Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Belgeyeke têkildarî gazên ku di Komkujiya Dêrsimê de hatine bikaranîn derket holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê şehîdên azadiyê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi meşên girseyî serdanên ji bo taziyeyê didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê ji bo taziyeya şehîdan ziyareta girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê ji bo şehîdan taziye: Bi hezaran kes meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star ji bo şehîdên hatine îlankirin, peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taziyeyên li Geverê bi bîranînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Şehîd Şoreş piştî 32 salan taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 meh in agahî ji 2 jinên Kurd ên binçavkirî, nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Cizîrê di roja 2’yan de ye: Bi hezaran diçin serdanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dişibiya hêsirên çavên bira û hevrêyan: Dorşîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Başûr çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê têkoşîna 16 rojî hate destpêkirin
Jin

Li Başûr çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê têkoşîna 16 rojî hate destpêkirin

Li Helebce, Silêmanî û Mexmûrê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li dijî Tundiya li ser Jinan de, bi meş, panel û kampanyayn pêvajoyeke çalakiyê ya 16 rojan hate destpêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li dijî Tundiya li ser Jinan, li Helebce, Silêmanî û Mexmûrê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. 

LI SILÊMANÎ PÊNGAVEK ÇALAKIYÊ YA 16 ROJAN HATE RAGIHANDIN

Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê, li parka Hewarî Şar ya li Silêmaniyê, bi daxuyaniyek çapemeniyê pêngavek 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan ragihand.

Di daxuyaniyê de çalakvanên jin, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên saziyên hikumî amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniyek li ser navê Koma Hemahengî hate xwendin.

Di daxuyaniya ji aliyê Arezu Xefur ve hatî xwendin de, wiha hate gotin; “Em weke Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê, ji bo dawîanîna tundiya dijîtal û hemû curên din yên tundiya ser jinan, vê pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan radigihînin. Bê guman ji bo têkoşînê jî pêwîstî bi hewldanên mezin hene. Di sedeya borî de, rewşa siyasî kir ku tundî zêde bibe. Tevî rewşa siyasî, sererastkirina yasaya Rewşa Kesî hate erêkirin û ev yek rewşa Iraqê ber bi salên pênciyan ve paşxist. Ev yek tundiya ser jinan zêde dike û jin koçî welatên derve dikin.

Tundî ne tenê di çarçoveya derûnî û fizikî deye, di heman demê de bi amêrên peywendiyê jî tên kirin, ji bo vê nabe tenê em di van 16 rojan de têbikoşin, divê hertim civak di warê êriş û gefên elektronî de werin hişyarkirin. Em bang li hemû civakê dikin ku ji bo dawîaniya tundiyê, dest bidin destê hev û dijî tundiyê rabin.”

Piştî daxuyaniyê berdevka Rêveberiya Tundûtujî ya Malbatê ya li Silêmaniyê Raz Firya jî axivî û got; “Em ê bi dirûşmeya ‘Dijî tundiyê em ê hev bigirin’ piştgiriya vê pêngavê bikîn. Em dixwazin mafê jin û malbatê bidest bixin û piştgiriya hemû jinan dikîn. Emê ji bo çareseriya pirsgirêkan bibin alîkar.”

Herî dawî jî jinan bi boneya pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiyê, 16 şitlên daran çandin.

LI MEXMÛRÊ MEŞEKÎ GIRSEYÎ HATE LIDARXISTIN

Xelkê Wargeha Mexmûr di bin pêşengtiya Meclisa Îştar de bi boneya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meşekî girseyî lidarxistin. Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heta ber parka Şehîd Aryen Cûdî dewam kir.

Di meşê de dovîz û wêneyên Rêber Apo û wêneyên jinên têkoşer yên ku hatine qetilkirin, her wiha pankartên bi nivîsa ‘Bi şîara banga aştî û civaka demokratîk bi pêşengtiya jinan emê aştiyê mîsoger bikin’,  ‘tundî sûcê mirovahiyê ye’, ‘berxwedanê bilind bikîn, bi Rêber Apo re azad bijîn’, ‘li dijî hemû cûrên tundî, dagirkerî, desthilatdarî Jiyan Jiyan Azadî’ hatin hilgirtin.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û hwd hatin qêrîn. Piştî ku meş gihişt ber Parka Şehîd Aryen, li wê derê bi deqeyek rêzgirtin a di kesayeta şehîdên jin yên têkoşer de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser wateya rojê Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.

Filîz Budak di destpêka axaftinên xwe de tundiya li ser jinan şermezar kir û wiha got: “Bi boneya 25’ê Mijdarê, roja têkoşîna jinan li dijî tundî, tacîz, tecawiz, qirkirin, destdirêjiya li ser jin, di kesayeta jinê de li ser xweza û li ser hebûnê em sîstema zilamsalar şermezar dikin. Îro kombûna me ya li vê derê li tevahî cîhanê di kesayeta xwişkên Mîrabel de carek din rastiya mêrdewlet ya ku jinê, hebûna jinê, îradeya jinê ji bo xwe asteng dibîne bi hemû rê û rêbazên qirêj heta komkujiyê ser de diçe.

