Duşem, 15 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Leşkerên Tirk nahêlin welatiyên Başûrê Kurdistanê vegerin gundên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo wê li Amedê mîtîng bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Li dijî zayendîperestiyê divê jin di nava sîstema konfederal de bibin yek’
Jin

‘Li dijî zayendîperestiyê divê jin di nava sîstema konfederal de bibin yek’

Endama Akademiya Jineolojiyê Şareza Osman anî ziman ku Jineolojiyê têkoşîna azadiya jinê gerdûnî kiriye û got, li dijî mejiyê zayendîperestiyê divê bi têkoşîneke konfederal şoreş bê xurtkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Endama Akademiya Jineolojiyê Şareza Osman têkildarî peyamên Rêber Apo yên ji bo jinan ji ANF’ê re axivî.

Destpêkê bal kişand ser nameya Rêber Apo ya ji bo Akademiya Jineolojiyê ku tê de gotibû, ‘Karê min ê têkildarî jinan temam bûye’ û ev nirxandin kir:

“Nameya ku Rêber Apo ji Akademiya Jineolojiyê re şand bû sedema hêz û kelecaneke mezin. Di heman demê de em vê nameyê weke perspektîfek li ser karên xwe yên ji niha û pê ve dinirxînin. Rêbertî dema dîl hate girtin got, ‘Projeya min a jinê nîvco ma’. Tevgera Azadiyê ya Jinê ji sala 1999’an û vir ve gelekî bi pêş ket, destketiyên mezin bi dest xist. Jinên Kurd di salên destpêkê yên komployê de ber bi partîbûnê ve çûn. Bi Îdeolojiya Azadiya Jinê re bû partî. Ji bo jinan partîbûn tê çi wateyê? Navenda mejî û îdeolojiyê nîşan dide ku hêza têgihiştinê, afirandina perspektîfa xwe û rêvebirina xwe nîşan dide. Ji bo jinan ev gav dîrokî bû. Her wiha li çar parçeyên Kurdistanê jî têkildarî xweparastina jinê gavên girîng hatin avêtin. Bi dehan saziyên jinan hatin avakirin, karên xwe bi rengekî berfireh her roj dimeşînin. Ev hemû destketiyên jinan e.

Ji sala 2015’an û vir ve Zanista Jinê, yanî di çarçoveya Jineolojiyê de karekî berfireh meşand. Rêber Apo di pirtûka xwe ya bi sernavê Sosyolojiya Azadiyê de sala 2008’an yekemcar qala Jineolojiyê kir. Di nava vê demê de karên lêkolînê meşand. Jineolojî ji sala 2015’an û pê ve li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê belav bû. Bal hemû kişand ser xwe. Ji ber vê yekê dema ku Rêber Apo dibêje, ‘Karê min ê nîvcomayî temam bûye’ qala van ehmû destketiyên jinan dike, dibêje fikrê Jineolojiyê ji Kurdistanê derbas bûye û gerdûnî bûye. Bêguman dema van tîne ziman qala pratîkbûnê jî dike. Rêbertî ji pênase û teoriyê heta bi nêrîna îdeolojîk, berpirsyariya xwe bi cih anî. Weke Jineolojiyê ji me çi tê xwestin? Dagirtina naveroka projeyê û bicihanîna wê ye. Ji ber ku berpirsyarî û wezîfeya me ye ku em naveroka vê projeyê dagirin.”

Şareza Osman têkildarî rê, rêbaz û karê ji bo bicihanîna azadiya jinê nirxandineke bi vî rengî kir, “Divê bê gotin, gelek karên mezin û berfireh li pêşiya jinan e. Bêguman asta ku hatiye bidestxistin, destketiyên hatine bidestxistin hêja ne. Bi taybetî destketiyên bi Şoreşa Rojava re hatine bidestxistin, naskirina şoreşa bi pêşengiya jinê li tevahiya cîhanê destketiyeke mezin bû Ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî, aborî, perwede û dîplomatîk ve destketî hatin bidestxistin. Di heman demê de qanûna jinê hate derxistin, jin xwe amade dikin ku hevpeymana civakî ya jinan derxînin. Ev hemû destketiyên mezin e. Lê belê têrê nakin. Divê her jinek ji perwerdeyê, ji rêxistiniyê sûdê werbigirin, tevlî saziyên şoreşê bibin û xwe îfade bikin. Hîn jî bi hezaran jin hene ku xwe bi rêxistin nekirine. Dikarim bibêjim ku bi hezaran jin hene ku weke Jineolojiyê me hîn nekarîne xwe bigihînin wan. Em ji bo xwe weke berpirsyariyê dibînin ku jin nasnameya xwe, hebûna xwe nas bike. Meşandina vî karî berpirsyariya me ye.

