Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo rojbûna Rêber Apo şahiyeke berfereh lidar xistin. Gerîlayên HPG û YJA Star’ê li çiyayên azad destpêkê vê rojê li Rêberê neteweyî Rêber Apo pîroz kirin. Ji bo wate û girîngiya roja 4 Nîsanê yek ji fermandara YJA Star’ê Şafak Evîn Yekbûn, kurte civîneke lidar xist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên şoreşa azadiyê destpê kir.
Piştre Fermandara YJA Starê Şafak Evîn Yekbûn axivî û vê rojê di serî de li Rêber Apo pîroz kir. Şafak Evîn Yekbûn, anî ziman ku roja rojbûna Rêber Apo bi taybetî ji bo jinan cihek taybet e û got, “Rojeke vejînê ye. Em vê rojê li hemû gel û jinan pîroz dikin. Em careke din minetdariya xwe ji dayika Ûwêş re tînin ziman. Rêber Apo dayika xwe weke bermahiya dayika xwedawend bi nav kir. Rêbertî dibêje, ‘Ez ji dayika xwe hînê jiyan û têkoşînê bûm û min vê têkoşîna xwe li ser wê esasî pêş xist.’ Ji bo wê em niha deyndarên Rêber Apo ne. Ji ber wê em heskirina xwe heta dawî pêşkêş dikin.
Armanca me azadiya Rêber Apo ye û li ser vê esasê em li vir kom bûne. Em hemû jî vê rojê weke roja jidayikbûna xwe digirin dest û pênase dikin. Em di pêvajoyekî gelek girîng de derbas dibin. Ev kombûna me, bi saya keda Rêbertî û bedelên giran, ava bûye. Her çiqas hevrêyên şehîd van rojan nebînin jî, lê ew her di dil û meşa me de dijîn. Em vê rojê bi saya şehîdan dijîn. Ji bo wê em careke din vê rojê li hemû hevalan pîroz dikin. Têkoşîna me dê dewam bike. Bi hêviya salek din em vê rojê bi Rêbertî re pîroz bikin.”
Gerîlayan piştî civînê derbasî baxçeya azadiyê bûn û dar çandin. Li vir jî her gerîlayek daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo anî ziman. Di hest û nêrînên her gerîlayeke de yek helwest derket holê, ew jî bi Rêber Apo re jiyîn e.
Gerîlayan heta derengiya şevê şahiya xwe berdewam kirin. Şev jî li ser goristanên hevalên şehîd find û çirayan pêxisitin û di vê roja pîroz de hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr anîn û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe’’ şahiya xwe bi dawî kirin.

