Duşem, 20 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên li dijî komployê
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên li dijî komployê

Li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera Komploya Naveneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an civîn û çalakî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Di çalakî û civînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hate destnîşankirin ku komplo êrîşa li dijî têkoşîna azadiya gelan e û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

 Di çalakiyan de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana QSD” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

KANTONA REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, bi armanca şermezarkirina komployê meşek li dar xist. Bi sedan jinên ji kantonên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Firatê beşdarî meşê bûn.

Meş ji Çerxerêya Panorama ya naverasta bajarê Reqayê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke yên bajêr geriyan û li Qada Jinan veguherî mîtîngê. Li vir berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî  û got: “Em jinên Firatê bi saya fikira Rêber Abdullah Ocalan dijîn. Em îro hemû pêşeng û têkoşer in. Azadiya me girêdayî azadiya Rêbertî ye.”

Xûd wiha domand: “Em bang li tevahî netewe û olên xwe dikin ku daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedana dîrokî lê dide û têkoşîna me li tevahî qadan ji bo têkbirina vê komployê didome.”

Xûd bal kişand ser berxwedana QSD û YPJˋê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: “Berxwedana Bendava Tişrînê berxwedaneke efsanewî ye. Di oxira parastina herêmê ji êrîşan keç û xortên me şehîd bûn. Êdî ev bend bûye sembola berxwedanê.”

Di dawiya meşê de koma Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî pêşkêş kir.

KANTONA CÎZÎRÊ

Li Kantona Cîzîrê li Til Hemîş, Dêrîk, Amûdê, Rimelan, Til Koçer û Çilaxayê civîn hatin lidarxistin.

TIL HEMÎS

Meclisa Bajarê Til Hemîsê bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo civînek li dar xist. Civîn li Navenda Çandê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajar û gundên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê Rûken Cûdî axivî. Rûken pêvajoyên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo vegot û got, “Me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku revandina Rêber Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd neşkenand, lê belê rihê wî yê berxwedan û têkoşînê geştir kir.”

Rûken Cûdî anî ziman ku heya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê li ser fikr û felsefeya wî bimeşin.

Di dawiya civînê de dirşûmên “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Jin, Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

DÊRIK

Meclisa Kongra Star a bajarê Dêrikê jî civînek ji gel re li dar xist. Di civîna bi rêzgirtinê dest pê kir de endama Kongra Star Gulîstan Osman axivî. Gulîstan Osman diyar kir armanca revandina Rêber Apo têkbirina tevgera azadî û doza gelê Kurd bû.

Gulîstan Osman destnîşan kir ku divê 15’ê Sibatê bibe roja aştiyê ji tevahî gelên Rojhilata Navîn re û gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe.

Civîn bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî civînek girseyî li nivîsgeha PYD’ê hat lidarxistin.

Di civînê hate diyarkirin ku gelê Kurd li hemberî planên qirkirinê yên dewleta Tirk sekinîn. Her wiha hate destnîşankirin ku serkeftinên hatine bidestxistina berhemên fikr û felsefeya Rêber Apo ne.

Beşdaran ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî soza domandina têkoşînê da.

Civîn bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

RIMÊLAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi beşdariya bi dehan jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê civînek li avahiya Sendîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê Neîma Hesen der barê komploya 15’ê Sibatê de axivî û got: “Komplo ne tenê di şexê Rêbertî de hat kirin, lê li dijî tevahî gelê Kurd bû.”

Neîma Hesen ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga têkoşîneke topyekûn kir û diyar kir ku têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşek ji têkoşîna ji bo aştiyê ye.

Civîn bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

TIL KOÇER

Bi heman wesîleyê Meclisa Bajarê Til Koçerê li navenda HPC’ê civînek bi beşdariya bi dehan şêniyan li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê meclisê Newaf El Xedan der barê komployê, armancên wê û hêzên komploger de nirxandin kir.

Rêveberê Nivîsgeha PYD’ê ya Til Koçerê Mekseb El Seyah jî der barê mijarê de nirxandin kir û got, armanc ji komployê têkbirina berxwedana gelê e ku di rêya azadiyê de ramanên Rêber Apo esas girtiye ye.

Mekseb El Seyah diyar kir ku Rêber Apo bi berxwedana xwe komplo pûç kir û wiha domand “Fikrê Rêbertî rêya azadiya me ye, lew ra divê em qada têkoşînê fireh bikin û li dora fikrê Rêbertiya xwe kom bibin.”

 Civîn bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

ÇILAXA

Li bajarokê Abirê jî bi beşdariya bi dehan jinan civînek hat lidarxistin. Civîn li avahiya  Meclisa Bajarokê Abirê ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.

