A rastî, jiyan bi çîrokan xwe ava dike. Her çîroka nû me hê nêzikî dema niha dike û têkiliyeke xurttir datîne. Şerê di başî û nebaşiyê, rastî û şaşiyê, nû û kevnê merheleyên jiyanê ne ku ev çîrok tên hûnandin. Her wiha yên ku di vî şerî de ji bo rastiyê cihê xwe digirin hene ku nivîsandina çîrokan wan gelekî dijwar e. Destê mirovan naçe pênûsê, tilî diricifin û rengê hibra pênûsan bi hêsîrên çavan her sor dibe.Mirov dikare her tiştî binivîse lê belê nikare kesên ku giyanê xwe ji bo jiyan û azadiya gelê xwe feda kirine binivîsîne, a rastî jî her çiqas binivîsîne jî dizane ku tu gotin têrê nakin û tu carî nikare deynê wan bide. Çîrokên wan mirovan dibin cîhana heqîqetê yanî ber bi duh, îro û sibê ve dibin. Yek ji wan çîrokan jî çîroka lehengê Amedê, Şehîd Cesûr Vedat Welat e.
AMED WARÊ LEHENGAN E
Di destpêka çîroka her lehengekî de mekanek heye, mekanê ku lehengê çîrokê çavên xwe li cîhanê vedike û lê mezin dibe. Li ser hemû xaka Kurdistanê şopên şerê azadiyê hene. Bi sedsalan e tovên azadiyê yên di kesayetiya zarokên leheng de hatine zîldan şîn dibin. Bajarê dêrîn ê kurdan Amed, ew bajar e ku di dîrokê de bûye şahidê gelek lehengiyan û ji bo azadiyê gelek zarokên xwe yên leheng feda kirine. Ji ber vê ye ku Amed warê lehengan e ku li dijî zilm û dagirkeriyê li ber xwe didin û serî natewînin. Şehîd Cesûr jî yek ji wan lehangan e ku li ser xaka dêrîn berê xwe da şoreşê û û bi vîneke qewî di şerê azadiyê de cihê xwe girt.
DI TEMENEKÎ BIÇÛK DE DIJMIN Û TEKOŞÎNA LI DIJÎ DIJMIN NAS KIR
Cesûr Vedat Welat (Abdulmuttalip Doğrucu) li navçeya Farqînê ya Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinyayê. Dewleta Tirk a dagirker li vir yanî li Farqînê ji salên 90’î ve li dijî gelê Kurd her cure şerê qirêj dimeşîne. Şehîd Cesûr jî weke gelekên din li ser wê xakê bi van rastiyan mezin bû. Hê di zarokatiya xwe de welatparêz bû û weke erkekî hemû welatparêzan girêdayî çand, ziman û axa xwe bû û wisa mezin bû. Di zarokatiyê de mirov bes pêlîstokên xwe nas dike. Lê belşê ev yek li Kurdistanê nepêkan e. Zarok di bin siya êrîş û dagirkeriya dewletê de mezin dibin.Li Kurdistanê ku her roj gund tên bombebarankirin, av tê qirêjkirin, xweza tê talankirin, zarokên leheng tên qetilkirin zarokên leheng mezin dibin. Gelê Kurd hê di zarokatiya xwe de bi dijminên xwe re rû bi rû dimîne û nas dike, ji ber ku dewletek bi qasî dewleta Tirk a dagirker bêexlaq û qirêj nîne. Dewleta Tirk a dagirker temenê zarokan çi dibe bila bibe, her cure êşkenceyê li wan dike. Ji ber vê yekê ye ku Kurd tim li ber xwe didin. Bi vî awayî Şehîd Cesûr hê di zarokatiya de hem têkoşîn û hem jî rastiya dijminê xwe yê hov nas kir. Dema ku ew 10 salî şahidbûna şehadeta gerîlayekî û ji aliyê dewletê ve şewitandina gundê wan gelekî tesîr lê kir.
