Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li dijî Tundiya li ser Jinan, li Helebce, Silêmanî û Mexmûrê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
LI SILÊMANÎ PÊNGAVEK ÇALAKIYÊ YA 16 ROJAN HATE RAGIHANDIN
Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê, li parka Hewarî Şar ya li Silêmaniyê, bi daxuyaniyek çapemeniyê pêngavek 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan ragihand.
Di daxuyaniyê de çalakvanên jin, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên saziyên hikumî amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniyek li ser navê Koma Hemahengî hate xwendin.
Di daxuyaniya ji aliyê Arezu Xefur ve hatî xwendin de, wiha hate gotin; “Em weke Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê, ji bo dawîanîna tundiya dijîtal û hemû curên din yên tundiya ser jinan, vê pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan radigihînin. Bê guman ji bo têkoşînê jî pêwîstî bi hewldanên mezin hene. Di sedeya borî de, rewşa siyasî kir ku tundî zêde bibe. Tevî rewşa siyasî, sererastkirina yasaya Rewşa Kesî hate erêkirin û ev yek rewşa Iraqê ber bi salên pênciyan ve paşxist. Ev yek tundiya ser jinan zêde dike û jin koçî welatên derve dikin.
Tundî ne tenê di çarçoveya derûnî û fizikî deye, di heman demê de bi amêrên peywendiyê jî tên kirin, ji bo vê nabe tenê em di van 16 rojan de têbikoşin, divê hertim civak di warê êriş û gefên elektronî de werin hişyarkirin. Em bang li hemû civakê dikin ku ji bo dawîaniya tundiyê, dest bidin destê hev û dijî tundiyê rabin.”
Piştî daxuyaniyê berdevka Rêveberiya Tundûtujî ya Malbatê ya li Silêmaniyê Raz Firya jî axivî û got; “Em ê bi dirûşmeya ‘Dijî tundiyê em ê hev bigirin’ piştgiriya vê pêngavê bikîn. Em dixwazin mafê jin û malbatê bidest bixin û piştgiriya hemû jinan dikîn. Emê ji bo çareseriya pirsgirêkan bibin alîkar.”
Herî dawî jî jinan bi boneya pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiyê, 16 şitlên daran çandin.
LI MEXMÛRÊ MEŞEKÎ GIRSEYÎ HATE LIDARXISTIN
Xelkê Wargeha Mexmûr di bin pêşengtiya Meclisa Îştar de bi boneya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meşekî girseyî lidarxistin. Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heta ber parka Şehîd Aryen Cûdî dewam kir.
Di meşê de dovîz û wêneyên Rêber Apo û wêneyên jinên têkoşer yên ku hatine qetilkirin, her wiha pankartên bi nivîsa ‘Bi şîara banga aştî û civaka demokratîk bi pêşengtiya jinan emê aştiyê mîsoger bikin’, ‘tundî sûcê mirovahiyê ye’, ‘berxwedanê bilind bikîn, bi Rêber Apo re azad bijîn’, ‘li dijî hemû cûrên tundî, dagirkerî, desthilatdarî Jiyan Jiyan Azadî’ hatin hilgirtin.
Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û hwd hatin qêrîn. Piştî ku meş gihişt ber Parka Şehîd Aryen, li wê derê bi deqeyek rêzgirtin a di kesayeta şehîdên jin yên têkoşer de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser wateya rojê Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.
Filîz Budak di destpêka axaftinên xwe de tundiya li ser jinan şermezar kir û wiha got: “Bi boneya 25’ê Mijdarê, roja têkoşîna jinan li dijî tundî, tacîz, tecawiz, qirkirin, destdirêjiya li ser jin, di kesayeta jinê de li ser xweza û li ser hebûnê em sîstema zilamsalar şermezar dikin. Îro kombûna me ya li vê derê li tevahî cîhanê di kesayeta xwişkên Mîrabel de carek din rastiya mêrdewlet ya ku jinê, hebûna jinê, îradeya jinê ji bo xwe asteng dibîne bi hemû rê û rêbazên qirêj heta komkujiyê ser de diçe.