Di civînê de Hevseroka Yekitiya Esnafan a TEV-DEM’ê Henîfe Mihemed axivî û got, “Rêber Abdullah Ocalan hêvî da gelê Kurd û doza wî vejand.”

Henîfe Mihemed diyar kir ku Rêber Apo ne tenê Kurd, di heman demê de rêya têkoşînê li pêşiya tevahî tevgerên li cîhanê vekir.

Henîfe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kir.

 Civîn bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

KANTONA HESEKÊ

Bi boneya şermezarkirina salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, Meclisa Jinan a PYD’ê li Hesekê, Şedadê, Hol û Til Birakê daxuyanî dan.

Daxuyaniya li bajarê Hesek bi beşdariya bi dehan endamên rêxistinên jinan hate dayîn û ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a PYD’ê Huda Mihemed ve hat xwendin. Li Şedadê jî jî daxuyanî bi amadebûna endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate dayîn. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa bajarê ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê ya Şedadê Delal Zekeriya ve hat xwendin.

HOL

Li Holê jî daxuyaniya li pêşiya avahiya PYD’ê ji aliyê rêvebera Komîteya Sotemeniyê Hîba El Hewas ve hat xwendin. Daxuyaniya li Til Birakê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî li ber avahiya PYD’ê ji aliyê endama PYD’ê Henîn Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyande hate diyarkirin ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo berdewama komployên li dijî gelên azadîxwaz ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, komploya ku beriya 26 salan dest pê kir heya roja îro dewam dike û wiha hat domandin “Girtîgeha Îmraliyê kirin cihekî tecrîdkirinê, lê Rêbertî girtîgeh veguherand navenda berxwedan û fikrên demokratîk û bi projeya neteweya demokratîk çareserî ji pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn re pêşkêş kiriye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê îsal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate kirin ku dawî li tecrîdê bînin û qanûnên navneteweyî yên mîsogerkirina mafên girtiyên siyasî bi cih bînin.

Bi heman çarçoveyê de, Kongreya Star civîneke girseyî li bajarê Holê li dar xist. Bi dehan şêniyên bajar, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama Kongra Star Hîna El Ehmed axivî û qala jiyana Rêber Apo û hurguliyên komploya navneteweyî ya li dijî wî kirin.

Hîba El Ehmed bal kişand ser pergala êşkence û qirkirinê ku li dijî Rêber Apo tê meşandin û got, pergal beşek ji siyaseta sîstematîk e ku armanc dike li ber belavbûna ramanên wî bigirin.

Di dawiya civînê de belgefîlmeke li ser jiyana Rêber Apo, pêvajoyên têkoşîna wî, felsefeya wî û bandora ramanên wî li ser tevgera siyasî û civakî hat temaşekirin.

TIL BIRAK

PYD’ê di heman çarçoveyê de civîneke girseyî li bajarê Til Birakê li dar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl, leşker û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Di civînê de sînevîzyonek der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hat pêşandan. Piştre endama PYD’ê Mizgîn Botan beşk ji nirxandinên Rêber Abdullan Ocalan ên li ser komployê xwend.

Mizgîn Botan banga hevgirtinê li gel kir û got: “Em 15’ê Sibatê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.”

Civîn bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok Jiyan nabe” bi dawî bû.

HESEKÊ

Meclisa Bajarê Hesekê jî der barê komploya navneteweyî belavok li şêniyan hatin belavkirin. Di belavokan de bangên beşdariya mîtînga girêseyî hat kirin ku dê 15’ê Sibatê li Qada Azadî ya li Hesekê were lidarxistin.

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Eger daxwaza bangê ji Rêber Apo tê kirin, divê azad bibe û xwedî derfetê karkirinê be’
Nûçeya Pişt re Berdana Karataş ê 31 sal girtî ye dîsa hat taloqkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Leşkerên Tirk gule reşandin, li Kobanê zarokek birîndar bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku leşkerên Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Alayumat: Ji bo niha pênûsa me emanetê hevalên me yên derve ne

Rojnamevan Erdogan Alayumat ê li Girtîgeha Metrîsê tê girtin, bi rêya parêzerê xwe ev peyam…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Meclîsê: Banga Îmraliyê erênî ye, gelekî kêrhatî ye

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş anî ziman ku ew banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê 'erênî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê ji bo 2 şervanên QSD’ê merasîm hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Bolîvyayê hilbijartina serokatiyê: Du namzetên rastgir li hemberî hevdû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li DYE’yê bi milyonan mirov li dijî Trump daketin qadan: Em qral naxwazin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?