Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, li Stenbolê di bernameya fitarê de ya ku bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl re hat lidarxistin de hat cem hev û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Kurtulmuş, bal kişand ser xebatên Komisyona Meclisê ya ku ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd hatibû avakirin û got: “Hema bibêje hemû partiyên siyasî ji bo meşandina pêvajoyê bûn piştgir. Komisyonê di 5’ê Tebaxê de civîna xwe ya yekemîn pêk anî û di encama hevdîtinên pir bi berhem de raporta xwe ya dawî amade kir. Ji bo çareseriya vê pirsgrêkê di rabirdûyê de Demirel, Ozal, Înonu û Erbakan hinek gav avêtibûn, lê ji ber şert û mercên wê demê derfet derneketibûn holê.”
Kurtulmuş, der barê rapora komisyonê de jî nirxandin kirin û wiha got: “Fikarên hinek beşên civakê ne derbasdar in. Nerînên partiyan bi xwe li raportê hatin zêdekirin. Pêkanîna pêşniyarên di raporê de bi awayekî bilez, pêvajoyeke ku divê Tirkiye temam bike ye.”
‘DAXUYANIYA ÎMRALIYÊ GIRÎNG E’
Kurtulmuş, qala daxuyaniya Rêber Apo ya ku di salvegera bangewaziya 27’ê Sibatê de dabû kir û got: “Daxuyaniya ji Îmraliyê hatî dayîn girîng e. Yek ji xalên hevpar ên raportê, bi feshkirina rêxistinê û danîna çekan re, kirina amadekariyên qanûnî yên pêwîst e. Piştî vê, feshkirina hemû hêmanên rêxistinê û danîna çekan wê bê dabînkirin. Paşê Tirkiye wê gavên pêwîst bavêje û wê berdêla vê pêvajoyê nede. Pêvajo bi temamî di bin kontrola siyasetê de ye.”
Kurtulmuş her wisa diyar kir ku geşedanên li Sûriyeyê jî bandoreke erênî li ser pêşveçûna pêvajoyê kiriye.

