Li bajarên cuda ên cîhanê, çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava dewam dikin.
MELBOURNE
Kurdên li bajarê Melbourne yê Awusturyayê, sê roj in bêyî navber li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava û komkujiyên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, di nava çalakiyan de ne.
Daxuyaniya çapemeniyê ya li Melbournê ji aliyê Nûnerê KNK’ê yê Melbournê Heval Herkî ve hate xwendin. Herkî diyar kir ku ew ê roja Înê di saet 18:30’an de wê li pêşiya Pirtûkxaneya Victoria dîsa bicivin û wiha got, “Em bêdeng namînin, em ê bêdeng nemînin. Em ê ji polîtîkayên zilm û qirkirinê re bêjin na. Em li ku derê cîhanê bin jî dilê me ji bo xwişk û birayên me yên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê lê dide.”
Herkî diyar kir ku bêdengiya hikûmeta Awusturyayê Kurdan xemgîn dike.
DRAGUIGNAN
Kurdistanî û meleyên ku li Komaleya Çanda Kurd a Dragugnan ê Fransayê li hev civiyan, derbarê êrîşên li ser Rojava daxuyaniyeke hevpar dan.
Daxuyanî ji aliyê Mele Hesen ve hate dayîn. Mele Hesen destnîşan kir ku komên çete ku dewleta Tirk piştgirî dide, nexweşxane, dibîstan û cihên sivîlan hedef digrin û sûcê mirovahiyê dikin. Mele Hesen bêdengiya hêzên navneteweyî û cîhana Îslamê rexne kir û diyar kir ku li ber zilmê rabûn hem berpirsyariya mirovî hem jî baweriyê ye.
Mele Hesen bi berdewamî wiha got, “Îro ferz e ku em li dijî tifaqa tarî ku sed sal in dixwaze gelê Kurd bêstatu bihêle, bi ruhê piştevan û seferberiyê tevbigerin. Divê her kes li cihê ku lê ye dengê xwe bilid bike. Divê xwedî li têkoşîna azadî û berxwedana gelê Rojava derkevin.”
MARSILYA
Li bajarê Marsilya yê Fransayê, piştî nimêja Înê ya Mizgefta Feqiyê Teyran, bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Rojava, li pêşiya mizgeftê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de rastî zilmê hatiye. Her wiha hate destnîşankirin ku êrîşên ku tu eleqeya êrîşên ku bi ser navê ol û Îslamê têne kirin, bi Îslamê re nîne û wiha hate gotin, “Îslam ne fermana zilmê, fermanda edaletê dide; qebûl nake ku jin, zarok û sivîl werin hedefgirtin.”
Di dawiya daxuyaniyê de êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û banga edalet û piştevaniya navnetweyî hate kirin.
SARATOV
Li navçeya Yarşov a girêdayî bajarê Saratov ê Rusyayê êrîşên li ser Rojava bi çalakiyeke hate protestokirin.
Di çalakiyê de berpirsê Xweseriya Kurd a li Yarşovay Mîrza Alî Yûsubo û endama Parlamentoya Rusyayê Sultan Mele Remezan axivîn.
Mîrza Alî Yûsubo di axaftina xwe de wiha got, “Ev bû 14 sal in Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi gelek berdelên giran biha ve parastina gelan kir. Ev demek êrîşên pir dijwar li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê û li ser gelê Kurd bi şêwazekî hovane tê meşandin. Em van êrîşên ku bi destê komplogeran li dijî gelê Kurd hatiye plan kirin, şermezar dikin. Her wiha bila hemû cihan bizanin em gelê Kurd xwedî îrade û hebûn in. Ji bo wê jî pewîstiya me hevgirtin û yekbûnê heye.”
Mele Remezan jî wiha got, “Ev êrîşên bi navê Îslamê didin meşandin û li ser qetilkirina Kurda fetwa didin, tu eleqeya wan bi rastiya Îslamî ve tune ye. Berî hemû tiştî gelê Kurd piraniya xwe li ser olê Îslame. Ji bo wê jî hemû gelê Kurd pewîste bibe xwedî helwest û yekîtîya xwe xurt bike.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Kurd û Kurdistan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

