Şaredariya Sêrtê hate desteserkirin û li şûna hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm hate tayînkirin. Desteserkirina şaredariyê tê şermezarkirin.
Girseya gel pankarta bi nivîsa “Li dijî desteserkirina îradeyê em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” li dîwarê şaredariya Sêrtê daliqand û dirûşmên berxwedanê qîriya.
Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Ûysal, Adalet Kaya, Sabahat Erdogan Saritaş, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî çalakiyê bûn.
Parlamenter Bêrîtan Guneş anî ziman ku hevşaredarên wan timî li hiqûqa dijminatiyê rast tên, li şûna wan qeyûm têne danîn û got, “Sîstema edaletê li ber destê wan bûye mîna pêlîstokê. Li ku derê bixwazin qeyûm tayîn bikin bahaneyekê dibînin û tayîn dikin. Gelê Kurd desteserkirina îradeyê ti carî qebûl nekir, wê qebûl neke. Em ê ti carî serî netewînin. Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin. Gelê Sêrtê wê di tayînkirina qeyûm de jî nerazîbûna xwe nîşan bide. Em bang li gelê Sêrtê yê bi rûmet dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve û li ber avahiya şaredariyê dengê xwe bilind bike.”
Berxwedana li ber avahiya şaredariyê dewam dike.