Yekşem, 6 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakırhan: Em hikûmetê vedixwînin aqilê demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Tîmur Soykan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel: Li hemberî siyaseta demokratîk şer îlan kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edene û Rihayê komxebatên ciwanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Erdogan daxuyaniya li ser pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên Windayan ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Ew ê her tim di dilê gelê me de bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agir bi qada daristanî ya Omeryayê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê şewat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komxebata ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgeha Sine zexta li rojnamevana Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê kirdeya sereke ya pêvajoyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Çalakvanên li Bendava Tişrînê: Dewleta Tirk wê nekaribe vê berxwedanê bişkîne
Rojava

Çalakvanên li Bendava Tişrînê: Dewleta Tirk wê nekaribe vê berxwedanê bişkîne

Çalakvanên li Bendava Tişrînê gotin, “Dewleta Tirk wê nekaribe vê berxwedanê bişkîne. An em ê li ser axa xwe azad bijîn, an jî heta şehadetê em ê li ber xwe bidin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji 8’ê Kanûnê û vir ve bêy navber êrîşê Bendava Tişrîn û Pira Qerekozaxê dikin. Li dijî êrîşan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobetê kiribûn û ev çalakî hê dewam dike.

Çalakiya nobetê ji aliyê şêniyên Kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê ve bi awayekî dorveger tê dewamkirin. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bêy navber êrîşê çalakvanên nobetê yên li bendavê dikin. Di 8’ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana yekemîn a ku berê xwe dabûn bendavê bi balafirê şer êrîş pêk aniye û di encamê de 5 sivîl şehîd bibûn û 15 sivîl jî birîndar bibûn. Tevî van êrîşan jî gel paşve gav navêje û çalakiya xwe dewam dike.

Dewleta Tirk û çeteyên wê duh careke din, karwana ku ji bo nobetê dewr bigire berê xwe dabû bendavê hedef girtin. Tevî ku bi dehan caran balafirên şer bombe barand jî gel paşve gav neavêt û xwe gihandin bendavê. Lê dewleta Tirk a dagirker vê carê jî gelê ku bi berxwedanê xwe gihandiye bendavê hedef girt, di encama bombebaranê de 4 sivîl şehîd bûn û 19 sivîl jî birîndar bûn.

Çalakvanên nobetê yên li Bendava Tişrînê ji ANF’ê re axivîn, destnîşan kirin ku ew ê li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker berxwedana xwe dewam bikin.

‘ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Şerzat Mihemed, anî ziman ku ew ê ti carî dev ji berxwedana xwe bernedin û got, “Em îro li vir axa xwe diparêz in. Weke ciwanek a Kobanê, diyar dikim ku çi dibe bila bibe ew ê berxwedana me berdewam bike. Çavê me ne li axa ti kesiye û me êrîşê kesî nekiriye. Ev ax axa me ye. An em ê li ser van axan bi awayekî azad bijîn, an jî heta şehadetê em ê li ber xwe bidin.”

‘KURT TI CARÎ TESLÎMIYETÊ QEBÛL NAKE’

Welatiyê bi navê Dogam jî destnîşan kir ku ti mafê Erdogan di van axan de nîne û wiha got, “Li gorî hemû qanûnên cîhanê hedefgirtina bendavan sûc e. Lê dewleta Tirk her roj bendava me dike hedef. Bi balafirên şer êrîş dike. Ger îro ev bendav hilweşe dê bi dehan cihên niştecihbûnê di bin avê de bin. Ma kes vê nabîne? Dewleta Tirk dibêje ewlekariya gelê Tirk. Ma qey ewlekariya gelê Kurd û gelê Ereb nîne? Her roj komkujî dike, êrîş dike û dagir dike. Ev der axa me ye, bendava me ye, tiştekî Erdogan li vir nîne. Ev ax yên me ne û em ê ti carî dev ji berxwedana xwe bernedin û teslîmiyetê qebûl nekin. Eger parazvanên mafên mirovan ên navneteweyî hebin, divê li dijî tiştên ku îro li vir diqewimin bibin xwedî helwest. Lê belê, bi bêdengiya xwe, ew vê yekê piştrast dikin. Lê divê her kes vê yekê baş bizanibe, Kurd ti carî teslîmiyetê qebûl nakin.”

Edlê Romî, jî anî ziman ku Bendava Tişrînê bi xwîna bi hezaran ciwanên Kurd hatiye rizgarkirin û destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê nekaribe vîna ciwan û gelê Kurd bişkîne.

Mihemed Elî Şêx jî got, “Bi heftiyan e li vir berxwedaneke bêhempa tê raberkirin. Dewleta Tirk bi rojane gel bombe dike û komkujî dike. Em ê ti carî rê nedin dewleta Tirk van axan û bendava me dagir bike.”

Ezedîn Şêx, jî da xuyakirin ku dewleta Tirk li ber çavê tevahiya cîhanê li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê daye destpêkirin û got, “Erdogan bi awayekî eşkere dibêje em ê hemû destketiyên gelê Kurd tine bikin. Armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdan, komkujî kirin û dagirkirina herêmê ye. Ev şer ne tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de li dijî tevahiya gelê herêmê ye. Ji ber vê yekê îro hemû pêkhatiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bendava Tişrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin. Berxwedana me wê bidome. Divê tevahî cîhan vê yekê zanibe, xeyalên Erdogan ên ji bo van axan wê pêk neyê.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedana Tişrînê li Reqayê hate silavkirin
Nûçeya Pişt re Berxwedana ciwanan a li dijî desteserkirinê didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCDK-E: Li dijî polîtîkayên qirkirinê tevlî çalakiyan bibin!

KCDK-E û TJK-E'yê ragihandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika Aştiyê Yadê Hefo jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Yadê Hefo ya ku demekê tedawiya penceşêrê didît, di 76 saliyê de jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên li dijî desteserkirinê: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin

Li dijî destserkirina Şaredariya Akdenîzê û binçavkirinan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê şervanê QSD’ê Têkoşer hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD: 2 şervanên me şehîd bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Ji bo yekîtiya Sûriyeyê divê dawî li polîtîkayên wêdekirinê bê anîn’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Desthilatdariya Şamê amblema xwe ya nû ya ‘neteweyî’ da nasandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?