Di asta cîhanî de têkoşîna jinan ya li beranberî van komkujî, destdirêjî û qirkirinan tê pêkanîn, em dikarin bêjin li ser gotina Rêber Apo ya ku dibêje, sedsala 21’an sedsala şoreşa jinê ye û  jin vê şoreşê diwelidînin, dayîktiya vê şoreşê jin dike. Îro bi awayekî şênber di asta cîhanî de bi pratîka jinên têkoşer û serhildêr derdikeve holê. Em dizanin ji 5 heta 10 hezar salan dewleta mêr hemû qadên jiyanê ji jinê re kiriye jehr. Li rûxmê ku xwediyê zanist, hebûn, azadî û hebûnê jine zilam bi hêza xwe ya zorê yekem hikumranî û desthilatdariya xwe li ser jinê daye pêkanîn ku bi wê ve li ser xweza û hemû heyînên di xwezayê de hemû tehekûma xwe daye pêkanîn û heta îro mirovahiyê rojên xweş nedîtiye.

Em ji Sarayan fêrî vê têkoşîn û berxwedanê bûn, em ji Bêrîtanan li hebmerî xiyanetê fêrî sekna bi heybet bûn û ji Zîlanan jî fêrî bûyîna bombeyek di mejiyê xwînxwaran de teqandinê bûn ku ev 30 salin em li Mexmûrê vê têkoşînê didin meşandin. Ji ber wê em dibêjin yekîtî û rêxistinbûyîna jinan wê me bibe serkeftinê.

Çawa ku Rêber Apo dibêje, ‘Tu çiqasî rêxistinkirî bî, tu ew qas heyî û tu çiqasî belavebî tu ewqas tune dibî.’ Weke jin jî em ji xwe re rêxistinbûyîn, hebûn û berdewamiyê digirin dest. Di vê çarçoveyê de avakirina konfederalîzma jinê, erkê bingehîn yê ku li pêşiya me ye.

Di dawiyê de jî şanoyek ku li ser tundiya jinan hatibû amadekirin, hat pêşkêşkirin.

LI HELEBCE PANEL HAT LIDARXISTIN Û KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN

Îro li Hola Dr. Mistefa Zelmî ya parêzgeha Helebce, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî, di yekem roja 16 rojên têkoşîna tundiya li dijî jinan de, panelek hat lidarxistin.

Di panelê de, Rêveberiya Tundiya li Dijî Jinan ya Helebceyê bi beşdariya gelek çalavanên jin yên Helebceyê, bi hevkariya li ger Rêveberiya Çavdêriya Pêşxistina Civakî, Zanîngeha Helebce, Koma Kar ya Helebce û Rêxistina Unicef, kampanyayek ya binavê ‘Em ê ji bo bidawîkirina tundiyê bibin yek’ dan destpêkirin.

Rêvebera Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Helebceyê Dr. Rêzan Seîd di panelê de axivî û got: “Li Helebceyê daneyên tundiyê ji deverên din kêmtirin. Lê heta meha Cotmehê, zêdetirî 60 bûyerên tundiyê çêbûne.”

Her wisa Rêveberê bi awayekî xeternak li ser bikaranîna şaş ya amûrên ragihandinê û teknolojiyê axivî, ku bûye sedemek sereke ya sûcan di nav malbatê de bi taybet jî li dijî jinan û got; “Îsal, du bûyerên qetilkirina jinan çêbûne û tawanbar bi nexweşiya derûnî hatin destnîşankirin.”

Seroka Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Helebceyê Dr. Rezan Seîd behsa raporek Netewên Yekbûyî kir ku dibêje %38’ê jinan bi tundiya psîkolojîk re rûbirû dimînin, %74’ê rojnamevanên jin bi tundiya elektronîk re rûbirû dimînin. Di dewamê de got; “Ez daxwaz dikim ku ji bo ji bo têkoşîna li dijî tundiya sûcên elektronîk yên ku keç û jin pê re rûbirû dimînin yasayek nû were danîn. Ji ber ku yasayên heyî hewce ne ku werin nûkirin.”

Di heman demê de, Mamostayê Zanîngeha Pêşxistina Mirovî Dr. Asos Awat jî di panelê de axivî û wiha got; “Tundiya navmalê kêm bûye. Lê tundiyek din derketiye holê ku ew jî tundiya elektronîke. Ji bo kêmkirina û ji holê rakirina sûc û tundiya elektronîk a li dijî jinan daxwaza nexşerêyek nû dikim. Tundiya eletronîk bi karanîna amûrên ragihandinê tê kirin. Sê yasa ji bo parastina qurbaniyan hene. Ew jî Yasaya Ceza ya Iraqê û Yasaya Bikaranîna Xirab a Amûrên Peywendiyane. Li gel van, Yasaya Têkoşîna li Dijî Tundiya Navmalê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Çewlîgê meşa bi şevê pêk hat: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
Nûçeya Pişt re Hêzên Şamê li Siwêdayê sivîlek qetilkirin û 5 sivîl birîndar kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan berdewam dike

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan bi daxwaza “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser li dijî êrîşa li ser şêniyên Çelebiyê daxuyanî da

Li dijî êrîşa li ser şêniyên bajarokê Çelebiyê ya Kobanê, Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê…

Ji aliyê Stêrk TV

KCDK-E’yê ji bo bîranînên Komkujiya Parîsê bang kir

KCDK-E'yê têkildarî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn daxuyaniyek weşand û bang kir ku bi ruhê seferberiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Taziyeyên li Geverê bi bîranînê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Elmanyayê ji ber germahiyê 15 hezar û 800 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Belgeyeke têkildarî gazên ku di Komkujiya Dêrsimê de hatine bikaranîn derket holê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?