Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) dewam dikin, eşkere bûbû ku piraniya çeteyên li pêşberî berxwedana QSD’ê windahî dan, ji xeta Minbicê reviyan. Dewleta Tirk jî piştre leşkerên xwe şand herêmê. Leşkerê bi peyman Amîr Enes Buyukyolcû ku piştî ji Sûriyeyê vegeriya hate îdîa kirin ku li Dîlokê li nava yekîneya xwe ‘xwe kuştiye’, tê gotin li Minbicê miriye û weke ku xwe kuştiye hatiye nîşandan.
‘WÊ BIBÊJIN XWE KUŞTIYE, BIDIN PEY’
Apê Buyukyolcû Ramazan û bavê wî Osman li ser mijarê ji me re axivî û îdîayên balkêş gotin. Ap Ramazan Buyukyolcû anî ziman ku ew bawer nake ku biraziyê wî xwe kuştibe. Ap Ramazan Buyukyolcû diyar kir ku beriya 3 rojan Amîr Enes Buyukyolcû peyamek ji wan re şand û got, “Di peyama beriya 3 rojan de ya ji bo bavê xwe got, ‘Ez diçim wezîfeyekê, eger bên li deriyê te bixin, ji bîr neke wê ji te re bibêjin ‘xwe kuştiye’. Dest ji mijarê bernede, bide pey’.”
‘EZ Ê BI MÎT’Ê RE BIÇIM WEZÎFEYE TAYBET, BIÇIM TEL AVÎVÊ’
Ap Ramazan Buyukyolcû diyar kir ku biraziyê wî li Sûriyeyê wezîfedar bû, ji wan re ragihand ku wê biçe wezîfeyeke veşartî û got, “Digot, ‘Ez ê biçim Tel Avîvê ji bo wezîfeyeke veşartî. Ji ber ku yekane kesê ku planê xêz dike, plansaz ez bi tenê me, wezîfeya veşartî dan min. Ez ê biçim Tel Avîvê’.”
Bav Osman Buyukyolcû jî anî ziman ku ew Kurdên ji Semsûrê ne, bi Kurdî diaxivin û agahiyên ku apê wî da, ji aliyê bavê wî ve jî hate piştrastkirin. Bav Osman Buyukyolcû got, ‘Kurê me ji min re nivîsandibû, wê bi MÎT’ê re ji bo wezîfeyeke taybet biçe Tel Avîvê. Ew peyam hîn bi min re ye. Ji min re got, ew ê biçe wezîfeya taybet, eger tiştek bi serê wî ve bê, wê bibêjin xwe kuştiye.”
‘HERÎ DAWÎ LI SÛRIYEYÊ WEZÎFE DIKIR’
Osman Buyukyolcû ragihand ku kurê wî herî dawî li herêma Eştabrak a Sûriyeyê wezîfe dikir û got, “Cihê wî yê wezîfeyê Eştabrak bû, dibe ku ser bi Minbicê ve ye. Lê belê emeliyat bû, beriya du hefteyan çû. Di 23’ê mehê de peyamek ji min re şand. Got, ‘Wezîfeyeke taybet ji min re hate dayin’. Bi mesajê min jê pirsî bê çi ye, got ‘Ez ê biçim Tel Avîvê’. Dema min jê pirsî bê çima qebûl kiriye, wî jî got, ‘Dewletê wezîfedar kir, min jî qebû kir’. Piştre bi deng lê geriyam, hingî ji min re got, ‘Ez li benda wezîfeyeke bi vî rengî bûm, wezîfe hat’. Dema ku min jê pirsî bê bi kîjan sedemê wezîfe dane wî, got ‘Ji ber ku bi Kurdî diaxivim, wezîfe dan min’. Piştre jî got, ‘Eger li wê derê tiştek bi serê me bê, em weke leşker naçin, em weke sivîl diçin. Wê ji te re bibêjin xwe kuştiye’.”
‘GOTINÊN BI NAKOK ÊN FERMANDARÊ TABÛRÊ’
Bav Osman Buyukyolcû diyar kir ku têkildarî xwekuştina kurê wî gotinên nakok hene û got, “Ji me re gotin, xwe kuştiye. Gotin, tiving daniye binê qirika xwe û xwe kuştiye. Hin ji fermandaran jî dibêjin, ‘Ji cihê nobedê dûr ketiye’. Yek dibêje ‘Ji hevalê xwe fîşek û şarjor biriye’. Yekî din got, ‘Şarjorên me bi bant e, bant jê kiriye û fîşek berdaye devê xwe’. Gotinên wan hev nagire.”
Bav Osman Buyukyolcû diyar kir ku fermandarê tabûrê têkildarî kurê wî gotinên hev nagire dibêje û got, “Fermandarê tabûrê destpêkê got, şarjor ji hevalê xwe yê nobedê wergirt. Piştî ku min pirsî bê çima çek jê re nehate dayin, vê carê jî got ‘Bi çeka xwe, xwe kuştiye’.”