Çarşem, 2 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Mazlum Ateş li Amedê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê em derfeta aştiyê veguherînin demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatînogullari: Aştî tê wateya azadiya Birêz Ocalan û bi awayekî azad axaftina Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Aykol li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê hêviya aştiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 4 jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Mehmet Mazlum Ateş ku di sala 2017’an de şehîd bibû, birin Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê bi wesîleya 1’ê Îlonê meşa meşaleyî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê îdiaya ‘2 hezar û 200 şervan tevlî artêşa Iraqê bûne’ derewand

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Divê gelê me yê Rojava perwerdeya bêyî zimanê dayikê ti carî qebûl neke!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Divê banga Rêber Apo şaş neyê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê teqîn: 2 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel serdana bîranînên şehîdan ên li Mêrdînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûltan Kara tevî giliyan jî nehate parastin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rojnamevanên Şengalê qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin
Kurdistan

Rojnamevanên Şengalê qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin

Rojnamevanên Şengalê qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kirin û gotin, "Wê ala ragihandina heqîqetê li erdê nehêlin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rojnamevanên Şengalê der barê kedkarên çapemeniya Azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de ku doh di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, daxuyaniyeke nivîskî da. 

Di daxuyaniya rojnamevanan de têkildarî israra rojnamevanan a di ragihandina heqîqetê de wiha hate gotin: “Bihîstina agahiya şehîdbûna her du hempîşe û hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn em gelekî xemgîn û bi hêrs kirin. Her du rojnamevan jî bûn dengê şoreşa gelan a Rojava û hemû gelên zilm li wan hatiye kirin. Bi pênûs û kameraya xwe, xwedî li etîk û wijdana rojnamevaniyê derketin, karîn bi wêrekî li ser erk û wezîfeyên rojnamevaniyê de biçin, dengê berxwedêran bigihînin hemû herêmê û cîhanê. Weke hem pîşeyên wan me rastiya berxwedanê û hovîtiyê ji wan dibihîst. Ew bûn nimûneya rojnamevaniya rasteqîne û wêrek, ji me re dan nîşan ka dibin her şert û mercekî de çawa dikarin rojnamevaniyeke bi wijdan bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Li beramber hemû nûçeyên derew, manîpûlasyon û şerê taybet, şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tevî şerê dijwar jî karîne bi şopandina eniyên berxwedanê ne tenê çeteyên dewleta Tirk û dewleta Tirk hemû hevkarên wan jî vala derbixin û wiha hate gotin: “Di demên şer de eger rojnamevanên xwedî pênûsa vegotina rastiyan û dilwêrek nebin, şerê taybet û nûçeyên derew ji bo bêmoralkirin û şaş agahdarkirina civakê dikevin dewrê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dibin xetereyeke mezin de ye xwestin wiha bikin. Lê herdu rojnamevanên wêrek hemû derewên wan vala derxistin, coş û rihê berxwedanê ya şervanan gihandin me tevan. Ew ji bo me bûn mînak, lewma dewleta Tirk wan bi qestî hedef girt. Lê wan nîşanî me da ka em çawa dikarin bidin dengê gelê xwe, hemû gelên azadîxwaz û berxwedêran.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku timî bûye dengê şoreşa gelan û şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê, Nazim Daştan jî di serî de li Şengalê di şopandina berxwedana dijî DAIŞ’ê ya li Şengal û Rojava de roleke mezin lîstiye û wiha dewam kir: “Rojnamevan Nazim Daştan rojnamevanê gihandina dengê hemû gelên dibin şûrê qirkirinê de bû. Ne tenê li Rojava li Şengalê jî karî êş û berxwedana civaka me ya Êzidî ji bo cîhanê ragihîne. Bi pênûs û kameraya xwe berxwedana dijî DAIŞ’ê û hevkarên wê şopand, şahidiya kêliyên dîrokî kir. Ew jî weke Nûjiyan Erhanan karî bingehê ragihandinê û çawa rojnamevanî tê kirin ji me re deyne. Şopdara Gurbetellî Ersoz Cîhan Bîlgen jî 8 salan benavber şahidî ji tekoşîna jinan re, ji êş, koçberî û lehengiya wan re kir û pêşketina şoreşa jin ku, bûye îlham ji hemû jinên cihanê re kêlî bi kêlî mîna bibe yek ji endama şoreşê, ji heqîqeta wê re bû pênûs û dengê vegotinê. Niha em li ser şopa wan dikarin bibin dengê gelê xwe, mîraseke dewlemend a rojnamevaniyê ji me re hiştiye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de jî bang li saziyên navneteweyî yên rojnamevanan hat kirin û wiha hat gotin: “Divê hemû saziyên parastina mafên rojnamevanan û hemû rojnamevanên xwedî wijdan, li dijî van sûcên şer ên rejîma Erdogan û çeteyên wê derbikevin. Dewleta Tirk bi balafirên xwe di nava salê de 5 hevalên me yên rojnamevan li Bakur, Başûr û Şengalê şehîd xistin û çend hevalên me jî birîndar kirin. Bang li van saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin, erkên xwe bicîh bînin, pêşî li xeterî û hedefgirtina rojnamevanan li Kurdistanê û herêmê bigirin. Dema em erkên xwe bicîh tînin, divê ev sazî jî erkên xwe bicîh bînin, pêşî liv an dewlet û komên çete bigirin ku rasterast rojnamevanan hedef digirin.”

Daxuyaniya nivîskî ya rojnamevanên Şengalê wiha bi dawî bû: “Wê ala her du rojnamevanan a ragihandina heqîqetê her li ba be û ti carî danekeve. Wê ezmûn, wêrekî û rihê wan ê welatparêz timî ji bo me rojnamevanan û kedkarên ragihandinê bibe hêz, vîn û moral. Em ê bi bîranîna wan rojnamevaniya heqîqetê çawa tê kirin fêr bibin û fêr bikin. Dibêjin rihê we şad be û çavê we bila li piştê nemîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşa Azadiyê: Çareserî bi paradîgmaya Abdullah Ocalan dibe
Nûçeya Pişt re Balafira şer a DYE’yê ji aliyê keştiya xwe ya şer ve hate xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 19’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

MYK a DEM Partiyê bi rojeva ‘Banga 27’ê Sibatê’ li hev dicive

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (MYK a DEM Partiyê) ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Tolîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin, şehîd Zinar hat bîranîn

Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Tolîn Pelşîn Baz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Mexmûrê bi wesîleya 1’ê Îlonê meşa meşaleyî hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YBŞ’ê îdiaya ‘2 hezar û 200 şervan tevlî artêşa Iraqê bûne’ derewand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatînogullari: Aştî tê wateya azadiya Birêz Ocalan û bi awayekî azad axaftina Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Huseyîn Aykol li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê hêviya aştiyê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?