Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Jin

Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

Çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku bi pêşengiya Kongra Star birêxistinkirin didomin. Di vê çarçoveyê de civîn hatin lidar xistin, hêzên ewlehiyê û saziyên sivîl hatin ziyaretkirin û daxuyanî hatin dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiyên Kongra Star bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di roja 5’an de dewam dikin. Di vê çarçoveyê de serdana Asayîşa Jinan û Hêzên Parastina Civakî –Jin ên bajarê Hesekê hatin kirin.

Endamên Kongra Star, di serdanê de wêneyê şehîd Ziyad Heleb û nameya pîrozkirina 8’ê Adarê diyarî Asayîşa Jinan û Hêzên Parastina Civakî-Jin kirin.

QAMIŞLO

Kongra Star a taxa Cûdî ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya hejmareke jinan û şêniyên herêmê, çalakiyek li Parka Şehîdan lidar xist û daxuyanî da.

Rêvebera Baxçeyê Zarokan a Ararat Nesrîn Abdullah bi zimanê Kurdî û endama Kongra Star a taxa Cûdî Cala Mele Hacî bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin û hate diyarkirin: “Ev roj qêrîna jinan a li hemberî kedxwariyê ye. Roja daxwaza mafan bû û pîrozkirina destkeftiyên jinan e. Di heman demê de roja têkoşîna wan a ji bo wekhevî û edaletê ye. Em vê rojê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîroz dikin û teqez dikin ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye.”

Di daxuyaniyê de, bang li jinan hat kirin ku li hemberî feraseta bavikslar têkoşîna avakirina pergaleke demokratîk û jîngehî mezin bikin û wiha bi dawî bû: “8’ê Adarê ji bo jinên Kurd vejînek e. Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku azadî bi jinan dest pê dike û rola wan hêzek mezin ji bo guhertin û pêşkeftinê ye. Her wiha sembola dayînê ye û ronahiyek e ku rêyên nifşan ronî dike.”

TIRBESPIYÊ
Bi heman boneyê Meclîsa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê civînek ji jinan re lidar xist.
Civîn li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna bi dehan jinên bajar û gundeawrên Tirbespiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Rêvebera Kongra Star a Tirbespiyê Şehnaz Şerîf axivî û got: “Roja Jinan a Cîhanê li jinên ku li hemberî zilmê û desthilatdariyê têdikoşin û berxwedanê dikin li wan pîroz dikim.”
Şehnaz Şerîf, destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê jin destaneke dîrokî dinivîse, di hemû aliyan de xwe bi rêxistin kirine û pêşengiya şoreşê dikin.

Şehnaz Şerîf, da zanîn ku divê di destûra Sûriyeyê de, destkeftiyên jinan werin parastin û wiha dom kir: “Ji bo ku em karibin di civakek azad de bijîn û destkeftiyên xwe biparêzin, divê em jin têkoşînê mezintir bikin.”

ÇILAXA

Endamên Kongra Star ên bajarê Çilaxa jî serdana bendên kontrolê yên Asayîşê kir.
Endamên Kongra Star 8’ê Adarê li hêzên Asayîşê yên li ser bendên kontrolê pîroz kir û gul û kembera bi şeklê keziyan hatine çêkirin, diyarî endamên Asayîşa Jinan kir.

Di serdanê de endama Kongra Star Nezha Seyfedîn, ji ber keda wan a parastina herêmê spasiya Asayîşê kir.

Ji rêveberên Asayîşa Çilaxayê Mîna Ebbo, jî spasiya endamên Kongra Star kir û 8’ê Adarê li wan pîroz kir. Her wiha anî ziman ku dê erak xwe ya parastina herêmê û tevahî pêkhateyên wê bidomînin.

GIRKÊ LEGÊ

Rêveberiya Dibistanan a Girkê Legê jî daxuyaniyek li pêşiya avahiya saziya perwerdeyê da. Daxuyanî bi amadebûna mamoste û rêveberan ji aliyê mamoste Coza Elî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku Roja Jinan a Cîhanê ji têkoşîn û daxwazên jinên azad bi pêşengiya Clara Zetkin û hevalên wê derketiye holê û bûye dengek cîhanî ji bo jinên ku daxwaza maf, wekhevî û rûmetê dikin. Hat destnîşankirin ku ev bang gihîştiye Kurdistanê, jinên Kurd bi îradeyek xurt û ruhek têkoşînê bersiv dane. Her wiha hate diyarkirin ku jin di şert û mercên herî dijwar de jî di qadên têkoşînê de, çi jî di jiyana siyasî û civakî de, bûne sembola hêvî û azadiyê.
Di daxuyaniyê de, şehîdên têkoşîna azadiya jin hatin bibîranîn û 8’ê Adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin.

Di dawiyê de endam û rêveberên Rêveberiya Dibistanan şêranî çêkirin û pêşkêşî Asayîşê kir.
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê jî, endam û rêveberên Kongra Star serdana saziyên sivîl kir.
Di serdanê de girîngiya 8’ê Adarê wekî roja têkoşîna jinan a ji bo azadî, edalet û wekheviyê hat vegotin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandara YPJ’ê û şervanê QSD’ê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Nûçeya Pişt re KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Humsê 2 ciwanên ku hatibûn revandin, hatin qetilkirin

Li Humsê 2 ciwanên ji mezheba Elewî piştî ku hatin revandin, bi awayekî hovane hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

MKG’ê serdana IFJ’ê kir

MKG’ê serdana nûnertiya IFJ’ê kir û rapora binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin parve kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêber Apo re wê hezar û 500 name bêne şandin

Jinên ji 6 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê hezar û 500 nameyan ji Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li hin herêmên Fransayê wê qedexeya derketina derve pêk bên

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?