Pêncşem, 12 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Komploya navnetewî bi hedefgirtina paradîgmaya Tevgera Azadiyê berdewam dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Esra Soyaktaş cara sêyemîn hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    TOHAV: ‘Mafê Hêviyê’ bi rêk û pêk tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E’yê komplo şermezar kir û ji bo meşa li Strasbourgê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo M. Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Talabanî û Barzanî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê bavek keça xwe ya 6 sal û nîv qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kesayetên Başûrê Kurdistanê bang: Divê Kurd ji her rewşê re amade bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kuran: Tevgera Azadiyê naverokeke sosyalîst da hebûna Kurdan
Rojane

Kuran: Tevgera Azadiyê naverokeke sosyalîst da hebûna Kurdan

Nasrullah Kuran ku yek ji girtiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û behsa jiyana xwe û tevlîbûna xwe ya nav têkoşînê dike, diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd naverokeke demokratîk-sosyalîst daye hebûna Kurdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2026 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Ji bo berxwedêrên Kurdistanê her tişt beriya pêncî û du salan, bi tespîta kesekî ku ji gundekî Rihayê çûbû Enqereyê ji bo xwendinê û gotibû “Kurdistan mêtingeh e” dest pê kir. Ji wê rojê heta îro, piştî bi dehan êrîş, xiyanet û şehadetan, îro ev tevger ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên bindest bûye hêviyek. Ev têkoşîn niha ne tenê li dijî dewletekê, li dijî hemû nûnerên modernîteya kapîtalîst tê meşandin.

Di nav rewşa kaotîk a salên 70’yî de, gava Rêber Apo ev berxwedan da destpêkirin, piraniya mirovan texmîn nedikir ku wê rojekê bibe hêviya rizgariyê ya Kurdan û gelên bindest. Yên ku digotin ‘3-4 çapulcu’ an jî ‘hûn ê Kurdan li ser serê me bikin mirov?’, qet bawer nedikirin ku ev tevger wê rojekê bibe pêşengê tevgera şoreşa cîhanê. Lê yên ku bawer kirin, bi dehan sal in li her qadê di bin pêşengiya Rêber Apo de têkoşîna xwe didomînin.

Yek ji van bawermendan ku bi gotina gelerî, “hêviya dawî ya cîhanê ne”, Nasrullah Kuran e. Kuran tevî ku piraniya temenê xwe di girtîgehê de derbas kiriye, dev ji Apocîtiyê, ji kesayetiya sosyalîst û têkoşîna ku Rêber Apo afirandiye bernedaye. Kuran ê ku ji zarokatiya xwe ve Apociyan nas dike, jiyana xwe, çîroka tevlîbûna xwe û guherînên ku vê têkoşînê di kesayetiya wî de çêkirine ji ANF’ê re parve kir. Em beşa yekem a vê hevpeyvînê diweşînin.

‘TEVGER BI SEBIR, ÎRADEYEK MEZIN Û BI KEDA DERZIYÊ BÎR KOLA Û MEZIN BÛ’

Ji gotina ‘Me welatparêziya gelekî ku navê wî nedihat hildan kir’ heta gotina ‘Realîteya Kurd hatiye qebûlkirin’ demeke dirêj derbas bû. Ev her du gotin ji bo we çi îfade dikin?

Beriya her tiştî, ev her du gotin geşedaneke dîrokî û civakî, çalakiyeke afirandina dîrokê ya ku hîn jî berdewam dike pênase dikin. Ev çalakiya afirandina dîrokê ku gavên wê yên pêşîn li Bendava Çubûkê ya Enqereyê hatin avêtin û heta îro dirêj dibe, ne tenê bandor li me kadroyan kiriye; bi destdana xwe ya li ser her beşê civakê, bûye vegotineke hevpar a jiyana me hemûyan û bûye hewldaneke hebûnê. Îro em hemû perçeyek ji vê dîroka zindî ne û wekî damarên ku vî girêdanî ava dikin in.