Di heman demê de bi pêşengiya jinên Kurd Konfederalîzma Jinê ya Kurd hatibe avakirin jî ev têrê nake. Di asta Rojhilata Navîn de, di asta cîhanê de divê Konfederalîzma Jinê bê avakirin. Ji ber ku em pirsgirêka jinê weke pirsgirêkên jinên ji neteweyên cuda yan jî herêmê namînin. Jin li ku derê dibin bila bibin, pirsgirêka xwe weke hev e. Li Kurdistanê jî jin êşa koletiyê dikişînin, li tevahiya cîhanê jî heman êşê dikişînin. Ji ber ku mejiyê zayendîperestiyê li her derê weke hev e. Ne tenê li herêmekê yan jî welatekî ye. Dibe ku rêbaz diguhere lê belê naverok weke xwe ye. Bi yekkirina hêz, têkoşîn û karên jinan bi sîstema konfederal re, bi têkoşîneke hevpar re mejiyê zayendîperest dikare bê şikandin. Jinan li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê karên girîng kirin. Li ser rêya Jineolojiyê têkiliyên bi tevgerên jinan re xurt bûn, lê belê divê hîn bêhtir bêne xurtkirin. Bi ronahiya Zanista Jineolojiyê re divê em serketina şoreşa jinê garantî bikin.”

Ji bo tespîta ‘Bêyî azadiya jinê sosyalîstbûn nabe, sosyalîzm jî nabe’ ya Rêber Apo ku di peyama xwe ya 8’ê Adarê de ji bo jinan anîbû ziman, Şareza Osman got, “Rêbertî pirsgirêka jinê weke xençerek li pişta civakê pênase kir. Ev yek jî pênaseyeke gelekî girîng e. Ji bo avakirina civakeke sosyalîst, demokratîk divê xençerê li pişta civakê bê derxistin. Jin bingeha jiyanê ye. Jinê jiyan, civakîbûn afirand. Bi esasî civakîbûn li dora jinê ava bû. Qanûnên jiyanê û civakîbûnê bi destê jinê ava bûn. Ji ber vê yekê anî ziman ku civaka sosyalîst, kesayetiya sosyalîst bi asta nêzîkatiya li jinê diyar dibe. Berê jî digot, eger tu dixwaze kesayetekî, civakekê nas bike divê tu li nêzîkatiya wan a li jinan binihêre. Ev pîvan gelekî girîng e. Ya rast nêzîkatiya li jinê nêzîkatiya li mirovahiyê, civakîbûn, mirovahiya exlaqî û polîtîk e. Mixabin di nêzîkatiya li van pîvanan de pirsgirêkên mezin hene. Di serî de jin dibin qurbanê mejiyê zayendîperestiyê. Di heman demê de mêr jî dibin qurbanê vî mejî. Niha sîstema kapîtalîst hem jinê hem jî mêr ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Bi qurbanîkirina jinê re, bi xistina jinê re civakê, mêr jî dixîne.

