Sêşem, 3 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baweriya gel a bi pêvajoyê kêm bû: Sererastkirinên qanûnî divê bi lez bikevin meriyetê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karkera depoya Migrosê ya di berxwedanê de: Em ê qet şertên koletiyê qebûl nekin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akin: Tehamula gelê Kurd ji bo mijûlkirinê nema ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paul Stich: Çareseriya ku Kurd û kêmneteweyan li derve dihêle wê mayînde nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ya ji bo taziya şervanê QSD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê encamnameya yekemîn konferansa xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşînek nû dimeye: Dema zêdekirina keziyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê bi hezaran bang kir: Mafê hêviyê kilîda entegrasyona demokratîk e
Kurdistan

Li Amedê bi hezaran bang kir: Mafê hêviyê kilîda entegrasyona demokratîk e

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di meşa "mafê hêviyê" ya li Amedê de axivî û got: Ev meş, meşek e ji bo bidawîkirina êşên li vî welatî û vekirina rêya aştîyê ye. Birêz Ocalan divê azad be.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşmeya “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Amedê ber bi Oryilê ve meşiya. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgün Ûçar, parlamenter, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de, bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.

 

Girseya gel li ber girtîgehê kom bû û li ber stranên ku li ser Rêber Apo hatine nivîsandin, dest bi meşê kir. Meşa ku pankartên “Ji bo aştiyeke mayînde ji rêbertî re azadî” û “Azadî hevî ye, hevî li Îmraliyê yê”, “Jin li ber xwe didin, aştî gel dibe”, “Me hebûna xwe bi dest xistiye, em têkoşîna azadiyê dimeşînin” hatin hilgirtin. Girseyê di tevahiya meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav hezar silav li Îmraliyê”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Girseya gel bi çepik, dirûşme û posterên mezin ên Rêber Apo gihîşt Oryilê û meşê li wir bi dawî kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo axaftinê çû ser otobusê. Di vê kêliyê de posterê mezin ê Rêber Apo bi otobusê ve hat daliqandin. Çîgdem Kiliçgun Ûçarê ku li vir axivî, got: “Ji bo kesên ku rê nedan dirûşmeyên ji bo Birêz Ocalan û posterên wî qebûl nakin, ji bo kesên ku barîkatan ava dikin, em dibêjin: Em destên her dayikên xwe yên ku van pankartan hildigirin maç dikin; ew pir bi qîmet in. Gelê me, dayikên me, ciwanên me û jinên me yên ku xwedî li îradeya xwe derdikevin û yên ku ji nîşanên serketinê hêzê digirin, dibêjin, ‘Çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê mimkun e, Birêz Ocalan aktorê sereke yê çareserkirina vê pirsgirêkê ye.’ Divê kes ji vê meşê netirse. Ev meş, meşek e ji bo bidawîkirina êşên li vî welatî. Divê kes ji vê meşê netirse. Ew meş, meşek e ku bi têkoşîna dayikên ku zarokên xwe windakirine çêbûye. Ev meş meşek e ku dê têkoşîna li Rojavayê xurt bike.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçarê destnîşan kir ku nêzîkî salek di ser pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kiriye re derbas bûye û got: “Ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta roja îro, tevgera Kurd û çareseriya Birêz Ocalan qet bi dawî nebûye. Birêz Ocalan derfetên di destê xwe tevî gelê xwe û rêxistina xwe, terikandin. Ew nîqaş dikin ka gelo bi Birêz Ocalan re di komîsyoneke ku li Meclîsê hatiye damezrandin de bicivin yan na. Ev komîsyon, bi israr û îradeya Birêz Ocalan hatiye damezrandin. Tişta herî girîng ku ji bo pêşveçûnê were kirin, hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye. Partiyên siyasî yên ku berê nedihatin cem hev, bi vê komîsyonê re hatin cem hev. Di çareseriya dîrokî ya pirsgirêka Kurd de her kesî mafê gotinê wergirtiye. Divê ew vê yekê teqdîr bikin.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçarê bal kişand ser “mafê hêviyê” û got ku ev welat dê bi pêkanîna “mafê hêviyê” bigihê azadiya xwe. Çîgdem Kuliêgun Ûçarê got: “Birêz Ocalan dibêje, em nebêjin ‘mafê hêviyê’, em bejin rêgeza hêviyê. Mafê hêviyê hiqûqî ye, lê di heman demê de jî siyasî ye. Em di serdemeke nû de ne. Mafê hêviyê ji bo pêkanîna entegrasyona demokratîk mifte ye. Ji bo jiyana bihevre ya hemû gelan pêngaveke girîng e.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçarê bal kişand ser berxwedana girîng a li Kurdistanê û got ku divê komîte îro an sibê biryara xwe ya der barê “mafê hêviyê” de eşkere bike. Çîgdem Kiliçgun Ûçarê wiha domand: “Divê ev biryar piştgiriyê bide demokrasiya Tirkiyeyê. Ew nîşaneya normên ku pêşeroja vî welatî li ser wan ava dibe ye. Em hewceyê serdemeke nû ne ku parastina azadî, edalet û serdestiya hiqûqê ne sûc be. Navê wê serdema nû Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Aktorê wê yê pêşeng Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.  

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş: Em bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne
Nûçeya Pişt re Li meclisê civîna 10’emîn pêk hat: Akademîsyenan li ser destûrek berfireh sekinîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li tunelên berxwedanê 8’ê Adarê: Gerîlayên YJA Starê bi coş pîroz kirin

Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tunelên berxwedanê bi coş…

Ji aliyê Stêrk TV

Neteweyên Yekbûyî li dijî madeyên kîmyewî pîvanên nû danî

Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mirovan û cîhanê ji madeyên kîmyewî yên xetere, pîvanên ewlekariyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk herî kêm 24 caran bombe li Başûrê Kurdistanê barand

Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?