Bêguman ev ast bi serê xwe an jî bi derfetên asayî yên şert û mercên asayî nehatiye bidestxistin. Li Rojhilata Navîn ku zemînê ceribandinên herî giran e, bi îfadeya Rêber Apo, her qonax bi sebir, îrade û kedeke mezin mîna ku bi derziyê bîr were kolan hat pêşwazîkirin û bi vî rengî rê hat birîn.

Di bin dorpêça teoriya tunekirinê ya mêtingeriyê û faşîzma netew-dewletê de, ku nasname û kesayetiya gelekî parçe kiribû, derzîkirina hişmendiya “xwebûnê” bi teoriya “hebûna resen” re, pêvajoyeke ku bi berdêla hezaran şehîdan pêk hatiye. Ji ber vê yekê, wateya ku her du gotinan afirandiye, wateyeke dînamîk e ku reng û ahenga xwe daye hemû pêvajoyan.

Li cihê ku têgeha hêviyê ji çalakiyeke hal hatibû derxistin û veguherîbû bendewariyê, biryardariya ku ‘hêvî em bi xwe ne’ û ‘divê em bi xwe her tiştî bifikirin û bikin’ bîreke girîng bû û bandoreke mezin afirand. Ji ber vê yekê, ev pêvajo ji bo me pêvajoyek e ku hebûna me ya civakî û kesane nîşan dide û di naverokeke demokratîk-sosyalîst de hebûna Kurd teqez dike.

Ev pêvajo çiqas dîrokî be ewqas jî sosyolojîk e, çiqas siyasî be ewqas jî felsefî ye; di asta exlaqî û polîtîk de jî pêkhatineke etîk û estetîk e. Serpêhatiyek e ku bi guherîn û veguherînên xwe, bi zehmetî û hêsaniyên xwe, bi êş û şahiyên xwe cih dide me hemûyan; me pênase dike lê tenê bi me Kurdan re sînordar namîne; Tirk, Laz, Çerkez, Ereb û Farisan jî di nava xwe de dihewîne.

‘JI BO EBÛ CEHÎLÊN SOSYALÎZMÊ DERSEKE TEORÎK, PRATÎK Û ROJANE YE’

Cewherê wê hemû mirovahiyê eleqedar dike; ji ber ku li wê dera ku mirovahî di nav têkiliya lêgerîn û wateyê de ezmûnên xwe yên herî pêşîn bi pratîk kirine, ev tevger vegera li cewher û pêngava azadiyê dihewîne. Aliyekî wê, bi çareseriya modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk li dijî êrîşkariya kapîtalîst bangewaziyeke meydanxwendinê ye; aliyê din jî ji bo Ebû Cehîlên sosyalîzmê derseke teorîk, pratîk û rojane ye. Wê were bîra we, di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de dihat hêvîkirin ku şoreşa sosyalîst li Almanyayê pêk were. Lewre Almanya welatê herî pîşesazî bû, proleterya lê herî zêde bû û teoriya Marksîst a klasîk vê yekê ferz dikir. Lê şoreşa sosyalîst li Rûsyaya feodal pêk hat ku qet ne dihat hêvîkirin û li gorî teoriya Marksîst a klasîk şert û mercên wê ne guncav bûn. Gramsci di berhemên xwe de vê wekî şoreşeke “li dijî hîlafa Marksîzmê” pênase dike û nirxandinên girîng dike.

Bi kurtasî, divê em bi berpirsyariyeke wiha nêzî pêvajoyê bibin. Em mîna li ber sînorê destpêkek nû ne. Lewma bi vê zanebûnê, divê em ji her demê bêtir di nav kûrbûn, moral, motîvasyon û hewildaneke ronîkirina civakî de bin; hewildanek ku mîna herikîn û hêza berdewamiya çemekî be.

