Di rapora Endeksa Têgeha Nelirêtiyê ya 2025’an de, DYE îsal 46 pile wergirt. TI diyar kir ku piştî Donald Trump Çileya 2025’an dest bi wezîfeyê kir, zextên li ser saziyên serbixwe zêde bûne û destnîşan kir ku xweseriya darazê û mekanîzmayên hevsengiya demokratîk lewaz bûne. Lêpirsîna derbarê Serokê Bankaya Navendî ya DYE’yê Jerome Powell hatî destpêkirin jî, ji vê re mînak hate nîşandan.
Di raporê de hate diyarkirin ku rêveberiya Trump alîkariyên derve di asteke mezin de kêm kiriye û hewldanên ji bo têkoşîna li dijî nelirêtiya kûreyî lewaz kiriye.
122 WELAT DI BIN 50 PILEYÊ DE NE
Li gorî endeksê ji 180 welatan 122 di bin 50 pileyê de man. Hat diyarkirin ku Îngilistan û Fransa hîna di rêza jor de cih digirin, li van welatan xeteriya nelirêtiyê zêde bûne.
Di nava Yekîtiya Ewropa de pileyên herî ketî ayîdê Bulgaristan û Macaristanê ne (40). Hat ragihandin ku li Macaristanê hikûmeta Viktor Orban ev demek dirêje dewleta hiqûqê û hevpariya hilbijartinê lewaz kiriye.
DANÎMARKA LI LÛTKEYÊ YE
Danîmarka cara 8’an weke welatê herî temîz ê cîhanê hate hilbijartin, bi 89 pileyê di lûtkeyê de ye. Ûkrayna tevî pileya ketî jî (36) di nava welatên ku herî zêde pêşketin bi dest xistî de ye.
TIRKIYE DI NAVA YÊN PAŞ KETÎ DE YE
Di 10 salên dawî de pileya 50 welatan bi rengekî cidî paş ket. Di nava welatên herî zêde ketî de, Tirkiye (31), Macaristan (40) û Nikaragua (14) hene. Pileya Tirkiyeyê ya 2012’an weke 49 hatibû diyarkirin. Dema li tabloya TI tê temaşekirin, tê dîtin ku ev pile sal bi sal ketiye. Tirkiye ji 2024’an û vir ve 3 pile paş ket.
TI ev rewş bi “kêmasiya lîdertiya kûreyî” pênase kir û diyar kir ku tengkirina qada sivîl û zextên li ser rojnamevan û civaka sivîl nelirêtiyê tîmar dike. Ji CEO’yê rêxistinê Maíra Martini bang li hikûmetan kir ku mekanîzmayên kontrolê yên hîn xurttir ava bikin û ji bo sûdê civakê berpirsyarî bigirin ser xwe.

