Duşem, 18 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sor: Xurtkitina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erka şoreşgerî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Santiago Zabala: Hewldanên Ocalan divê vala neçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê goreke din a komî ya ji hestiyên qurbaniyên Êzidî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê peyama ‘Em ê li ber xwe bidin’ hat dayîn
Rojane

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê peyama ‘Em ê li ber xwe bidin’ hat dayîn

Di çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê de hat gotin, “100 sal in gelê Kurd nikarin teslîm bigirin, hewl didin teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li Amed û Antalyayê desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin şermezarkirin. Hilbijêrên ku bi gel re daxuyanî dan, peyama berdewamiya berxwedana li dijî desteserkirina îradeyê  dan.

AMED

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, hevşaredaran û nûnerên gelek saziyan li Parka Rojava hatin ba hev.

Polîsan gel dorpêç kirin, gel jî bi çepikan bertek nîşanî dorpêçê dan û li ber stranên berxwedanê demeke dirêj govend gerand.

‘GEL WÊ PAŞVE GAV NAVÊJE’

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di çalakiyê de axivî û got, “Divê em berxwedanê bidomînin û ti carî dest ji doza xwe ya mafdar bernedin. Qeyûmên hatine tayînkirin wê her dem jiyana me îstîsmar bikin. Bi berxwedanê em ê ti carî tawîzê nedin. Hûn dizanin ku pergala qeyûman bê çi bi xwe re tîne. Me dît ku qeyûman hemû tiştên gel li alîgirên xwe belav kirin. Ji ber vê em ê li ber xwe bidin. Şer dijwar e, lê aştî jê dijwartir e. 100 sal in gelê Kurd nikarin teslîm bigirin, hewl didin teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Ev gel 100 sal in paşve gav neavêtiye û ji niha û pê ve jî paşve gav navêje.”

HATÛN: KES NIKARE VÎNA ME DESTESER BIKE

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn anî ziman ku ji bilî xizmeta gel ti polîtîkayeke wan nîne û wiha axivî: “8 sal in li vî bajarî av, rê û xizmet tune. Mirov ji birçîna dimirin; rojekê dengek ji devê te derneket. Êdî bes e! Caneke me heye, Xwedê ew daye me, herî zêde hûn dikarin wê bistînin. Em ji îradeya xwe tawîzê nadin, tu kes jî nikare ji îradeya me desteser bike. Em ê li vir rûnin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Zext nikarin me bitirsînin” bi dawî bû. Girse piştî çalakiya rûniştinê belav bû.

WAN

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li ber Aydin Perîhan AVM’ê daxuyanî da çapemeniyê.  DEM Partî, CHP, DBP, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Li ser navê platformê Ridvan Îmren li ber pankarta “Ne îradeya qeyûma, îradeya gel! Em ê rê nedin qeyûm û faşîzmê” dxuyanî xwend. 

Îmren diyar kir ku demokrasî tenê ne hilbijartin e û got, “Em di têkoşîna aştî û edaletê de bi biryar in. Berpirsiyariya me ya herî girîng parastina vîna gelê xwe, ji nû ve avakirina jîngeha aram û misogerkirina aştiya civakî ye. Em careke din bang dikin ku divê demildest dev ji vê derbeya li vîna gel bê berdan.”

ESKÎŞEHÎR

Platforma Demokrasiya Kedê ya Eskîşehîrê li ber Kanatli AVM’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Em ê destûrê nedin xespkirin, rantê û talanê”, “Wê qeyûm biçin, em ê bimînin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin. Li ser navê girseyê Sîmay Kart daxuyanî xwend. 

Simay Aba Kart got, “Gelê Tirkiyeyê tu carî serî li ber vê zilmê netewandiye. Di hilbijartinên xwecihî yên dawî de, hikûmet ji ber van pêkanînan gelek winda kir, her ku di vê rêbazê de israr bike wê zêdetir winda bike. Darbeya qeyûman pirsgirêka demokrasî û azadiyê ya 85 milyon kesî ye û eger pêşiya wê neyê girtin, tenê bi bajarên Kurdan û şaredariyên ku heta niha hatine desteserkirin sînorkiriî namîne.”  

DÎLOK 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê li Parka Yeşîlsû ya navçeya Mezmaxor daxuyaniyek da çapemeniyê.

DEM Partî, DBP, Serokê Baroya Dîlokê Bulent Duran û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Qeyûm di wateya Destûra Bingehîn de xespkirina bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm ji bo her kesî peyameke. Ev rewşa derveyî hiqûqê bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmên “Ne qe”yûm, demokrasî û “Roj wê were qeyûm hesab bidin” bi dawî bû.  