‘DI PÊŞKETINA ŞÊWAZÊ RAMAN Û ANALÎZA MIN DE KEDA TEVGERA AZADIYÊ HEYE’

Di dîroka we ya kesane de, we kengî navê Tevgera Azadiyê bihîst û we kengî Tevgera Azadiyê nas kir?

Bihîstin û naskirina min a Tevgera Azadiyê di heman demê de, di salên zarokatiya min de pêk hat. Di dema ku min polên dawî yên dibistana seretayî û pola yekem a navîn dixwend (salên 1978-79 û 1979-80), Serê Kaniyê herêmeke di bin bandora Tevgera Azadiyê de bû. Di derdora me de gelek nasên ji Tevgera Azadiyê hebûn. Nexasim bi rêya dayika min têkiliyên me pêş ketin û bi hinekan re jî em mîna malbatekê bûn; hiqûqa cîrantî û dostaniyê di navbera me de hebû. Her wiha, mamosteyên ji bîrdoziyên cuda, bi taybetî yên rastgir, dema ku dîtin Tevgera Azadiyê li wir serdest e, bi gelemperî îstifa dikirin an jî tayînên xwe dibirin Tirkiyeyê. Ji ber wê, mamosteyên çepgir û mamosteyên nêzî Tevgera Azadiyê diketin dersên me.

Min têgehên Kurdistan û sosyalîzmê, her wiha navên Marx, Lenîn, Stalîn û Mao û têkoşîna gelê Vietnamê cara pêşîn wê demê bihîstin. Min hîmê xwendina pirtûkan jî wê çaxê avêt. Xwendina min a kovarên xêzeroman ên wekî Teksas, Tommiks û Mister No, veguherî xwendina romanên klasîk. Min rêbaza xwendinê jî ji wan girt. Pêşî min kurteya pirtûkê derdixist û min dipirsî ka pirtûk dixwaze çi bêje. Paşê min analîza kesayetî û çînî ya her lehengekî romanê dikir û min ew li gorî wê pênase dikirin. Bi vî rengî, di encamê de min fêm dikir ku nivîskar dixwaze çi bide xwendewan.

Di pêşketina şêwazê raman û analîza min de keda wan a girîng û para wan hebû. Rêbazên wan ên perwerdeyê jî balkêş bûn; polê li gorî hejmarê dikirin kom û piştre dixwestin ku her komek serok, berdevk û nivîskarê xwe diyar bike. Serok kordinasyona komê dikir û wezîfeyên ku dihatin dayîn not dikir. Ev rêbaz ji bo pêşketina kolektîfbûn, girtina berpirsyariyê û dîsiplîna komê pir bikêrhatî bû.

Şehîd Bîşar Akbaş, yek ji mamosteyên me yên wê demê bû. Şerê KUK-PKK’ê, şehadeta A. Kadir Tapti û merasîma cenazeyê wî jî ji bûyerên wê demê bûn ku bandor li min kirin. Wekî ku tê texmînkirin, hebûna vê hawirdora ku min di temenê piçûk de naskir û bandor lê bûm, hem bîreke dîrokî ava kir hem jî bû çavkaniya sereke ya lêgerînên min ên piştre. Dema ku ez ji asoya aqilê zarokatiyê yê her dem şiyar û bi daxwaza hînbûnê li wan salan dinêrim, dikarim bibêjim ku hînbûnên bi kelecan û mereqa wan salan, di teşegirtina min de roleke diyarker lîstine.

‘BI 12’Ê ÎLONÊ RE HEMÛ MAMOSTE HATIN GUHERTIN, LÊDAN BÛBÛ RUTÎN’

Di vê pêvajoyê de çi qewimîn, we çi jiya?

