Şemî, 5 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li lojmanên leşkerî êrîşî karkerê ku formeya ‘Amedsporê’ li xwe kiribû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 100 aktîvîstan bang kir: Darvekirinan rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîvê şevê de bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Cizîrê bi hezaran kes meşiyan: Rojava berxwedan e
Kurdistan

Li Cizîrê bi hezaran kes meşiyan: Rojava berxwedan e

Li Cizîrê bi hezaran kes li dijî êrişên ser Rojavayê meşiyan. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku di meşê de axivî, banga rawestandina dijminatiya li dijî Kurdan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, li dijî êrişên li ser Rojavayê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşeke girseyî ku ji hezaran kes pêk dihat li dar xist. Meş li taxa Cudî dest pê kir û li ber Şeredariya Cizîrê bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên pêkhateyên platformê û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn.

Girseyê pankarta li ser, “Rojava wîjdan e, berxwedan e û azadî ye, teslîm nabe” dinivisî vekirin û bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Rojava rûmete me ye” û bi gotina stranan meşiyan. Piştî meşê di şexse Zeyad Heleb de ji bo cangoriyên azadiyê rêz hate girtin. 0

Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Ewilî Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan berxwedana Rojava silav kir û got: “Îro Rojava di bin xetereyeke mezin de ye. Lê îradeya parastina hebûna me ji wan hemû hezan xurttir e. Em li vir dibêjin, gelê Kurd dê bi berxwedana xwe êrişan bişkîne.”

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayinidr axivî. Keskîn Bayindir anî ziman ku gelê Cizîra Botan bi xwedîderketina li berxwedana Rojava carek din gelê Kurd serbilind kir û wiha axivî: “Dengê we îro gehişt Hesekê, Efrînê û Kobanê. Dengê me gehişt Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo azadiya xwe li ser pêya ye. Em berxwedana Helebê silav dikin. Ev meşa Botanê bû wîjdana gelê Kurd. Li kêleka me zilm û qirkirin heye. Em jî dibêjin em vê zilm û qirkirinê qebûl nakin. Kurdîtiya me û welatparêziya me qebûl nakin. Em ji rayedarên Tirkiyeyê û dewletên navneteweyî re dibêjin; Kurd vê zilmê qebûl nakin. Şerekî qirêj bi pêşengiya heşmendiya DAÎŞ’ê li dijî destkêftiyên Kurd tê kirin. Em li vir dibêjin; Li vir çawa keştiya Nûh ji bo rizgariya mirovahiyê bi qîmet e, Rojava jî bi qasî keştiya Nûh bi qîmet e.”

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku li ser gelê Kurd planeke qirêj tê meşandin û wiha got: “Ew dibêjin em ê li vir pêvajoyê pêş bixin. Em jî dibêjin; weke gelê Kurd em ji aştî û biratiyê dixwazin. Em jî maf û azadiyê dixwazin. Lê li wir dengê top û bombeyan li vir stranên aştiyê nabe. Polîtikayeke rast û dirûst bikin. Gelê Kurdistanê jji aştiyeke bi rûmet re amade ye. Ji ber wê em dibêjin bila dewleta Tirkiyeyê dev jî van polîtikayên xwe yên qirêj berde. Dibêjin em ji bo piştgiriya DAÎŞ û HTŞ amade ne. Dev jî vê heşmendiya xwe ya piştgiriya HTŞ ya DAÎŞ’ê berdin. Em jî li vir aştiyeke mayinde ava bikin. Em aştiyeke mayinde, statuya xwe û azadiya zimanê xwe dixwazin. Heke hûn zilmê li ser serê me bidin meşandin, em ê serî natewînin. Li ciwan û dayikan binêrin, Tu kes ji we re serî natewînê.”

Keskîn Bayindir di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya qada navneteweyî û got: “Bêdengiya dinyayê zilmê li ser gelê Kurd ferz dike. Gelê me bêdengiya we jî baş dizane û hesabê wê jî dike. Em bang li cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Hişmendiya HTŞ’ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin bêdeng nemînin. Ji Botanê em bang li wîjdan û mirovahiyê dikin; em bi tenê jî bimînin em ê vê rûmetiyê tu car qebûl nakin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Siwêdayê çalakiya piştgiriya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Nûçeya Pişt re QSD: Hikûmeta Şamê peyman binpê kir û bi tankan êrîşî şervanên me kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzgarê Hesekê bi nûnera Rêxistina Bijîşkên Bêsînor re civiya

Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed pêşwaziya nûnera Rêxistina Bijîşkên Bêsînor Monika Slosarska û şandeya pê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdê QSD’ê Ehmed Mihemed hate veşartin

Şervanê QSD'ê Ehmed Mihemed ê şehîd bû, li Tebqayê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Komîteya Çalakiyê ya Fîlîstînê êrîşa li ser Fîloya Sumud şermezar kir

Êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser Fîloya Sumud a Navneteweyî li Stenbolê hate şermezarkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

725 malbatên koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li lojmanên leşkerî êrîşî karkerê ku formeya ‘Amedsporê’ li xwe kiribû hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hejmara qurbaniyên şerê Yemenê 120’î derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?