Çalakî wê roja duşemê bi otobus, sêşemê bi xizmetên civakî û çarşemê jî bi greveke neteweyî ku hemû sektoran digire nava xwe, bandora xwe nîşan bide.
Sendîka ji hikûmetê daxwaz dikin ku “hîn zêdetir edalet ji bo bac hebe”, hîn bêhtir bac li ser serweta mezin bê danîn, bac li xebatên dîjîtal bê danîn û teşwîqên şîrketan jinûve berçav bê derbaskirin.
Her wiha dixwazin ku ji bo hemû meaşan ewlehiya civakî hebe, reformên teqawidiyê paşde bên standin û guhertinên statuyê yên di pîşeyên cur be cur de bên rawestandin.
Çalakiyên li qada gihandinê, wê yekşemê saet 22.00’an destpê bike heya çarşemê 22.00’an bidome. Li rêyên hesinî wê tenê xizmeta asgarî bê pêşkêşkirin.