Bi derbeya 12’ê Îlona 1980’yî re, ew salên tijî kelecan cihê xwe ji zext û tirsê, ji revê re hişt. Me zext bi her awayî jiyan kir. Binçavkirin, nûçeyên îşkenceyê û girtin bûbûn perçeyekî rojane yê jiyanê. Tiştên ku li îşkenceyê û li Girtîgeha Amedê dihatin kirin, ne tenê ji guhan diçûn guhan, tam atmosfereke tirsê ava dikirin. Min di bin van şert û mercan de dest bi pola duyemîn a navîn kir.

Hema bêje hemû mamosteyên me hatibûn guhertin û lêdan veguherîbû rêbazeke asayî ya perwerdeyê. Rêbazên wekî jiberkirina Marşa Îstîklalê, derketina ser maseyê û nimêjkirin û hwd. di bin sîbera tirsê de dibûn sedema jiberkirineke di dersan de; lê ev nedibû sedema fêmkirineke mayînde, berevajî vê, bêdaxwaziyeke li hemberî dibistanê çêdikir. Ji ber vê yekê, dibistan ji bo min qet nebu perçeyekî xeyalên pêşerojê. Tiştê ku ez dikişandim dibistanê û li ber min dida girtin, hebûna hevalên min bû. Ez tenê ji bo ku bi hevalên xwe re bim diçûm dibistanê.

Gava Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an pêk hat, ez xwendekarê lîseyê bûm. Ji ber ku di yên bîra min de ne ez ber bi lêgerînên di vê rêyê de dehf dabûm, em bi çend hevalên xwe yên ku baweriya me bi hev hebû re li malan dihatin cem hev; me li ser têkoşînê sohbet dikir û klasîkên sosyalîst ên ku me didîtin parve dikirin. Mirov dikare bêje ku ji nîvê salên 80’yî ve, her tevgereke çep kovarên xwe derdixistin. Kovarên Toplumsal Kurtuluş a Yalçın Kuçuk, Yeni Demokrasi, Demokratik Çozum, Demokrat Arkadaş, Medya Guneşî, Deng û derxistina Halk Gerçegî ya ji aliyê hevalên me ve dihatin şopandin. Me li gorî derfetên xwe ew dişopandin û me hewl dida xwe perwerde bikin.

Hewldana me ya avakirina têkiliyeke organîk bi Tevgera Azadiyê re, di şert û mercên wê rojê yên Serêkaniyê de bêencam ma. Ev rewş heta ku em ji ber sedemên aborî barî Îskenderûnê kirin, wiha berdewam kir. Di nîvê sala 1990’î de, hevalekî agahî da ku Şehîd Bîşar Akbaş ji girtîgehê derketiye û dixwaze min bibîne, wê çaxê ez li Îskenderûnê bûm. Min hincetek ji malbatê re dît û di nav du rojan de vegeriyam Serê Kaniyê. Beriya wê têkiliyeke me bi Şehîd Îsmail Gul re çêbibû; bi saya wî min broşûrek li ser dîroka Kurdistanê û pirtûka Rêya Şoreşa Kurdistanê dîtibû û xwendibû. Mamoste Bîşar, bi rêya wî lêgerînên me hîn bibû û ji ber wê gazî min kiribû. Ji bo min hevdîtineke ku nayê jibîrkirin bû. Me demek kurt bi hev re xebat kir. Di encama deşîfbûneke zû û operasyonan de, her du heval li gundê Taşdereya Jêr a Serê Kaniyê bi şer şehîd ketin. Min karibû derkevim Çukurovayê, lê ez bê têkilî mabûm.

‘MIN TEVLÎBÛNA XWE BI XWÎŞK Û HEVALA XWE LEYLAYÊ RE KIR’

Di nav mehek û nîv de, vê carê bi rêya kanaleke din min têkilî danî û min û xwîşka xwe û hevala xwe Leyla (Zekiye) di Tîrmeha 1990’î de tevlî refên gerîla bûn. Leyla 17 salî bû. Hem ji xwendinên min re hem jî ji pêvajoya siyasî re hesasiyeteke wê ya xwezayî hebû û ev bûbû sedema têkiliyeke piştgiriyê di navbera me de. Min biryara tevlîbûna gerîla tenê ji wê re got; gava wê jî israr kir ku were, min demeke dirêj hewl da ku wê qanî bikim ku neyê. Lê di encamê de wê ez qanî kirim û me bi hev re tevlîbûn kir.

