Polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP’ê kaosa di nava sîstema tenduristiyê de roj bi roj hîn giran dike. Gelên li Kurdistanê û Tirkiyeyê nikarin xizmeta tenduristiyê werbigirin, krîza randevûyan jî hîn dewam dike. Di demeke bi vî rengî de li Amedê pirsgirêkên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl dewam dikin.
Endamê Desteya Rêveber a Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Bekîr Toprak li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Amedê ji ANF’ê re axivî. Bekîr Toprak got, “Pirsgirêkên li qada tenduristiyê mixabin ji ber bêliyakatiya rêveberên li nexweşxaneyên me ne. Kiryarên kêfî yên li ser kedkar û xebatkarên tenduristiyê, moral û motîvasyona xebatkaran kêm dike. Ji ber ku hejmara doktoran kêm e, xizmeta tenduristiyê ji gel re nayê dayin. Doktorek neçar dimîne ku rojê li zêdeyî sed nexweşan binihêre. Ev rewş bandorê li performansa doktor jî dike û dibe sedem ku teşhîsa şaş û tedawiya şaş bike. Lewma nexweş jî mexdûr dibin.”
RANDEVÛ BI DESTÊ GEL NAKEVE
Toprak li ser pirsgirêkên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl got, “Ev nexweşxane ne tenê ji bo Amedê, lê ji bo tevahiya Kurdistanê xizmetê dike. Rojane nêzî 10 hezar nexweş têne dermankirin. Ji sîstema randevûyê heta bi tedawiya rast a nexweşan bi hezaran pirsgirêk li nexweşxaneyê hene. Weke sendîka ji bo çareserkirina van pirsgirêkan me hewl dan bi rêveberiya nexweşxaneyê re hevdîtinê bikin lê mixabin bersiv nehate dayin, naxwazin me bibihîzin.
Bi taybetî kêmbûna hejmara xebatkaran pirsgirêkeke mezin e. Pirsgirêk herî zêde jî di sîstema randevûyê de heye. Ji bo hin beşan wergirtina randevûyê gelekî zehmet e. Bi taybetî nexweşên kanserê nikarin randevûyê werbigirin. Çawa ku nexweş mexdûr dibin, kedkarên tenduristiyê jî ji ber karê zêde mexdûr dibin. Ji ber pirsgirêkên li nexweşxaneyan tundî li kedkarên tenduristiyê tê kirin. Rêveberî di vê mijarê de naxwaze gavekê biavêje.”
DIVÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ XIZMETA TENDURISTIYÊ BÊ DAYIN
Bekîr Toprak destnîşan kir ku weke Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan ew karekî berfireh dimeşînin û got, “Em sendîkayeke civakî ne. Tenduristiya vî bajarî û vê herêmê ji bo me girîng e. Bi taybetî em daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê dikin. Eger bi zimanê dayikê xizmeta tenduristiyê bê dayin, hingî tedawîkirina nexweşan jî wê hêsan be. Di bingeha pirsgirêkên tenduristiyê de nebûna xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê heye. Divê xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê zêde bibe.”