Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li Amedê li Qada Deriyê Çiyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî meş da destpêkirin û heta Birca Bizinê (Keçîburcu) meşiyan. Di meşê de pankarta “Li dijî tunidya mêr jin jiyan azadî” hat vekirin. Ligel vê Komeleya Rojanemgerên Jina Mezopotamyayê (MKG) pankarta “Ji tundiya li dijî rojnamegeran re na, çapemeniya azad nikar bê bêdengkirin” vekirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, siyasetmedarên Kurd Gultan Kişanak û Ayla Akat Ata, parlementer û hevşaredar jî di nav de bi hezaran jin beşdarî meşê bûn.
Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî yekitiya jinan” hat berzkirin. Jinên piştî meşê hatin Birca Bizinê, navê jinên hatin qetikirin bibîr anîn û bersiva ‘li virin’ dan. Her wiha Navê Nagîhan Akarsel ya li Silêmaniyê hat qetilkirin hat bibîranîn.
‘JIN, JIYAN, AZADÎ’
Ji Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Amedê Gulîz Kaya metna daxuyaniyê xwend. Gulîz Kaya da zanîn ku ji bo aştiya civakî û azadiya jinê dibêjin, “Jin, Jiyan, Azadî’ û dîroka xwişkên Mîrabel vegot. Gulîz Kaya da zanîn ku ew dizanin ku tundiya mêr ne bi çalakiyên şexsî yên gumanbaran, bi teşeyên îdeolojîk yên dewletê teşe dibin. Gulîz Kaya got ew rêxistibûna xwe bi “Jin, Jiyan, Azadî” diqîrin.
Gulîz Kaya diyar kir ku sûcên li hember jinan bê bêcezahiştinê encam dibin û got: “Di serî d eli Tirkiyeyê gelek dewlet peymanan li ser kaxizê dihêlin û pêk naynin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em jin wê têkoşîna azadî û wekheviyê bidomînin. Jin, Jiyan, Azadî li dijî binpêkirinê serhildane.”
‘EM Ê TUNDIYÊ JI JIYANA XWE DERXÎNIN’
Piştre li ser navê TJA’yê Gultan Kişanak axivî û got: “Em jin soz didin ku bi têkoşînê van bendan rakin û hemû deriyên li ser me hatine girtin em ê vekin. Jin li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Jin li dijî koletiyê azadiyê diparêzin. Jin li dijî tundiyê jiyana azad diparêzin. Li dijî şer aştiyê diparêze. Em rewa û mafdar in. Yên şer û koletiyê ferz dikin ne rewa ne. Em ê tundiyê ji jiyana xwe derxînin, em ê destûrê nedin kuştina jinan. Em destûrê nadin ku zarok bên qetilkirin. Em tundiya li ser jiyana me, kolan, malên me tê ferzkirin red dikin û aştiyê bînin.”
‘EM Ê DESTÛR NEDIN’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî axivî û wiha got: “Îro ji malan ji dibistanan, ji erd û fabrîkayan yên hatine qadan; dixwestin û dikaribûn bên, yên dilê wan bi agirê azadiyê dişewite, em hemû xwişkên xwe silav dikin. Em vê rojê wek roja hatina gel hev qebûl dikin. Di 25’ê Mijdarê de em li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin. Rojê 3 jin tên qetilkirin. Dewlet temaşevan dimîne. Em ê destur nedin ku mafên me bên desteserkirin. Em ê destu nedin ku dest bidin qanûna 6284. Nagîhan Akarsel û Hevrîn Xelef rumeta me ne.”
ÇÎGDEM KILIÇGUN UÇAR: REHBERA ME ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ YE
Hevseroka Gitşî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û axivî û got: “Ne walî bila desthilatdarî bê, ne desthilatdarî bila pergala serdest ya mêr bê. Rehbera me ‘Jin, jiyan, Azadiye’. Em dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin. Ev li dijî qetilkirinên desthilatdarî li dijî parastina gumanbaran, dirûşmeya rêxistibûna jinane.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.