Di pratîka Botan û Başûrê Kurdistanê de em çend caran hatin cem hev û bîranînên hêja man. Di bihara 1991’an de ji ber tevlîbûna zêde û amadekariya êrîşê ya dewleta Tirk, ew jî tevî beşek mezin a hêzan derbasî herêma Çelê bû; ez jî di nav pozîsyona hêzên li qadê de mam. Di eslê xwe de ez di nav koma ku wê derbasî qada Rêbertiyê biba de bûm; lê gava nûçe hat ku PDK’ê rê girtiye û Rêber Apo li Sûriyeyê hatiye binçavkirin, çûna me hat paşxistin. Piştre peywira min bi demkî ji bo herêma GAP’ê hat kirin.

Salek şûnde, ji ber pêdiviyan ez derbasî xeta Hatay, Çukurova û Akdenîzê bûm û min salekê xebat meşand. Di 2’yê Adara 1992’yan de, Leyla li navenda bajarê Wanê tevî Zînnet Karaaslan û hevalekî ku niha navê wî nayê bîra min, di malekê de hatin dorpêçkirin; wan bombeyên xwe bi xwe de teqandin û şehîd ketin. Ez jî di 14’ê Nîsana heman salê de li navenda bajarê Antalyayê dîl ketim destê dijmin. Di encama darizandinên li DGM’yên Îzmîr û Meletiyê de, cezayê heta hetayê (muebet) li min birîn. Bi vî rengî, pêvajoya min a girtîbûnê ya ku niha 33 sal û 9 mehên xwe li dû xwe hiştiye, dest pê kir.

Bi rêzê ve ez li girtîgehên Buca û Meletiyê û girtîgehên tîpa F yên Bartin, Bursa, Kandira, tîpa E ya Nazîllî û tîpa F ya Îmraliyê mam. Şeva 25’ê Kanûna 2015’an, em ji Girtîgeha Îmraliyê ya ku em lê bûn, bi komployeke amûrên dewleta Tirk tevî hevalê Çetîn Arkaş hatin girtin û di saetên pêşîn ên 26’ê Kanûnê de em anîn Girtîgeha Girtî ya Marmarayê (navê wê yê berê Silivri No 9). Ji wê roja ku “merasîma pêşwazîkirinê” ya taybet ji bo me hat kirin û vir ve, ez li vir têm girtin.

‘HEVDÎTINA KU DI SALA 91’Ê DE HATIBÛ TALOQKIRIN, DI ADARA 2015’AN DE PÊK HAT’

Hevdîtina ku di sala 1991’ê de hatibû taloqkirin, di 17’ê Adara 2015’an de di şert û mercên Îmraliyê de bi pratîk kirin, bû yek ji kêliyên herî girîng ên dîroka min a kesane û bû werçerxana min a sereke. Li hin girtîgehên ku ez berê lê mam, derfet hebû ku ez analîzên Rêbertî hem bi nivîskî û hem jî bi dîmen bi dest bixim. Analîzên dewreyan ên ku li qada Rêbertiyê dihatin kirin, herî dereng di nav du mehan de digihîştin ber destê me. Ji ber ku perwerdeya komî li ser bingeha analîzan pêk dihat, naskirineke me ya mezin bi Rêber Apo û şêwazê wî re çêbibû. Lê belê ev hevdîtina ku 9 meh û 15 rojan dewam kir, hest û ramanên min ên li ser rastiya Rêbertiyê hîn tûjtir kirin.

