Kurtulmuş têkildarî qanûnîbûna pêşniyarên sererastkirina qanûnî ya di rapora dawî ya Komîsyona Meclîsê de, serdanên partiyan didomîne.
Kurtulmuş bi lîderên MHP û CHP’ê re hevdîtin kir û piştre bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.
Tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyanî were dayîna çapemeniyê.

