Rûniştina 3’yemîn a “Konferansa di Sedsala 2’yemîn de Veguherîna Komarê ya Demokratîk” ku li Stenbolê hat lidarxistin, li ser “Pirsgirêka Kurd: Pirsgirêka Sedsalan Sedsaliya Nû” rawestiya. Rûniştina ku Dogu Ergîl moderatoriya wê kir, Alî Bayramoglu, Abbas Walî, Feyza Akinerdem, Mesut Yegen û Veysi Aktaş wekî axaftvan beşdar bûn.
ERGÎL: HÎN PÊNASEYA PIRSGRÊKA KURD TUNEYE
Ewilî Dogu Ergîl axivî û got, “Çima pirsgirêka Kurd? Çima Kurd pirsgirêke? Pirsgirêka Kurd îro jî hîn nehatiye pênasekirin. Heta navê komîsyona meclisê ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hat damezrandin jî peyva ‘Kurd’ tê de tune bû. Çima di nav vî navî de Kurd tuneye?Me dîsa bişkoka xelet girêda. Niha em dîsa vedigerin, lê me hîn jî biryar nedaye ka em çi bikin û em hîn jî pirsgirêkê bi xeletî pênase dikin. Pirsgirêka Kurd meseleyek nasnameyê ye. Ew nasnameyek e ku ji nasnameya etnîkî û çandî wêdetir e. Nasnameya ku ji hêla dewletê ve tê ferzkirin û li hev nayên. Dewletê qet pirrengî qebûl nekir. Nasname li dijî hev nayên avakirin ji ber ku ew li kêleka hev hene. Ji ber vê yekê entegrasyon pêwîst e.”
BAYRAMOGLU: KURD JI BO HERÊMÊ HÊMANÊ DAMEZRÎNER IN
Alî Bayramoglu anî ziman ku li her derê şer û pevçûn xurtir dibe û wiha axivî: “Kurd tevî di nav zext û şer pevçûnan de jî hebûna xwe parastin. Di nav van şer û pevçûnan de pêvajoya aştiyê û pêşeroja Kurdan dê çawa bibe yek jî mijareke girîng e. Pêşeroja Kurdan dikare li tevahî welatên dijîn bibin îradeya siyasî û ji wan welatan bi hev re bijîn. Kurd hem ji bo xwe û hem jî ji bo herêmê hêmanek damezrîner in. Ji bo wan pir girîng e ku welatên ku lê dijîn veguherînin û vê yekê bi bingeha nasnameya xwe ne li ser siyasetê lê li ser pêdiviyên din bikin. Îmralî jî heman tiştî dike. Ev ji bo sedsala bê pir girîng e.”
WALÎ: DEWLET BI ÇAVÊ EWLEHIYÊ LI PIRSGIRÊKÊ DINÊRE
Abbas Walî jî li ser mijara ‘Pirsgirêka Kurd, ewlehiya dewletê û pêvajoya demokratîkbûyîna siyasî’ axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt anî ziman :”Mixabin ez weke we ne bi hêvî me ji bo pêşeroja pirsgirêka Kurd. Pêvajoya çareseriyê li gorî min ne li ser lingên xwe lê li ser hewan disekinê. Divê pêvajo li ser bingeheke xurt û li ser lingên xwe bisekine. Dewlet bi çavê ewlehiyê pirsgirêke dinêre. Hê jî ew nêrîna ewlehiyê neguheriye. Ew nêrînên ewlehiyê ji ber wê jî destê Rêberê Kurd û aliyên Kurd xurt nake û li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û aliyê Kurd weke astengî disekine. Rêberê Kurd dema çek ji holê rakir ez acep nemam. Di salên 1998’an de ez bi birêz Ocalan re rûniştim û ew mijar me bi seatan nîqaş kir. Wê demê jî birêz Ocalan digot pevçûn li pêş çareseriyê asteng e. Divê mekanîzmayên entegrasyonê bi awayekî xurt bê meşandin. Di destûra bingehîn de guherînên bingehîn pêk werin. Ew nebe pêvajo pêş ve naçe.”
Fevza Ekinerdem jî li ser mijara ‘Gotûbêjen nû ya kêşeya Kurd: Çîroka jiyana hevpar çawa ava dibe?’ axivî û geşedanên piştî pêvajoya çareseriyê ya salên 2013 û 2015’an bi bîr xist û wiha got: “Dibe em li ser avakirina komereke nû ya demokratîk rawestin. Ji bo wê jî ji bo berdana girtiyên siyasî têbikoşin.”
Piştre Mesut Yegen ku li ser mijara, ‘Ji bo çareseriyek heqîqî: Komara her kesî, ji her kesî re demokrasî’ rawestiya diyar kir ku komar ji ber ku bi rastiya hiqûq û siyaseta erdnîgariyê ve ne di nava hevsengiyê de bûye pirsgirêka Kurd derketiyê holê û wiha pê dê çû: “Ji bo em di vê rewşê de derbikevin divê em dev jî yek netewiyê derbikevin. ji bo wê jî pêdivî bi penaseya neteweke nû heye. Her wiha em dev jî tirsa destkeftiyên Kurdên Başûr û Rojava jî berdin. Em bi Kurdan re dikarin xurt bibin.”