Min ev pêvajo di xebata pirtûka hevpeyvînê ya 12 beşan de ya bi navê “Ji Îmraliyê dema mirov lê dinêre: Aştiya ku li muxatabê xwe digere, Şerê ku li fermandarê xwe digere” bi berfirehî girtiye dest, lewma ez ê li vir dubare nekim. Lê belê, bi bidawîbûna pêvajoya ku jê re “pêvajoya çareseriyê” dihat gotin, divê ez awayê sirgûnkirina me ya ber bi Silivriyê ve vebêjim. Lewre di roja îro de jî helwestên ku wan rêbazên şerê taybet û komployê tînin bîra mirov hene.

Rêber Apo yê ku ferq kir “pêvajoya çareseriyê” ya di sala 2014’an de hatibû destpêkirin dê veguhere şerekî cuda, çend roj beriya sirgûnkirina me nirxandinek kiribû. Di nirxandina xwe de diyar kiribû ku konsepteke giran a şer li ber derî ye, ev yek dikare bandorê li şert û mercên Îmraliyê jî bike û lewma hişyarî da me ku em amade bin. Jixwe, “îdîaya jehrîkirinê” ya di du mehên dawî de, sînorkirina kantînê ya ji aliyê îdareyê ve û nameyên gefxwarinê yên bênavnîşan ên bi maneya “an tu çareser dikî an jî tu dimirî”, nîşaneyên pêşîn ên şerê taybet bûn. Lê belê me zêde îhtîmala sirgûnê nedida ber çavan û me Îmralî wekî rawestgeha dawî didît. Me di şeva 25’ê Kanûnê de fêm kir ku ne wisa ye.

‘EM BI ÎŞKENCEYÊ HATIN SIRGÛNKIRIN’

Piştî ku şîv hat dayîn, ez rûniştibûm û min xwarina xwe dixwar. Di dema xwarinê de min ferq kir ku mazgala ku jê çavdêriyê dikin, bi navbera 4-5 deqîqeyan du caran hat vekirin û girtin. Piştî ku xwarin qediya, min pêşî bihîst ku deriyê odeya Çetîn hat vekirin, piştre jî deriyê odeya min vebû. Kesê ku me wekî midûrê duyemîn nas dikir, got ku bi telîmata Wezareta Dadê ji bo her duyan jî biryara sewqkirina girtîgeheke din hatiye, divê em tavilê tiştên xwe berhev bikin û em ê di nav çend deqîqeyan de bên şandin. Piştî nîqaşeke kurt gava me fêm kir ku biryar naguhere, me pirsî ka beriya ku em herin dê derfeta hevdîtina bi Rêbertiyê re bidin me yan na.

Lewre dema hevalê M. Saît Yildirim ji ber nexweşiya dil hat sewqkirin, bi Rêbertiyê re hevdîtin kiribû û piştre hatibû xatir ji me xwestibû. Midûrê peywendîdar got, “Di vê mijarê de pirsgirêk tune ye, em ê hevdîtina we pêk bînin.” Li ser vê me got, ‘Nexwe pêşî em bi Rêbertiyê re hevdîtinê bikin, piştre em werin xatir ji hevalan bixwazin û wekî we diyar kiriye em ê çend tiştên xwe yên sînordar hildin.’ Ji ber ku wan dizanibû em ê daxwazeke wiha bikin, bi amadekarî hatibûn.

Midûr li pêş, hevalê Çetîn û ez li pey wî, em ber bi beşa ku me bi hev re sohbet dikir ve meşiyan; hejmara personelên bi me re sê-çar kes bûn. Gava em ketin odeyê, me dît ku hejmar zêde bûye û midûr deriyê ku dikeve pişta Rêbertiyê vekir. Me heta wê gavê nedizanî ku ew derî ber bi ku ve vedibe. Piştre dema hevalê Çetîn derbasî aliyê din bû, min bihîst ku dengê wî bilind bû; di heman demê de min jî gava xwe diavêt. Dîmenê ku me dît ev bû: Odeya ku me lê sohbet dikir, bi hejmareke gardiyanan a ku me heta wê rojê nedîtibû hatibû dagirtin; beşa ku me gava xwe avêtê jî cihê amûra X-Ray bû, yanî ketina girtîgehê bû. Bi kurtasî, em hatibûn cihê ku gotin lê diqediya.