ŞEMZÎNAN 

Desteserkirina îradeyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Şemzînan a Colemêrgê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Şemzînanê Agîd Tekîn diyar kir ku qeyûm darbe ye û anî ziman ku ew ê têkoşîna li dijî dagirkeriyê berfirehtir bikin. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Qeyûm desteserkirine, derbeya li gel e”, “Bijî berxwedana Mêrdîn, Êlih ve Xelfetî”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. 

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Zext nikarin me bitirsînin” bi dawî bû. Giirse piştî çalakiya rûniştinê belav bû.

ANTALYA

Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê li Meydana Attalos daxuyanî çapemeniyê da. Di çalakiyê de pankarta “Em ê bi berxwedanê li dijî tinekirina îradeyê bi ser bikevin” hat vekirin û dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bi din hev” hatin berzkirin.

Rêvebera DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdag diyar kir ku nikarin bi qeyûman îradeya gel desteser bikin û got, “Darbeyên berê yên qeyûman ji aliyê gel ve hatin redkirin. Di hilbijartinan de têk çûn û gel îradeya xwe ji bo partiya me bikar anî. Israrkirina di darbeya qeyûman ên ku di her hilbijartinê de têk diçe, nîşaneya têkçûna siyasî ye. Desthilata AKP-MHP’ê şaredariyên ku di hilbijartinê de bi dest nexistin, hewl dide bi daraz û hêzên ewlehiyê desteser bikin. Darbeya qeyûman veguherandine rejîmê.” 

Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî girseyê kir û Alî Butkulu binçav kirin.

HATAY 

Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Hatayê li navçeyên Antakya û Samandagê daxuyanî dan. Şandeya CHP’ê jî beşdarî çalakiyan bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm derbeya li demokrasiyê ye” hate vekirin û dirûşma “Bi tenê rizgarî nabe, yan hemû bi hev re yan jî qet” hat berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Hatayê Naîm Ozbek diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re rewabûna demokratîk a hikûmetê bi dawî bûye û got, “Ew kesên ku dibêjin em li dijî wesayet û darbeyê têdikoşin, bi xwe veguherîn derbekaran. Gelê Tirkiyeyê tu carî serî li ber vê zilmê natewîne. Çawa ku heta niha li dijî her cure desteserkirina mafan li qadan têkoşiyan, ji niha û pê ve jî em ê li dijî neheqiyê her tim li qadan bin.”

ÎZMÎR 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîkîlî li Meydana Bulent Ecevît çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm derbeya li vîna gel e” hat vekirin. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî. Akin anî ziman ku hikûmetê ji hilbijartinên xwecihî ti ders negirt. Akin bal kişand ser têkoşîna gel a li dijî desteserkirina îradeyê û banga têkoşîna hevpar kir.

MANÎSA 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manîsayê jî li Meydana Manolyayê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku gelek kes lê amade bûn de pankarta “Em ê destûrê nedin desteserkirina vîna gel” û dovîzên “Em vîna gel diparêzin” û “Yê ku bi hilbijartinê  hat divê bi hilbijartinê biçe” hatin berzkirin. 

Di daxuyaniyê de rêveberên CHP û DEM Partiyê mafê axaftinê girtin û destnîşan kirin ku ew li dijî qeyûman in û divê li dijî vê yekê bi hev re têbikoşin. 

Ufuk Doruk ê ku li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manîsayê daxuyanî da, destnîşan kir ku ew ê qeyûman qebûl nekin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Êlihê polîsan êrîş kir, gel li ber xwe dide
Nûçeya Pişt re Li Xelfetiyê çalakiya li dijî desteserkirinê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Kabûlê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi, piştî ku Talîbanê li ser desthilatdariya Afganistanê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hindîstanê serokê serhildana Maoîst a nîv sedsalî hate kuştin

Wezîrê Karên Hundir ê Hindîstanê Amît Shah ragihand ku sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Deriyên Îmraliyê divê tavilê bêne vekirin!

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li civîna hevşaredaran axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Pakistanê karesata muson: 150 kes hîna winda ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li febrîqeyeke cebilxaneyan a Rûsyayê teqîn: Zêdeyî 20 mirî, 134 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Amnesty International: Îsraîl ‘kampanyaya birçîhiştinê ya bi zanebûnî’ bi rê ve dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Bolîvyayê namzetên rastgir ji bo tûra duyemîn man û çepgir têk çûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?