Yekşem, 4 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Aksû: Pêdiviya me bi welatîbûna wekhev û rêzdayîna li nasnameya hev heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî her cûre fitne û xerabiyan em ê yekîtiya xwe xurt bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Yildirim rakirin nexweşxanyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekîtiya neteweyî têkoşîn, xwedî derketina li mîrateya Mam Celal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Delîl Nergis hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Egîd Roj: Dibe ez serketinê nebînim, lê Efrîn wê teqez rizgar bibe
Rojava

Egîd Roj: Dibe ez serketinê nebînim, lê Efrîn wê teqez rizgar bibe

Rojnamevan Egîd Roj beriya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bê qetilkirin gotibû, "Hêviyên xwe winda nekin, teqez wê serketin pêk were û em ê vegerin Efrînê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di kêliyên tarî de ku ji bilî dengê bombebaranê dengek din nayê, rojnamevan Egîd Roj beriya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bê qetilkirin ji hevrê/hempîşeyên xwe yên kar re, behsa bîranîn, biryardarî û hêviyên xwe kirine. 

Peyama rojnamevan Egîd Roj bi vî rengî ye:

“Va ye ez gotinên xwe yên dawî ji dilê şer, ji we re dinivîsim. Dengê bombeyan her tiştî li dora min wêran dike. Li ser xaka me ya pak a ku her dem çavkaniya hêz û hêviya me ye. Ez ji we re li ser qehremaniya ku hêj di pirtûkan de nehatiye tomarkirin û li ser sekna ku tenê yên li vir dibînin, dinivîsim. Berxwedana Efrînê, çiyayên wê, Şehbayê, kampên wê û niha jî li Bendava Tişrînê bu wateya herî bilind a sebr û îradeya ku ez ê her kêlî, her lêdana dil û her awirên lehengên me yên ku ji bo zindîkirina xewna me têkoşiyan, bibîr bînim.

Lê di nava vê tariyê de, di dilê her berxwedanvanek de ronahiyek heye. Pêleka hêviyê heye ku qet namire. Erê, dibe ku ez bi xwe serketinê nebînim, lê ez bawer dikim ku bajarê min Efrîn wê rojekê azad bibe. Efrîna ku di dîroka xwe de taybetmendiyên şaristanî û rûmetê hilgirtiye û li hemberî hêzên herî hov ên bêdadiyê, dîmenên herî bilind ên sekna xwe dîtiye. Ji vê derê, ji welatê bendavê, ez ji we re dibêjim, bêhêvî nebin, bêhêvîbûnê nexin dilê xwe. Ji ber ku serketin teqez wê pêk bê. 

Kolanên Efrînê wê mîna rojên xwe yên xweş bi coş û hêviyê dagirtî be. Hêvîdar im zarokên wê bê tirs vegerin û li taxên wê bileyizin û tava azadiyê li çiyayên wê bibiriqe û tarîtiya dagirkeriyê ji holê rabike. Efrîna ku min bi dil û can jê hez kir û her tim çavkaniya îlhama min e, çiqasî dem bikeve navberê jî ev hest bi dawî nabe.

Em hêviya azadiyê, ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin. Em ji ramana wî fêr bûn ku azadî ne tenê dirûşme, di heman demê de enerjiyeke di hundirê me de ye.  Serketin wê bi hêsanî pêk neyê. Lê bi îradeyeke xurt wê serketin mîsoger bibe.

Baweriya min bi hêza cangoriyên azadiyê yên ku peyama Rêber Ocalan hildigirin û deriyên serketinê vedikin heye. Ev şervanên ku ruhê wan bi fikra azadî û wêrekiyê ve girêdayî ye, dê dîroka Kurdistanê û Efrînê binivîsin in.

Ez bi dilgerimiyeke mezin ji we re dinivîsim. Hê jî hêviyek di dilê kesên ku bi jiyan û azadiyê bawer dikin heye. Hêvî di dilê dê, bav, xwişk, heval û xizmên min de lêdide. Hûn ew qehremanên ku dê ala rizgariyê hildin. Hûn ê dawî li vê tarîtiyê bînin. Hûn ê Kurdistan û Efrînê ronî bikin û xeyala me ya veger û rûmetê pêk bînin.

Ji gelê me yê têkoşer re, ez hêvîdar im ku hûn ji armanca xwe dûr nekevin. 8 sal in ji bo em vegerin warên xwe em li ber xwe didin. Fedekariyek mezin hat raberkirin, Efrîn, ax û zeytûnên wê ya gelê Efrînê ye. Divê ev berxwedan hê bêhtir xurt bibe. 

Hevalno, ez ne tenê rojnamevan bûm, şahidê dîrokê bûm û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ez ê wisa dewam bikim. Xwazî min Efrîna rizgarkirî bidîta. Lê ez di wê baweriyê de me ku ev hesta serketinê û vegerê wê ji aliyê gelê me ve bê jiyîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Êdî tehemûla me nemaye ku Rêberê me 15’ê Sibateke din di nava pergala Îmraliyê de derbas bike
Nûçeya Pişt re Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Barzanî bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Mêrdînê tevlî pîrozbahiya Paskalyayê bû

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Mêrdînê tevlî pîrozbahiya Cejna…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Ewropayê bi kesên bi darê zorê hatine koçberkirin re civiya

Şandeya Ewropî ku ji parlamenter û hiqûqnasan pêk tê, bi nûnerên koçberên Serêkaniyê û Efrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mersînê agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan

Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê agirê destpêkê yê Newrozê yê li bajêr li Parka Aştiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ciwanên enternasyonal serdana gaziyan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Hesekê: Al ne tenê rengek e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Nagîhan Akarsel hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

TEV-DEM: Provokasyona li Hesekê ji aliyê komeke nijadperest ve hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?