Li bajarên Kurdistanê ku zivistaneke dijwar heye, gelek pirsgirêkên cuda hene. di serî detaxên bejahî li gelek deveran gel di mijarên xwegermkirin û ceyranê de mexdûr e û ji ber krîza aborî bi hezaran kes nikarin xwe bigihînin gida û pêdiviyên sereke. Li gel berfa barî germahiya hewayê daket bin sifirê, gelê ku ji bo xwegermkirinê sobeyên daran û ceyranê bi kar tînîn, hesaba fatûreyên ku wê dawiya mehê ji wan re were dike; welatiyên ku xaniyên wan dilop dikin yan jî li xaniyên wan ritûbat heye jî bi çar çavan li benda bidawîbûna zivistanê ne.
Li taxên Amedê yên xizan Fîskaya û Ben û Senê gel bi van pirsgirêkan re rû bi rû ye. Gelê ku nikare pêdiviyên xweyên sereke dabîn bike, ji ber zêdebûna buhayê nanî di bin berfê de li ser sobeyên daran nanî dipêjin; gelê ku sobeyên ceyranê bi kar tînin jî hizra fatûreya ku wê dawiya mehê were, dikin. Şêniyên bajêr îfade kirin ku berf ji bo wan ne kêfxweşî yan jî betlane ye û diyar kirin ku xizanî di hewayên sar de xwe kûrtir dibe û mudaxele nayê kirin. Welatiyan anî ziman ku gelek caran ceyran tê qutkirin û diyar kirin ku ew her şev li benda hilatina rojê ne.
‘EZ JI BEXÇEYAN Û KOLANAN DARAN BERHEV DIKIM’
Ji niştecihên taxê Miyaser Aras behsa zor û zehmetiya debara di hewayên sar de kir û ev yek anîn ziman: ‘’Ev bîst sal in ez li vê taxê dimînim. Min beriya van hewayên sar sobeya daran danîbû. Piştre darên min têrê nekirin û min jî bexçeyê xwe û kolanan dest berhevkirina daran kir. Ez li vî xaniyî bi tenê dijîm. Bi saya xwarinên ku însan ji min re tînin, dijîm. Ji roja berf bariye heya niha êdî ew xwarin jî nayên. Ez li mala xwe sobeya xwe vêdixwim û bi tena serê xwe rûdinêm. Mûçeyeke min a pîrbûnê heye, ji bîlî wê tişteke din tune ye. Jixwe êdî kes li kesî nanêre. Em jî her roj difikirin ku wê ‘çawa derbas bibe’ û rojên xwe wisa derbas dikin.’’
Miyaser Arast di dewama axaftina xwe de anî ziman ku hewayên sar li ser jiyanê xetere ye, rewşa xaniyê wê jî gelek xirab e û got: ‘’Hewa pir sar e; ez jî hewl didim bi daran bijîm. Ger cînarê min her roj neyê li deriyê min nexe, ez bimirim jî wê haya tu kesî jê çênebe. Banê xaniyê min hilweşiyaye. Ez çûm şaredariyê berê min dan cihekî din û ji ber berf dibariya min nekarî ez biçim.’’
‘XIZMET NEKIRIN’
Welatıyê bi navê Raif Kaya yê ku ev 48 sal in li taxê dijî diyar kir ku li gel barîna berfê pirsgirêkên taxê zêde bûne û ev yek anîn ziman: ‘’Ji roja berf bariye û heya niha tiştek nema ku nehatiye serê me. Ex tax, yek ji xizantirîn taxa bajêr e. Di warê xizmetê de tu kesî tiştek nekir. Ev berf herî dawiyê deh salan beriya niha barî; kes ne li bendê bû ku ev qas bibare. Weke welatiyan me jî bawer nedikir ku wê wv qasî zêde bibare.’’
‘ÎNSAN VÊ ZIVISTANÊ HIZRA NANÊ KU WÊ BIKIRIN,DIKIN’
Kaya bal kişand ser pirgirêkên têkildarî dabînkirina pêdiviyên sereke û bandorên krîza aborî û ev yek anîn ziman:
‘’Ji xwegermkirinê bigirin heya xwarinê em di hemû mijaran de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ji roja berf bariye heya niha ceyrana me tune ye. Ger kesek nexweş bikeve, em nikarin tu kesî bibin nexweşxaneyê. Di serî de însan di warê xwegermkirinê de bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Ji ber ku ceyran nebû însanan sobe danîn lê belê a niha ji ber ku peydakirina daran zehmet e êdî nikarin sobeyan jî vêxin. Berê însanan dikarî debara xwe pê qezenca xwe ya havînê bikin lê belê a niha ne havînê ne jî zivistanê qezanca te bi têra te dike. Însan ji ber vê krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Hin însanên ku bi hizra nanê ku wê bikirin dikin û wisa radizên. Divê ev însan neyên jibîrkirin.’’
‘JI BO AXÊ BAŞ JÎ BE ZORÊ LI ÎNSANAN DIKE’
Wekatiyeke din ê bi navê Saadet Kûrt jî diyar kir ku ev zivistan li gorî yên din zehmettir derbas dibe û got: ‘’Her çend ji aliyê av û çandiniyê ve baş jî be gelekî zor li însanan kir. Dimijara xwegermkirinê de însan bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Qutbûna ceyranê ya bi rojan gelekî zor li însanan kir.’’
‘KRÎZ ZORÊ LI ŞERTÊN ZIVISTANÊ JÎ DIKE’
Saadet Kûrt di dewama axaftina xwe de diyar kir ku bandorên krîza aborî xwe di hemû warên jiyanê de nîşan dide û ev yek anîn ziman:
‘’Ji bilî wê krîza aborî jî gelekî zor li vê serdemê kir. Neesnaf ne jî bazirgan tên vir; dema ku tên jî însan nikarin tiştekî bikirin. Li vir însanên ku bi tena serê xwe dijîn, hene. Divê ew neyên jibîrkirin. Ji zarokan bgirin heya hemû însanên din hemû kes ji vê krîza aborî bandor dibe û jê zirarê dibîne. Mezintirîn berpirsiyarê vê yekê jî deshilatdar e. Mûçeya kêmtirîn zêde dike lê belê piştre buhayê her tiştî zêde dike. Desthilatdar, hewl dide li ser pişta xizanan xwe li ser piyan bigire. Ev zivistan dijwar e; erê lê belê yek ji sedema ku dijwarbûna wê zêde dike krîza aborî ye.’’

