Li Bolîvyayê namzetê rast navendî Rodrigo Paz di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de ji sedî 54.6 dengan wergirt û bû serokkomarê welêt. Hevrikê wî, Jorge “Tuto” Quiroga ji rastgira muhafezekar, ji sedî 45.4 dengan wergirt.
Rodrigo Paz, piştî serketina xwe diyar kir ku Bolîvya cihê xwe li ser sehneya navneteweyî ji nû ve digire û destnîşan kir ku pêwîstiya welêt bi vekirina xwe ji cîhanê re heye.
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio wezîfeya serokkomariyê ya Rodrigo Paz pîroz kir û ev yek wekî “derfetek ji bo veguherînê” bi nav kir.
Serketina Rodrigo Paz wekî qonaxeke dîrokî yê girîng tê dîtin. Di serdema serweriya Evo Morales (2006-2019) de, welêt çavkaniyên xwe yên enerjiyê neteweyî kir, têkiliyên xwe bi DYE’yê re qut kir û bi Venezuela, Kuba, Çîn, Rûsya û Îranê re lihevkirin pêkanî.
Piştî ragihandina encamên hilbijartinê, alîgirên Paz ji bo pîrozbahiyê daketin kolanên paytext La Paz.