Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    11 partiyan ji bo aştî û demokrasiyê banga avêtina gavên şênber kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Naqqarînê 270 cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Li bajarên Kurdistanê di 6 mehan de herî kêm hezar û 820 caran maf hatine binpêkirin’
Rojane

‘Li bajarên Kurdistanê di 6 mehan de herî kêm hezar û 820 caran maf hatine binpêkirin’

Şaxa ÎHD’a Amedê ragihand ku li bajarên Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de herî kêm hezar û 820 caran maf hatine binpêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tebax 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirina mafan ên di nava 6 mehan de li bajarên bakurê Kurdistanê hatine kirin, parve kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate aşkerakirin. Beşa nirxandinê ya raporê ji hêla endama MYK’a ÎHD’ê Rumeysa Denîz Kaya ve hate xwendin.

Rumeysa Denîz Kaya, diyar kir ku pêvajoya piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê dest pê kirî, ji bo aştiyeke mayinde û birûmet û ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafên mirovan ên li bakurê Kurdistanê ku êdî kronîk bûne firsendeke. Rumeysa Denîz Kaya, wiha domand: “Zêdetirî 100 sal in pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û vê jî rê li ber binpêkirinên mafan ên giran vekiriye. Çareseriyeke rasteqîn, bi derxistina heqîqetê, bi avakirina baweriya civakê, bi hevrûbûna bi rabûrdiyê re, bi guherîn û veguherîna hiqûqî û siyasî ya li ser bingeha hemwelatiya wekhev pêkan e.Tecrûbeyên berê nîşan didin ku aştî ne tenê li ser maseyê, bi tevlîbûna civakê û bi hevrûbûnê pêkane . Lewma girîng e ku xebatên ji bo aştiyê bi gavên aşkerayî û jidil bên kirin.”

Bi domdarî Rumeysa Denîz Kayayê got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê mekanîzmayên piranîparêz, şefaf û ji venêrîna civakê re vekirî bên avakirin û wiha pê de çû: “Ji bo Abdullah Ocalan bi awayekî çalak tev li mizakereyan bibe, divê mafê wî yê pêwendîdanîna biewle were cîbicîkirin, bikare bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re bi rêk û pêk hevdîtinan bike û mercên wî yên fîzîkî li gorî hiqûqa navneteweyî bin. Divê ne tenê aliyên şer lê hemû derdorên civakê tev li pêvajoyê bibin. Destûreke bingehîn a avaker, bi rêbazên pranîparêz ku xwe dispêrên beşdariya civakê dikare rewa bibe. Destûra bingehîn divê bikare ji daxwazên civakê re bibe bersiv. Divê mafên zimanê dayikê, hemwelatiya wekhev û çandê yên gelê Kurd bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Her wiha divê TMK were rakirin û yasayên li gorî normên hiqûqa mirovahiyê bên çêkirin. Ji bo berdana girtiyên siyasî divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin ku ev yek dê rewatiya pêvajoyê xurt bike. Divê rejîma înfazê ya girtiyên siyasî li goî normên navneteweyî bin û bikarin mafê xwe bi kar bînin.”

Di berdewamê de Rumeysa Denîz Kayayê bi lêv kir ku tevî pêvajoyê jî binpêkirinên li bajarên Kurdistanê didomin. Rumeysa Denîz Kayayê got ku weke ÎHD’ê ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ji vir şûnde jî hemû binpêkirinan bikin belge û parve bikin. Rumeysa Denîz Kayayê ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê bi mizakereyan bidome û ji bo encamgirtina wê banga hewldanên mezintir kir.

Piştre jî daneyên di raporê de ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Tahir Saçalki ve hatin xwendin.

Binpêkirin wiha ne:

BINPÊKIRINÊN MAFÊN JIYANÊ

“* Li bajarên herêmê ji ber sedemên ‘kuştina bi keyfî, bikaranîna çek û hêza newekhev û guhnedana hişyariya raweste’ welatiyek jiyana xwe ji dest da.

* Li girtîgehên herêmê girtiyek ji ber nexweşiyê, 3 girtî jî bi îdîaya întîxar kirine jiyana xwe ji dest dan. Di encama şaşî û xemsariyê de herî kêm 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 18 welatî jî bi awayên cuda birîndar bûn Li bajarên heremî hêzek qanûnî bi gumanbarî ji ber întîxarê jiyana xwe ji dest da.

* Li bajarên herêmê herî kêm endamek partiya siyasî, bijîşkek û 3 xebatkarên tenduristiyê rastî êrîşê hatin, di encamê de herî kêm mamosteyek û rêveberekî herêmî ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarên herêmî û pevçûnên li ser sînor, herî kêm 7 wezîfedarên hiqûqê û herî kêm 16 milîtanên çekdar jiyana xwe ji dest dan.

* Li bajarên herêmê 10 jê zarok, 23 jin û 9 mêr herî kêm 42 welatî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

BINPÊKIRÊN DEMA PEVÇÛNAN

* Li 4 bajarên herêmê û navçeyên ser sînor bi sedan qadan 14 caran wek herêmên ewlehiya taybet hatin ragihandin.

* Herî kêm cenazeye mîlîtanek rêxistinê teslîmî malbatê nehat kirin û cenazeyek jî ligel hewldanan dereng teslîmî malbatê hat kirin. Goristanên endamên rêxistinê herî kêm 3 caran rastî êrîşê hat.

* Li bajarên herêmê li ser îdiaya 2 gorên komî hene ji aliyê merciyên peywirdar û saziyên civaka sivîl lêkolîn hatin kirin.

