Arkeologên ji zanîngehên Tubingen û Munihê (LMU) yên li Elmanyayê, li Kompleksa Ciwarbûn a Dînkayê ya Deşta Pîşder a Başûrê Kurdistanê atolyeyeke dîzîkan a 3 hezar salî ya baş hatî parastin ya ji Serdema Hesin keşf kirin. Keşf, têkildarî birêxistinbûna hilberîna seramîkê ya di Serdema Hêsin de û jiyana bajarî çawa hatiye avakirin, agahiyên girîng pêşkêş dike.

Atolyeya ji serdema B.Z. 1200-800’î, li beşên jêrîn ên ciwarbûnê li herêma ku weke ‘’Gird-i Bazar’’ tê binavkirin, hate peydakirin. Di kolandinê de du firinên ku herka wan a hewayê ber bi jor ve ye, amûrên di çêkirina dîzikan de tên bikaranîn, bermahiyên hilberînê û tebeqeyên xiltê yên xirab nebûne, hatin tespîtkirin. Nûve nîşan didin ku hilberîna seramîkê ne şexsî bûye, perçeyekî pergaleke kollektîf û organîzekirî ye ku li atolyeyên taybet tê birêvebirin.
Lêkolîneran li ser kîlteya xav, qabên hatine çêkirin, astarên firinan, heşana firinan û bermahiyên sotemeniyê yên di dema çêkirinê de dihatin bikaranîn analîzên mîneralojîk û mîkroavanî kirin. Di encama lêkolînan de derket holê ku piraniya seramîkan di germahiya di bin 900 santîgratê de, girêdayî şert û mercên oksîtkirinê û bi rêbazên germkirina hêdî hatine çêkirin. Ev pêvajo dibin sedem ku seramîkên tên çêkirin rengekî sorikî bigirin.

Analîzên mîkroskopiya elektron û spektroskopiyê astên kêm yên vîtrîfîkasyonê nîşan didin û hate diyarkirin ku piraniya curên cuda yên qaban û armanca bikaranîna wan ji heman pergala hilberîn û çêkirinê re hatine daxilkirin. Ev yek diyar dike ku xelekeke hilberînê ya moduler, standartbûyî û baş hatiye organîzekirin hebûye.
Sernivîskarê xebatê ê ji Koma Lêkolîna Arkeometriyê ya Zanîngeha Tubingenê Dr. Silvia Amicone diyar dike ku ev rêkûpêkiya di hilberînê de hatiye dîtin kevneşopiya teknîkeke hevpra û nasnameyeke hilberîneke kollektîf ya bihêz nîşan dide. Li gorî Amicone, ev rewş nîşan dide ku di heman demê de çavkanî, ked û zanînên teknolojîk bi awayekî navendî hatine birêvebirin û Serdema Hesin ji bo herêma Zagros birêxistinbûneke civakî ya ji dihat texmînkirin, tevlîhevtir e.
Taybetmendiyên avaniyên firinan jî balkêş in. Firinên ku bi tevlihevkirina kîlteyên xwecihî û madeyên organîk hatine avakirin, ji odeya agirî ya li ser zemîneke kulkirî ji hev cuda bûye û beşa jorîn pêk tên. Ev avanî, dişibin cureyên firinan ên li Mezopotamyayê ji B.Z. 700’î ve tên zanîn û berdewamiya teknolojîk ya demdiriêj a li herêmê nîşan didin.

Lêkolîna li ser pîştî bikaranîna firinan nîşan dide ku avanî ne hilweşandineke ji nişka ve berovajî wê bi demê re hatine terikandin. Analîzên mîkroskopîk, şopên rûbirûmana avê û mihîna xwezayî nîşan didin û tê nirxandin ku ihtîmaleke mezin ji bo sotemeniyê êzing hatine bikaranîn.
Kompleksa Cîwarbûnê ya Dînkayê, ji sala 2015’an ve ye li herêma Zagrosê weke cîwarbûna Serdema Hesin e ku bi awayê herî berfireh li ser lêkolîn tên kirin. Li gorî pisporan atolyeya li Gird-i Bazarê hilberîna hunerê perçeyekî girîng ê avaniya bajarî ye û jiyana bajaran a di Serdema Hesin de ji ya ku tê texmînkirin zêdetir birêxistinkirî û xwediyê avaniyeke pêşketî bûye.
Encamên lêkolînê di Kovara Zanînên Arkeolojîk de hatin weşandin. Tê payîn ku xebatên kolandin û analîzê wê têkariyê li fêmkirina têkiliyên hilberîn, ked û teknolojiyê yên civakên Serdema Hesin a bi awayekî berfirehtir, bike.

