Li Rihayê agirê ewilî yê Newrozê li Taxa Amara ku Rêber Apo lê ji dayik bûye, hate vêxistin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê pêşengî ji şahiyê re kir û gelek ciwan beşdar bûn. Di şahiyê de govend hate gerandin, stran hatin gotin.
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglu bi Kurdî, Kerem Bilgîn jî bi Tirkî axivîn.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola azadî û berxwedanê ye û hate diyarkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina civaka demokratîk wê têkoşîn bidome.
Piştî axaftinan li mala ku Rêber Apo lê ji dayik bûye, agirê Newrozê hate vêxistin. Şahî bi gerandina govendê, stran û helbestan bi dawî bû.