Hewldanên Rêbertî yên ji bo zanekirina jinê, guherîn û veguherîna jinê, azadkirina jinê ji bo mêr jî derbas dibû. Bi ronahî û felsefeya Rêber Apo re kêm jî be di nava beşekê de, di nava mêran de jî hişyarbûn çêbû. Nîşaneya vê yekê jî ew e ku Jineolojiyê ne tenê bala jinan kişand, her wiha bala mêran jî kişand. Ji ber ku berpirsyarî û wezîfeya Jineolojiyê ne tenê nîşandana nasnameya jinê yan jî nasandina wê ye. Di heman demê de pênasekirina nasnameya mêr e. Mêr dema ku xwest xwe pênase bike, dema li nasnameya xwe geriya wê berê xwe bide Zanista Jineolojiyê. Bi rêya vê zanistiyê li nasnameya xwe digere. Ji ber vê yekê Jineolojî bala mêran jî dikişîne. Lê belê em vê yekê hîn kêm dibînin. Rêbertî ji bo guherîn û veguherîna mêr proje ava kir. Mînak Teoriya Qutbûnê, Kuştina Mêr. Ev yek projeyên guherîn û veguherîna mejî bûn. Ew proje bûn ku mêr wê çawa karibe ji mejiyê serwer û desthilatdariyê rizgar bibe. Rêbertî di MED TV de gotibû, ‘Min di kesayetiya xwe de mêr kuşt’. Ya ku di şexsê xwe de ava kir, dixwaze di nava civakê de jî ava bike. Guherîn û veguherîna mêr ji bo jinan weke wezîfeyekê tê dîtin. Weke Jineolojiyê ji bo guherîn û veguherîna mêr me gelek karên perwerdeyê lidar xist.

Em dikarin bibêjin ku haya mêr ji mejiyê serweriya mêr çêbû. Lê belê ev têkoşîna hişyarbûnê divê ji aliyê civakî, zanistî û felsefî ve hîn bêhtir bê kûrkirin. Em dikarin bibêjin ku hin gav hatin avêtin. Lê belê hîn jî em weke gavên biçûk dibînin. Jin divê hêzê bidin van gavan. Ji ber ku jin û mêr hevdu temam dikin. Yanî azadiya jin û mêr bi hev ve girêdayî ye. Ji ber ku em jiyanekê parve dikin, bi hev re dijîn.”

Ji bo tespîta ‘Jin divê hebûna xwe bi rengekî rast pênase bike û nasname û hebûna jinê bi rêbaza wekhevîtiyê binirxîne’ ya ku Rêber Apo di nameya xwe de destnîşan kir, Şareza Osman ev nirxandin kir: “Rêbertî vê pênaseyê yekemcar e bi kar tîne. Lê belê em hebûn û nasnameya jinê bi salan e nîqaş dikin, lêkolîn dikin. Li cihê ku hebûn nebe, azadî jî nîne. Hebûn, xwebûn û zanebûn ew pênase ne ku em bi salan e nîqaş dikin. Pêwendî û têkiliya van pênaseyan bi hev re hene. Bi qasî hebûnê divê mirov bibe ya xwe, bi qasî bibe ya xwe hay ji nasnameya xwe hebe û têbigihêje. Ev pênase girêdayî hev in. Rêbertî gelek caran anî ziman ku bi Hegel re xwedî gelek fikrên hevpar e. Hegel jî bi vî rengî dinirxîne. Hegel nasname û hebûnê weke cotên ku hevdu temam dikin pênase dike. Dibêje yek wateyê dide ya din, naveroka wê dadigire. Weke Jineolojî jî ev rêbaz tê nirxandin, lêkolînkirin. Ji ber ku mijarên zanistî, felsefe û civakî ne. Lê belê nirxandinên nû yên Rêbertî ji nirxandinên berê qut nînin. Ji ber vê yekê ji pênaseyên xwebûn, hebûn û zanebûnê qut nîne. Lê belê pêwîstî bi wê yekê heye ku bi kûrahî bê lêkolînkirin. Weke Jineolojiyê em ê vê pênaseyê bi kûrahî binirxînin û bi kelecaneke mezin lêkolîn bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Li Swîsreyê di çalakiya greva jinan de dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê şehîdên meha Mijdarê hatin bîranîn

Li Kantona Firatê bi dehan malbatên şehîdan şehîdên meha Mijdarê bi bîr anîn û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hate qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de kolberek hate qetkirin, yek jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Çiya Kobanê bi fermî dest bi wezîfeyê kir

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD'ê Çiya Kobanê bi rengekî fermî dest bi wezîfeya Alîkariya Fermandarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Brezîlyayê Kongreya Jinan: Jin rêxistin û hevgirtina navneteweyî xurt dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?