Li gorî nûçeya Kolbernewsê, kolber Mehdî Şerîf ê ji gundê Kanî Sewî yê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser xeta sînor a herêma Sardawî ya li nêzî Baneyê di encama êrîşa hêzên Îranê ve hate kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, Mehdî Şerîf bavê zarokekî bû.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku cenazeyê kolberê Kurd birin nexweşxaneya bajêr a Selahaddînê, lê belê heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin.
Di 6 mehên destpêkê yên îsal de li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşên hêzên Îranê de herî kêm 17 kolberan jiyana xwe ji dest dan, 20 kolber jî birîndar bûn.