Tîma subayan a ku li benda me bû, pêşî kelepçeya berevajî li me xist, piştre em cuda cuda birin kosterê. Em li cihên cuda hatin rûniştandin û piştre em xistin beşên cuda yên rînga ku li Mudanyayê li benda me bû û em anîn Silivriyê. Paşê em hîn bûn ku Îdareya Silivriyê, tîma mudaxaleyê ya taybet nîvê şevê ji malên wan gazî ser kar kiriye. Vê tîmê em pêşwazî kirin. Em bi tundî, gef, lêgerîna tazî û kiryarên wiha re rû bi rû man; lê ji ber awayê anîna me, jixwe em li benda van tiştan bûn. Lewma ez nikarim bêjim ku em şaş bûn.

Nivîsa Ahmet Takan a di 25’ê Çileya 2015’an de di rojnameya Yeniçag’ê de, di mijara amadekirina xirakirina pêvajoyê de ronahîker e. Gava mirov ji hişmendiya desthilatdarî ya deh salan a ‘li hundur şerê li dijî Kurdan, li cîhanê şerê li dijî Kurdan’ tê îro, ma mirov dikare behsa hişmendiyeke cuda bike? Belê, bi “Banga Aşitiyê û Civaka Demokratîk” re Rêber Apo rêya meyleke stratejîk a ku dîrokê rojane dike vekir. Heke ev pêk were, ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn ronesanseke demokratîk dê pêk were. Lê mixabin nêzîkatiyên aliyê din, ji helwesteke taktîkî jî wêdetir naçin.

Dema ku bi baldarî were lêkolînkirin, mirov dibîne ku ew bi gotin û kiryarên xwe wekî pêdiviya stratejiyeke piralî rolên cuda digirin ser xwe; tam mîna teyisandina fîlma ‘Baş, Xirab û Gemar’ tevdigerin. Hûn dizanin, di navbera hêz û sîbera hêzê de ferqeke kûr heye. Bi ya yekem hûn dikarin gelek tiştan biguherînin; lê bi ya duyem hûn tenê dikarin lîstikên sîberê bileyzin. Tê zanîn ku bi lîstikên sîberê mirov nikare bi serdemê bikeve û ev lîstik dê bi windakirina dem û enerjiyê xwediyê xwe bimêzixîne.

Îttîhatçiyan, bi helwestên xwe yên zêde, nekarîn xwe ji bûyîna aparatên qada stratejiya siyaseta Alman û piştre ya Îngilîz xilas bikin. Veguherîna ji Osmanî ber bi Komara Tirkiyêyê ve, bermahiya vê rastiyê ye. Em hêvî dikin ku deja vuyeke nû neyê jiyîn an jî neyê gazîkirin ser erkê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Komploya navnetewî bi hedefgirtina paradîgmaya Tevgera Azadiyê berdewam dike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bijîşkên Sînornenas ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga piştevaniyê kir

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av û xizmetên tenduristiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza Wanê: Bi sed hezaran mirov dibêjin ‘Bijî Serok Apo’

Newroza Wanê bi beşdariya bi sed hezaran mirovî destpê kir. Di Newrozê de ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa li Spanyayê xeter e: Herî kêm 63 kes mirin

Ji ber lehiya li başûrrojhilatê Spanyayê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Komploya navnetewî bi hedefgirtina paradîgmaya Tevgera Azadiyê berdewam dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê SIBATA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana Esra Soyaktaş cara sêyemîn hat paşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?