Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ku ji bo Kobanê dest bi alîkariya mirovî kiriye, daxuyanî da. Daxuyanî li Navenda Fuarê ya Navneteweyî ya Mezoptamyayê hate lidarxistin û pêkhateyên platformê tev li bûn. Metna bi Kurmancî Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpçîk û metna bi Tirkî jî Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Ercan Yilmaz xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Li hemberî krîza mirovî ya ku hefteyên dawî li Kobanê kûr dibe, piştî banga me ya duh a ji bo raya giştî, wekî Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê me kampanyaya xwe ya alîkariya mirovî ya lezgîn daye destpêkirin. Ji ber koçberiya zêde û mercên giran ên jiyanê li herêmê, di gihîştina malzemeyên pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Di vê çarçoveyê de, li gorî lîsteya pêdiviyan a ku ji qadê ji me re hatiye ragihandin, berhevkirina van malzemeyan dest pê kiriye.
Lîsteya Pêdiviyên Lezgîn;
* Ava vexwarinê
* Malzemeyên xwarinê
* Berhemên hîjyenê yên jinan
* Şîr
* Xwarin (mama) û potikên (bez) zarokan
* Betanî
* Cil û bergên zivistanê (mont, qazax, bot)
*Berhemên destê duyem (eskî) nayên qebûlkirin.
Navendên berhevkirina alîkariyê;
* Qada Fuarê (Rêya Elazîzê) – Têkilî: 0 536 031 24 21
* Otoparka Stadê Millet Bahçesi (Stadyuma Kevn) – Têkilî: 0 536 031 24 61.”
DERIYÊ SÎNOR Ê MURŞÎD PINARÊ
Tê plankirin ku hemû alîkariyên mirovî yên hatine berhevkirin, di ser Deriyê Sînor ê Mûrşîdpinarê re derbasî Kobanê bibin. Her wiha em radigihînin raya giştî ku 30 TIR’ên ku dê bi malzemeyên alîkariyê werin barkirin niha amade ne û bi girtina destûrên pêwîst re dê sewqiyat demildest pêk were.
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Em bang li hemû gelê xwe û aliyên hestiyar dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya piştevaniya mirovî.”
HATUN BANG LI RAYEDARAN KIR: DERIYÊ MURŞÎD PINARÊ VEKIN
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî piştî daxuyaniyê axivî û got: “Zêdetirî 20 roj in li ser Rojava êrişên dijwar hene û Kobanê hatiye dorpêçkirin. Gel, pirsgirêkên cidî yên weke av, xwarin, ceyran û sotemeniyê dijî. Platformê, hevalên me û rêveberiyên herêmî bi hev re ji bo gelê Kobanê kampanyayeke mezin da destpêkirin. Li Kobanê ava vexwarinê tune ye. Dive Tirkiye Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê veke.”

