Pîrozbahiyên bi boneya 41’emîn salvegera 15’ê Tebaxê dewam dikin, di vê çarçoveyê de li gundê Zargele ya Binarê Qendîlê şahiyek pîrozbahiyê hate lidarxistin.
Destpêkê li ser navê Encûmena Gel a Binarê Qendîlê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin: “Em dikevin 41’emîn salvegera pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, di vê mehê de dîroka azadiyê destpê kir, em weke gel û tevger 41 salin bê westan şoreşê dimeşînin. Di dîroka gelê Kurd de cara yekeme şoreşek wiha ji bo azadiyê tê meşandin û heya roja me ya îro hatiye.
Em ji vir silavên xwe ji bo Rêber Ocalan dişînin ku rêya azadiyê bidestxist û rê li tinekirina Kurdan girt. Cejna 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gerîla û hemû gelê Kurd pîroz dikîn. Em hemû şehîdên pêngava şoreşgeriyê bibîr tînin û soza şopandina rêya wan didîn.”
Piştî daxuyaniyê bê navber dirûşme hatin berzkirin û herî dawî jî şahî bi gerandina govendê dawî bû.