Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” cejna Newrozê hate pîrozkirin. Pîrozbahî, li qada parka şaredariyê hat lidarxistin. Heserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ên bajar û bi hezaran kes tev li bûn. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, li ber stranan govend geran. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Wekîlê Bajar Heval Bozdag axivî.
Keskîn Bayindir diyar kir ku agirê ewil ê Newroza îsal li warê Ehmedê Xanî vêxistine û wiha got: “Bi hezaran sala ye agirê Newrozê bûye hêv, yekitî û xeyala gelê Kurd. Newroz, bi sala ye li dijî neheqiyê, çiraya azadiyê vêdixe. Îroj ew ira, di destê gelê Kurd de li dijî zaliman tê vêxistin. Newroz, li dijî neheqiyê Mazlum e, Zekiye ye, Ronahî ye, Rahşan e, Bêrîvan e. Ev berxwedan, li çiyayên Kurdan û li her derê bûye hêviyeke mezin û azadî. Berxwedana Mazlum Dogan îro bi felsefeya birêz Abdullah Ocalan re veguheriye manîfestoya azadiyê. Ev Newroz, ji bo gelê Kurd tê wateya yekitî û hêviyê. Gelê Kurd li her çar parçeyan li ser pêya ye û ji bo statuya xwe têdikoşe. Gelê Kurd, bi ziman, tevger û çanda xwe ber bi azadiyê ve dimeşe. Îro li Rojhilat şer heye û hemû kes behsa Kurdan dike. Bila her kes bizane ku dê vê rejîma xwînmij û sêdarê bi têkoşîna gelê Kurd were hilweşandin. Dê gelê Kurd nebe devê tifinga tu kesekî û dê xwe bi têkoşîna xwe azad bike.”
Di berdewama axaftina xwe de Bayindir anî ziman ku ew dixwazin êdî Newrozê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pîroz bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin êdî Newrozê bi hezaran hevalên xwe yên girtî û li sirgunê re pîroz bikin. Bi yekitî û têkoşîna xwe êdî em bêhtir nêzî azadiyê ne. Êdî Kurd aktorên herî mezin in, xwedî hêz û îradeyê ne. Gelê Kurd êdî statu û azadiya xwe dixwaze. Ji bo vê em ê li her çar parçeyên Kurdistanê têbikoşin û xwe birêxistin bikin. Pêşengtiya vê jî birêz Ocalan dike. Nêzikatiya li dijî birêz Ocalan, nêzikatiya li dijî ziman û hebûna gelê Kurd e. Lewma jî azadiya birêz Ocalan, azadiya gelê Kurd e. Bila mizginî ji Ehmedê Xanî re be; vaye Kurd bi hev re ne û bûne hêzeke mezin. Êdî Kurd bi hev re tevdigerin. Em jî dê li her qadê piştgiriyê bidin vê yekitiyê.”
Piştî axaftina Bayindir, agirê Newrozê bi coşeke mezin hate vêxistin. Gel, li dora agirê Newrozê govend gerand. Piştre jî Azad Bedran û Koma Arîn derket ser dikê.

