Li ser rêya navçeya Cindirêsê û gundê Celemê yê Efrînê de kesekî 46 di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da
Li gorî SOHR‘ê, hin kesan bi telefonê li mexdûr geriyabû ku biçe gundê Celemê, piştî ku bi motorsîklêtê çû gundê navborî agahî jê qut bûn.
Çavkaniyên xwecih jî der barê mijarê de ragihandin ku kesê hate kuştin di bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta demkî re derbas bû, piştre malbata wî hat agahdarkirin ku endamên li ser bendên kontrolê gule lê reşandine.
Aliyên têkildar der barê bûyerê de tu agahî nedan.