NAVÊ MAMÊ XWE LI XWE KIR Û TEVLÎ REFÊN AZADIYÊ BÛ
Dibêjin ku kes nikare li hemberî zilmê kêfxweş bibe. Wî jî weke hemû kurdên ku li dijî dewletê neçar man û berê xwe dan Stenbolê hê di temenê xwe biçûk de di dilê xwe de li hember dijmin xwedî hêrseke mezin bû. Ew hêrs bû sedem ku gava roja wê hat, tola xwe ji vî dijminî hilîne. Piştî koçkirina li Stenbolê Cesûr ji bo debara malbata xwe di karên cuda de dixebite û li aliyekî jî ji bo bicihanaîna erka xwe ya welatparêziyê di nava ciwanên şoreşger de cihê xwe girt. Ew ciwanekî jêhatî bû. Bi salan di çalakiyên ciwanan de kedeke pîroz nîşan da. Her tim bi vîneke qewî li hemberî dijminê xwe yê hov sekinî.
Di nava malbata wî de gelek kes tevlî refên gerîla bûbûn. Her wiha apê wî Şehîd Cesûr (Vedat Dogrûcû) û eqrebeyê wî yê nêz Farqîn Amed (Recep Guneşlî) li dijî dijmin di nava refên gerîla de li dijî dijmin li er xwe dan û şehîd bûn, vê yekê jî gelekî bandor li wî kir. Soza ku dabû wan û hêrsa wî ya li dijî dijminê hov her tim ji bo wî bû sedema tekoşînê. Di vê çarçoveyê de navê mamê xwe li xwe kir û di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû.
BI BIRYARDARIYEKE MEZIN GAVÊN XWE AVÊTIN
PKK tevgereke perwerdehiyê ye. Di destpêka her tiştî de mirov xwe nas dike. Mirov di nava hebûn û çêbûnê de weke ji nû ve ji dayik dibe. Ev jidayîkbûn bi yekitiya hizir û çalakiyan pêk tê. Kesên ku di her warî de serwext dibin û rastiya jiyanê fam dikin, tu carî têk naçin. Heval Cesûr jî bi saya perwerdehiya xwe di rêya kesayetekî azad de bi biryardariyeke mezin gavên xwe avêtin. Xwe bi perwerdehiyên leşkerî û îdeolojîk bi pêş xist.Li gel jêhatîbûna xwe di nava hevalên xwe de her tim xwedî roleke pêşeng bû. Tim ji kêmasiyên dihesiya û hewl dida ji wan xilas bibe û xwe bi pêş ve bibe. Wî hêrsbûn nedizanî. Dema ku hêrs dibû jî piştî demeke kurt rûkenîya xwe nîşan dida û dibû sedema rûkeniya hevalên xwe. Dema ku didît moralê dide hevalên xwe kêfxweş dibû û ji vê yekê şanaz dibû. Dizanibû ku; şoreşgerê rastîn ew e ku yê rêhevalê wî pê serbilind dibe. Rêhevaltiya rastîn jî avakirina têkiliyên jiyanê yên kûr û hîskirina hev e. Ji ber vê yekê jî her tim ji aliyê hemû hevalên xwe ve bi jidilî û rûbikeniya ve hate naskirin.
LI DÛ XWE ŞOPÊN XWEŞIK HIŞT Û GIHÎŞT ŞEHADETÊ
Şehîd Cesûr hem di kêliyên şer de hem jî yên di jiyanê de xwedî helwesteke bibiryar bû bi vê yekê xwest bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di taktîkên gerîlatiyê de xwe gelekî pêş xist û bû gerîlayekî serkeftî. Bi saya kûrbûn û perwerdeya xwe, her tim li ber xwe da û li her derê rastiya dijminê nas kir û li gorî wê tevgeriya.Bi çanda rêxistinê li hemû derên ku dihat wezîfedarkirin, her tim erka xwe bi baştirîn awayî bi cih anî û li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dil û can li ber xwe da. Şehîd Cesûr jî mîna gelek lehengên şoreşger, bi kesayetiya xwe ya dirust û resen, zelalbûna armanca xwe û hezkirina jiyana gerîla rêçên pir xweşik li dû xwe hişt û di 10’ê Adara 2023’yan de di encama êrîşa dijmin de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medayê li gel hevrêyên xwe Elî Xebat Botan û Rênas Raperîn tevlî karwanê şehîdan bû. Wî di dilê hevrê û gelê xwe de weke şoreşgerekî rûbiken cihê xwe girt. Bi rêz û hurmeta Şehîd Cesûr, peyrewên wî û gelek şehîdên leheng…