Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), êrişên HTŞ, DAÎŞ û komên paramîlîter ên ku Tirkiyeya dagirker piştgiriya wan dike yên li dijî Rojava protesto kirin. Li navçeya Baxcilarê li Taxa Fatîhê endamên DEM Partiyê li hev civiyan û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de dowîzên bi nivîsa “Her der Rojava her der berxwedan”, “Gelê Rojava ne bi tenê ye”, “Jin, jiyan, azadî” û “Li Rojava zulm heye” hatin hildan. Her wiha gelek caran dirûşmên “Silav silav ji Rojava re hezar silav”, “Rojava wê bibe gora DAIŞ’ê”, “Bîjî berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Baxcilarê Nurten Varlik li vir daxuyaniyek da û bi bîr xist ku li Sûriyeyê êrîş li dijî Dûrzî û Elewiyan jî pêk hatine û wiha got: “Ev êrîş berhema hişekî tarî ne ku xwedî li herêmê ye û armanca wan tevna civakî ya pirnasname û pirbawerî ya Sûriyeyê ye û dixwazin gelan bikin dijminê hev. Netewa Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê xwedî berxwedaneke dîrokî ne, li Rojhilata Navîn yekane temînata aşitî, demokrasî û azadiyê ne.”
Nurten Varlik got, “Xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê xwedîderketina li mirovahiyê ye” û wiha dewam kir: “Netewa Kurd li hemberî van êrişan ne bi tenê, ne bêparastin û ne jî bêalternatîf e. Em bi vîna dîrokî û rûmeta ku berxwedana Kobanê derxistiye holê, biryardar in ku destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û mafên gelên Sûriyeyê biparêzin. Em li cem Rêveberiya Xweser û vîna jiyana hevpar a gelan in. Netewa Kurd; li dijî van celeb êrişan wê bi ruhê yekitiya rêxistinî, neteweyî û demokratîk, mafê xwe yê berxwedana rewa bingeh bigire û li ber xwe bide. Tu hêzê heta niha nekariye gelê me teslîm bigire û wê nikaribe bi ser bikeve jî. Em bang li hêzên demokratîk ên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hemû dînamîkên civakî yên têkildar dikin ku êdî ji pozîsyona temaşevaniyê derkevin. Ji bo parastina sivîlan divê tavilê berpirsiyarî were girtin û êrîş demildest werin sekinandin. Bêdengî, şirîkatiya vî sûcî ye. Destûrê nedin ku ev êrişên hov ên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku di rewşa xweparastinê de ye dubare bibin. Ji ber ku ya ku winda bike dê mirovahî be.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Kagithaneyê jî li Çaglayanê li ser Kolana Vatanê êrişên li ser Rojava protesto kirin. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, nayê teslîm girtin” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwêdan Rojava”, “Jin, jiyan, azadî”, “Gelê Kurd li ser piyan e, li cem Rojava ye” hatin berzkirin.
Hevberdevka Herêma Duyemîn a Stenbolê ya DEM Partiyê Derya Goral a ku daxuyanî xwend, wisa got: “Em bang li serdestên Tirkiyeyê dikin; hişmendiya DAIŞ’ê ya ku hûn xwedî dikin, gelan û jinan qetil dike. Bedenên jinan ne qada şer in, destên xwe ji ser jinan bikişînin.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Pendikê jî li Taxa Esenyaliyê ya navçeyê êriş protesto kirin. Di daxuyaniya girseyî de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, nayê teslîm girtin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bîjî berxwedana Rojava” hate berzkirin. Piştre Hevseroka Navçeya Pendikê Besna Oncu daxuyanî da û xwest ku êrîş bi dawî bibin.

