Li Colemêrgê bi pêşengiya Platforma Saziyan a Demokratîk bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî! Rojava azadî ye” meşek hate lidarxistin.
Meşê ji ber avahiya rêxistina bajarê Colemêrgê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) destpê kir û bi hezaran kes tevlî bûn. Gel bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ heta navenda bajêr meşiya.
Piştî meşê mîtîng hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn Neslîhan Şedal axivî û got, “Çawa ku li Rojava mejiyê DAÎŞ’ê têk çû, mejiya serweriyên li dora maseyê jî wê têk biçe. Beriya sed salî qederek li ser me Kurdan hate ferzkirin û Kurdistan bi çar parçeyan hate parçekirin. Ji wan hebû ku bi vê parçebûnê wê Kurd li nava sînorên diyarkirî asê bimînin, nasname û zimanê xwe ji bîr bikin. Lê belê gelê Kurd tine nebû. Gelê Kurd îro bi rengê bi milyonan mirovî xwedî li ziman, nasname û hebûna xwe derdikeve. Yên ku îro hewl didin bi rêya komployekê bi destê HTŞ’ê Kurdan tine bikin bila baş zanibin ku em ê ti carî tine nebin. Bijî yekîtiya Kurdan.”
Neslîhan Şedal destnîşan kir ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li Rêber Apo ye û got, “Eger êrişên li ser Rojava dewam bikin, li ku Kurdek hebe, jineke Kurd hebe, dostekî Kurdan hebe wê nerazîbûna xwe nîşan bide.
Destketiyeke me heye ku bi berdêlên giran hatiye afirandin. Ji bo jiyana me ya bi zimanê me, çanda me berdêlên giran hatin dayin û heta ku peymana hatiye mohrkirin bi cih bê anîn wê têkoşîna me dewam bike. Em soz didin şehîdên şoreşa Rojava û zarokên ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan; Heta ku Rojava azad bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Herî dawî dixwazim bang li gelê Kurd bikim; Weke gelê Kurd divê em yek bin. Eger em bibin yek wê kes nikaribe bi me.”
Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak jî got, “Em ê hemû zor û zehmetiyan derbas bikin. Gelê Kurd û dostên wan Rojava bi tenê nehiştin. Xwedîderketina li Rojava tiştekî wijdanî û exlaqî ye. Yên ku xwedî li Rojava dernakevin di dilê wan de dijminatiya li Kurdan heye. Heta ku ev dijminatî dewam bike aştî nayê vê xakê.”
Parlamenter Vezîr Coşkûn Parlak destnîşan kir ku gelê Kurd ti carî serî natewîne, berxwedana xwe dewam dike.
Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

