûna ji xwe ve dibe.
Bi kurtasî, bersiva min a ji bo pirsê ‘di jiyana we de çi guhert?’, ev vegotina min a heta vir e. Lewma jiyan ji bo mirovên mîna me, di xala ku em gihîştinê de, Tevgera Azadî bi xwe ye.
‘YÊ KU HEWL NEDE YA NEGATÎF BIKE POZÎTÎF, XWE MEHKÛMÎ BÊÇARETIYÊ DIKE’
Gelo tu carî ramanên we yên neyînî çêbûn?
Heke mebesta we ji ‘ramana neyînî’, di naveroka îdeolojîk-polîtîk de bêbawerî û windakirina ewlehiyê be, nexêr. Di tu dema dîroka min a kesayetî de hest, raman û lerizîneke wisa çênebû; ji ber ku min derfet dît ku ez gelek îdeolojiyên ku xwe wekî alternatîf pêşkêş dikin lêkolîn bikim û min dît ku tu ji wan wekî Tevgera Azadiyê yekpare, radîkal û pratîkparêz nîn in.
Her wiha, diyalektîkeke hundirîn a taybet û zehmet-îzahkirî ya Tevgera Azadiyê heye. Şert û merc çi qas dijwar û tevlihev bin jî, li cihê ku hemû cîhan bûye yek û bi saet an bi mehan temen jê re diyar kiriye, hûn dinêrin; mîna giyayên berxwedêr ên ku di nav zinaran de şîn dibin, ji xwe re qelşek ditiye û ji wir şîn bûye û hîn bi hêztir bûye. Ev jî ewlehiyeke mezin dide mirov û xwebaweriyê dide qezenckirin.
Nexêr, heke hûn di çarçoveya reşbîniya aqil de dinirxînin û reşbîniyê jî wekî hesabkirina îhtîmalên negatîf û hilgirtina fikarên wan dibînin, bêguman xwedîbûna li pergale ramanê ya wisa; lêpirsînkirina pêvajo û diyardeyan bi her awayî, peywireke şoreşgerî ye. Ji ber vê yekê, wekî endamekî Tevgera Azadiyê di gelek geşedan û pêvajoyan de, li ser bingeha ‘çima, çawa, divê çi bê kirin?’ teqez lêpirsîn û encam derxistinên min çêbûne.
Wekî mirovekî têkoşînê, heke em vê lêpirsînê nekin wê kêmasiya bingehîn ev be. Jixwe bêyî vê hûn ne dikarin bibin kadroyekî rast û ne jî rêxistineke rast. Ligel vê yekê, di lîteratura me de ‘ramana neyînî’, ramana ku ji xwebaweriyê bêpar e, bûyînê ji guherîn û veguherînê dûr dibîne û ji ber vê yekê geşedanê di xwe de dicemidîne ye. Cemidandina ramanê di xwe de, rê li ber her cûre dogmatîzmê û bi rengekî neçarî rê li ber aqilekî vedike ku dema xwe dipejirîne her tiştê li derveyî xwe neyînî dibîne. Her wiha ‘mukemelparêziyê jî geş dike ku ev rêyeke girtî ye.
Her ramana ku hewl nede ya neyînî bike erênî; bi neafirandina rê û rêbazên vê yekê xwe mehkûmî bêçaretiyê dike, di çavê me de negatîf e, yanî ramana neyînî ye. Di rûbirûbûna pirsgirêkan de tespîta ‘An em ê rêyekê bibînin, an em ê rêyekê vekin’, xwedî pênaseya rêgêzeke bingehîn e.
Ez bêtir ji vê perspektîfê li vê mijarê dinêrim: naveroka îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî xwe dispêre kîjan cewherê felsefî? Gelo têkiliyek nirxan a ku mirov, civak û xebatê di navenda xwe de digire û xebatek ku îfadeya van hemûyan e dihewîne? Heke bersiv erê be, ya din karê pratîkbûnê ye û ji ber ku hûnê vê bi mirovan re bikin, rûbirûbûna bi kêmasiyan re bi qasî besbûnê, têrkernebûn û bi qasî çawanîbûnê bêçawanîbûn, bi qasî tirs û qelsiyê re bi qasî hêz û wêrekiyê re jî rûbirû hatin neçarî ye.
