Ji bo Rûgeş Zinar (Sadûn Tûtmaz) ê di 25’ê Mijdara 2024’an de li Zapê şehîd bû û nasnameya wî di rojên derbasbûyî de ji aliyê HPG’ê ve hate eşkerekirin, ji aliyê malbata wî ve merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Merasîma sersaxiyê di 16’ê Çileyê de hate lidarxistin û tevahiya 3 rojan gelek kes serdan kirin. Malbata şehîd got, “Ew şehîdê Kurdistanê ye. Ew ji bo rêyeke bi rûmet şehîd bûn” û banga xwedîderketina li têkoşîna wan kir.
Malbatê bal kişand ser pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ji her derê êrîşî Kurdan dikin. Dixwazin me ji xaka me derxin. Lê wê bi ser nekevin. Zarokên me ji bo xaka xwe heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer dikin. Kurd divê êdî bibin yek. Divê em bi hev re dawî li vê zilmê bînin.”
Malbatê ji ber roja dawî ya merasîma sersaxiyê mewlît da xwendin. Her wiha hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û sersaxî dan.