Di asta cîhanî de têkoşîna jinan ya li beranberî van komkujî, destdirêjî û qirkirinan tê pêkanîn, em dikarin bêjin li ser gotina Rêber Apo ya ku dibêje, sedsala 21’an sedsala şoreşa jinê ye û jin vê şoreşê diwelidînin, dayîktiya vê şoreşê jin dike. Îro bi awayekî şênber di asta cîhanî de bi pratîka jinên têkoşer û serhildêr derdikeve holê. Em dizanin ji 5 heta 10 hezar salan dewleta mêr hemû qadên jiyanê ji jinê re kiriye jehr. Li rûxmê ku xwediyê zanist, hebûn, azadî û hebûnê jine zilam bi hêza xwe ya zorê yekem hikumranî û desthilatdariya xwe li ser jinê daye pêkanîn ku bi wê ve li ser xweza û hemû heyînên di xwezayê de hemû tehekûma xwe daye pêkanîn û heta îro mirovahiyê rojên xweş nedîtiye.
Em ji Sarayan fêrî vê têkoşîn û berxwedanê bûn, em ji Bêrîtanan li hebmerî xiyanetê fêrî sekna bi heybet bûn û ji Zîlanan jî fêrî bûyîna bombeyek di mejiyê xwînxwaran de teqandinê bûn ku ev 30 salin em li Mexmûrê vê têkoşînê didin meşandin. Ji ber wê em dibêjin yekîtî û rêxistinbûyîna jinan wê me bibe serkeftinê.
Çawa ku Rêber Apo dibêje, ‘Tu çiqasî rêxistinkirî bî, tu ew qas heyî û tu çiqasî belavebî tu ewqas tune dibî.’ Weke jin jî em ji xwe re rêxistinbûyîn, hebûn û berdewamiyê digirin dest. Di vê çarçoveyê de avakirina konfederalîzma jinê, erkê bingehîn yê ku li pêşiya me ye.
Di dawiyê de jî şanoyek ku li ser tundiya jinan hatibû amadekirin, hat pêşkêşkirin.
LI HELEBCE PANEL HAT LIDARXISTIN Û KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN
Îro li Hola Dr. Mistefa Zelmî ya parêzgeha Helebce, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî, di yekem roja 16 rojên têkoşîna tundiya li dijî jinan de, panelek hat lidarxistin.
Di panelê de, Rêveberiya Tundiya li Dijî Jinan ya Helebceyê bi beşdariya gelek çalavanên jin yên Helebceyê, bi hevkariya li ger Rêveberiya Çavdêriya Pêşxistina Civakî, Zanîngeha Helebce, Koma Kar ya Helebce û Rêxistina Unicef, kampanyayek ya binavê ‘Em ê ji bo bidawîkirina tundiyê bibin yek’ dan destpêkirin.
Rêvebera Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Helebceyê Dr. Rêzan Seîd di panelê de axivî û got: “Li Helebceyê daneyên tundiyê ji deverên din kêmtirin. Lê heta meha Cotmehê, zêdetirî 60 bûyerên tundiyê çêbûne.”
Her wisa Rêveberê bi awayekî xeternak li ser bikaranîna şaş ya amûrên ragihandinê û teknolojiyê axivî, ku bûye sedemek sereke ya sûcan di nav malbatê de bi taybet jî li dijî jinan û got; “Îsal, du bûyerên qetilkirina jinan çêbûne û tawanbar bi nexweşiya derûnî hatin destnîşankirin.”
Seroka Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Helebceyê Dr. Rezan Seîd behsa raporek Netewên Yekbûyî kir ku dibêje %38’ê jinan bi tundiya psîkolojîk re rûbirû dimînin, %74’ê rojnamevanên jin bi tundiya elektronîk re rûbirû dimînin. Di dewamê de got; “Ez daxwaz dikim ku ji bo ji bo têkoşîna li dijî tundiya sûcên elektronîk yên ku keç û jin pê re rûbirû dimînin yasayek nû were danîn. Ji ber ku yasayên heyî hewce ne ku werin nûkirin.”
Di heman demê de, Mamostayê Zanîngeha Pêşxistina Mirovî Dr. Asos Awat jî di panelê de axivî û wiha got; “Tundiya navmalê kêm bûye. Lê tundiyek din derketiye holê ku ew jî tundiya elektronîke. Ji bo kêmkirina û ji holê rakirina sûc û tundiya elektronîk a li dijî jinan daxwaza nexşerêyek nû dikim. Tundiya eletronîk bi karanîna amûrên ragihandinê tê kirin. Sê yasa ji bo parastina qurbaniyan hene. Ew jî Yasaya Ceza ya Iraqê û Yasaya Bikaranîna Xirab a Amûrên Peywendiyane. Li gel van, Yasaya Têkoşîna li Dijî Tundiya Navmalê ye.”