BINPÊKIRINA MAFÊN JIYANÊ YA JINAN

* Di encama tundiya nav malbatê herî kêm 18 jinan jiyana xwe ji dest dan û 3 jin jî birîndar bûn.

* Di encama êrîşan de 6 jinan jiyana xwe ji dest dan û 2 jin jî birîndar bûn. Herî kêm li hemberî 2 jinan êrîşa zayendî pêk hat û zext li 4 jinan hat kirin ku fihûşê bikin.

BINPÊKIRINA MAFÊN JIYANÊ YA ZAROKAN

* Li bajarên herêmê herî kêm zarokek hewldana întîxarê kir. Li herêmê herî kêm zarokek jî rastî şîdeta nava malê hatin û herî kêm 9 zarok bûn mexdûrên îstîsmara zayendî.

* Di encama şîdeta li qada civakî de herî kêm 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 2 zarok jî birîndar bûn. Di qada civakî de herî kêm 27 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û zext li 2 zarokan hat kirin ku fihûşê bikin.

BINPÊKIRINÊN LI HEMBERÎ QEDEXEYA ÊŞKENCEYÊ

* Li herêmê herî kêm 6 welatî hatin binçavkirin û 257 welatî jî rastî êşkenceyê hatin û her wiha li girtîgehan jî herî kêm 18 girtî rastî êşkenceyê hatin.

* Herî kêm 4 welatî rastî zexta sîxurtiyê hatin û gef li rojnamegerekî hat xwarin.

BINPÊKIRINÊN AZADIYA TAKEKESÎ Û EWLEHIYÊ

* Li bajarên herêmê herî kêm yek jê zarok 518 welatî hatin binçavkirin. 5 jê zarok herî kêm 62 welatî hatin girtin. Der barê herî kêm 1 hemwelatî de biryara girtina malê hat dayîn. Li herêmê herî kêm 112 mal/kargeh rastî serdagirtinê hatin.

BINPÊKIRINÊN TÊKILDARÎ AZADIYA RAMANÊ

* Li herêmê herî kêm 3 bername hatin qedexekirin. Biryara desteserkirina herî kêm 6 pirtûkan hat dayîn. Dadgehên li herêmê, -xwegihandinê herî kêm li 10 malperên nûçeyan qedexe kir. Di 40 dosyayên lêpirsînê de herî kêm der heqê 143 welatiyan de lêpirsîn hat vekirin.

* Di 13 dosyayên dozê de der heqê 45 welatiyan de doz hat vekirin. Di 32 dosyayan de ku siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de hene, cezayên cuda yên girtîgehê û pere li 65 welatiyan hate birîn. Herî kêm komeleyek û avahiyeke şaredariyê ya li herêmê rastî êrîş an jî serdagirtinê hatin.

BINPÊKIRINÊN TÊKILDARÎ AZADIYA XWEPÊŞANDANAN

* Karmendên hiqûqê herî kêm mudaxaleyî 12 civîn û xwepêşandanan kirin. Walîtiyan herî kêm civînek û xwepêşandanek betal kirin. Li 5 bajarên herêmê walîtiyê herî kêm 6 caran qedexeya civîn û meşên xwepêşandanan ku çend rojan berdewam kir da.

BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN

* Di girtîgehan de 12 girtî bêyî hincet an jî hincetên cuda sewqî girtîgehên din hatin kirin. Mafên tenduristiyê yên herî kêm 8 girtiyan, mafên ragihandinê yên herî kêm 2 girtiyan û mafên aktîvîteyên civakî yên herî kêm 3 girtiyan hatin binpêkirin.

* Herî kêm 3 girtî rastî lêpirsînê hatin û herî kêm 2 girtî rastî cezayê dîsîplînê hatin. Înfaza herî kêm 10 girtiyan bi sedemên cuda hat taloqkirin (nehatina li ber desteyê, cezayê dîsîplînê, ne nîşandana poşmaniyê, ne beşdarbûna merasîman di rojên olî û neteweyî de).

BINPÊKIRINÊN MAFÊN CIVAKÎ Û ABORIYÊ

* Di şert û mercên ne ewle yên kar de ku ewlehiya kar nayê girtin, 3 jê zarok herî kêm 49 karker jiyana xwe ji dest dan, 3 jê zarok 12 karker birîndar bûn. Herî kêm 139 karker ji kar hatin derxistin û herî kêm li dijî kesek lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.

CUDAKARÎ

* Ji ber baweriya xwe ya olî herî kêm kesek rastî êrîşê hat; Di 2 bûyeran de herî kêm ekîbên sporê ji ber neteweya xwe rastî êrîşê hatin.

* Li 3 şaredariyên herêmê qayûm hat tayînkirin.

* Li herêmê herî kêm mafê 2 welatiyan ê tenduristiyê hat binpêkirin.

* Li herêmê herî kêm 10 şewatên daristanan, lêkolîna madenê û birîna daran pêk hat.

* Li gorî vê yekê, li herêmê herî kêm 1820 binpêkirinên mafên mirovan hatin tespîtkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyên 22 qurbaniyên fermanê wê bêne veşartin
Nûçeya Pişt re Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirkeran bombe li Minbicê barandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvê şevê bombe lı bakur rojavayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Aqlê Çêkirî û Têkîlîyên Navneteweyî

Sîstema nûjen a têkiliyên navneteweyî, ku hawîrdorek tevlihev û pir-aktorî ye, bi pîleya bilind a…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih û Colemêrgê bi şîara “Bila…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

11 partiyan ji bo aştî û demokrasiyê banga avêtina gavên şênber kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Naqqarînê 270 cenaze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?