Heke em dibêjin mirov hebûneke kêm e, divê em zanibin ku ew dikare di bin ronahiya teoriyê de, di nav pratîkê de bi ketin û rabûna xwe dikare pêş bixe. Mesele ew e ku gelo kes vê şansa ku ji bo wî/ê hatî naskirin di riya azadiyê de bikar bîne, an bi îstîsmarkirinê wekî parazîtekî li ser keda rêxistinkirî bijî. Neyîniya rasteqîn a hem di raman û hem jî di pratîkê de ev e.
‘MOTİVASYONA HERÎ MEZIN, TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN JIYANA BI WATE YE’
Windahî çêbûn, yên reviyan çêbûn û yên dev jê berdan çêbûn. Ew motivasyona ku we hîşt çi bû?
Weke endamekî Tevgera Azadiyê, hêza bingehîn a ku min motîve dike, bêguman felsefeya Rêbertiyê ye ku Tevgera Azadiyê kiriye Tevgera Azadiyê; her wiha ew rêxistinbûna îdeolojîk û polîtîk e ku vê felsefeyê dixe meriyetê. Hewldana vê rêxistinbûnê ye ku mirov -çi dibe bila bibe û ji ku de tê bila bibe- bike nirxekî baş, rast, xweşik û azad.
Rast e; windahî çêbûn, yên reviyan çêbûn, yên dev jê berdan çêbûn; lê ji vê rastiyê mezintir rastiyek din jî heye: Ew jî soza serkeftinê û girêdana bi armancê re ye; bi hezaran şehîd in, bi hezaran mîlîtanên ku di çeperên têkoşînê de agirê berxwedanê zindî digirin û gelê ku bi mîlyonan e û li ser nirxên têkoşînê dimeşe ye.
Hebûna vê rastiya ku dijî û ronahiyê dide hevdu; motivasyona herî mezin, têkoşîna herî mezin û jiyana herî bi wate ye.
Descartes di nirxandineke xwe de dibêje: ‘Heke tu pişta xwe bidî yên ku ronahiyê didin te, tiştê ku tu yê bibînî tenê tarîtiya te ye.’ Bi rastî jî balê dikişîne ser vê yekê. Di encamê de, mîlîtanê Apoyî mirovekî exlaqî û polîtîk e. Mirovekî wisa ye ku li gorî ruh û hişmendiya xwe xwedî wijdan e. Wijdan; hurmeta li keda, girêdana bi nirxan û nêzîkatiya li ser bingeha pîvanan hewce dike. Mirov dikare zehmetiyan bikşîne, di nav êşên mezin de binale, heta mirov dikare rûbirûyê neheqiyên giran bibe; lê mirov rêya xwe winda nake û xiyanetê li hebûna xwe nake.
Heke hûn ji gelê xwe, ji welatê xwe û ji mirovahiya azad hez dikin û di “mirovmayînê” de bi israr in; hingê hûn mecbûr in ku li cem wan bin, bibin ziman, hişmendî û çalakiya wan. Lewre tiştê ku me diafirîne, me bi nav dike, me pênase dike û me bi hezkirin û kedê re digihîne hev; bi serê xwe hebûna wan e.
Kesê ku çavkaniya xwe ya xwedîkirina îdeolojîk rast diyar neke, dikare di herikîna têkoşînê de bêhêz bikeve, lingê wî bişemite, bixitime û ber bi paş ve biçe. Ev jî perçeyek ji diyalektîka jiyanê ye. Lê divê mirov xwedî exlaqekî be û herî kêm bi qasî Dr. Bernard yê di romana Albert Camus a bi navê ‘Veba’ (Petax) de xwedî helwest be.
Heke we xwendibe hûn ê bi bîr bînin; Dr. Bernard dibêje: ‘Tiştê ku ez tenê diparêzim ev e; di vê cîhanê de nexweşiyên giran çêdibin, qurbanî tên dayîn; lê ya li ser milê me ew e ku em bi qasî ji destê me tê, li kêleka nexweşiyê cih negrin.’

