Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kurkçu: Ji bo aştiyê firsendeke dîrokî heye, divê çareserî bi zemîna qanûnî bê xurtkirin
Rojane

Kurkçu: Ji bo aştiyê firsendeke dîrokî heye, divê çareserî bi zemîna qanûnî bê xurtkirin

Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku banga Rêber Apo zemîneke girîng a çareseriyê pêşkêş kiriye û got, divê bicihanînan sererastkirinên qanûnî, avêtina gavên demokratîkbûnê û têkoşîna civakî bi hev re bêne meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu peyama Rêber Apo û qanûna çarçoveyê ya ji meclîsê tê hêvîkirin ji ANF’ê re nirxand.

Kurkçu diyar kir ku hikumet hewl dide pêvajoyê li qadeke teng asê bike û destnîşan kir ku çareserî bi hêviyên sexte nabe; lê ji bo aştî, wekhevî û azadiya gel bi mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî û pratîkî dibe.

Kurkçu peyama Rêber Apo nirxand û got, “Peyama dawî ya Ocalan weke bangekê dibînim ku dibêje, di qonaxa heyî de divê êdî encamek bê bidestxistin. Di peyamê de xala bingehîn a ku hate destnîşankirin bi vî rengî bû; ‘Dem hatiye ku zemîneke qanûnî ya li gorî hesasiyetên aliyan bê avakirin’. Ev yek nîşan dide ku zemîneke qanûnî ya bi vî rengî hîn nehatiye danîn.

Ocalan dixwaze her kes bi zanebûna ku vekirina rêyeke bi vî rengî firsendeke dîrokî ye tevbigere û nêzîkatiyên teng ên ku xizmetê ji vê re nake biterikînin. Bi qasî ku ez dibînim, aliyê ku nêzîkatiyeke teng nîşan dide rexnedayinê nake. Ji ber ku pêşniyarên ku Ocalan heta niha kiriye, di her qonaxê de hem ji aliyê Tevgerê hem jî ji aliyê DEM Partiyê ve hate pejirandin û pêvajo bi perspektîfeke berfireh hate meşandin. Di karên Komîsyona Meclîsê de jî bi vî rengî tevgeriyan. Llewma pirsgirêk li nava sînorên rejîmê derdikeve holê ku li ber vê nêzîkatiya berfireh radibe.

Ez ji vê peyamê vê encamê derdixînim: Zemîneke lihevkirinê ya hîn berfireh pêkan e, lê belê pêvajo li qadeke hîn teng hatiye asêkirin û ev tengavî pêşî venake.”

Kurkçu bi bîr xist ku Rêber Apo di çarçoveya rapora Komîsyona Meclîsê de qala destpêkirina pêvajoya hiqûqî û qanûnî dike û anî ziman ku Ocalan zane ku kmoîsyonê ne mafên kolektîf ne jî mafên polîtîk nas kiriye, lê belê li gel vê yekê jî dixwaze meyla kûrkirina pêvajoya bêşer xurt bike. Kurkçu diyar kir ku li eniya hikumetê heta niha gavek nehatiye avêtin û Rêber Apo jî di hevdîtinê de careke din ev rewş destnîaşn kiriye.

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu pêvajoya ji niha û pê ve jî nirxand û ragihand ku bloka desthilatdariyê ya ji AKP-MHP û derdorên Ergenekonê ji ber pêwîstî û mecbûriyetên pêvajoya heyî dibe ku neçar bimîne ku qanûneke çarçoveyê amade bike. Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku zîhniyeta dewletê ya heyî veguherîneke welê hîn pêk neaniye ku vê pêvajoyê bi perspektîfa demokratîkbûn, edalet û wekheviyê binirxîne.

Kurkçu diyar kir ku sererastkirineke qanûnî ya gengaz a di rojevê de nabe ku tenê weke gaveke hiqûqî ya teknîkî bê nirxandin û got, meseleya esasî ew e ku mirov ji ber şerê çekdarî ji azadî, welat, pîşe û paşeroja xwe bêpar hatin hiştin, lewma ji bo telafîkirina van windahiyan divê çarçoveyek bê danîn.

Ertûgrûl Kurkçu sînorên çareseriyê jî nirxand û anî ziman ku rêya herî berfireh efûya giştî ye û got, “Çareseriya rast efûya giştî ye.”

Serokê Rûmetê yê HDP’ê bi bîr xist ku yek ji daxwazên bingehîn ew e ku Rêber Apo di nava mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibe û destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke mayinde divê ev rastî li ber çavan bê girtin.

Ertûgrûl Kurkçu işaret bi bûyerên herêmî û polîtîkayên mîlîtarîst kir û anî ziman ku destketiyên Kurdan ên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê bi gefên cuda re rû bi rû ne. Kurkçu diyar kir ku polîtîkayên ewlekariyê, lêçûnên parastinê, neteweperestî û tundî li ber destê dewletan veguherîne amûrên diyarker û ev atmosfer jî şerê herêmî girantir dike.

Ertûgrûl Kurkçu ev nirxandin kir, “Li pêşberî îdîayên lîderiya herêmî û hevrikiyê, ya ku divê bê kirin afirandina derfeteke siyasî ya li dora aştiyê ye, ne li dora şer e. Divê tevgera Kurd, hêzên demokratîk û ev xeta têkoşînê weke hêzeke aştiyê derikevin pêş.

Weke şer ji bo aştiyê jî pêwîstî bi têkoşînekê heye. Ev yek ne tenê rawestîna bi sebir e; di heman demê de îradeya afirandina pêleke civakî û bi biryar e. Ev yek jî tenê li qadên ku mirov lê dimînin, dixebitin û têdikoşin dikare pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 23’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Di çarçoveya 24’ê Mijdarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş û çalakî hatin lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

NY’yê hêzên Îsraîl û Rûsyayê xist ‘lîsteya reş a destdirêjiyê’

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber bûyerên destavêtin û destdirêjiyê yên li herêma şer, hêzên ewlekariyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza Wanê: Peyama Rêberê Gelê Kurd hate xwendin

Di Newroza Wanê de ku bi sed hezaran kes tevlî bûne, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Îtalyayê çalakiyên protestoyî mezin dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?