Yekşem, 4 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Yildirim rakirin nexweşxanyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Serokê Meclîsê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 3 bajaran edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekîtiya neteweyî têkoşîn, xwedî derketina li mîrateya Mam Celal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Delîl Nergis hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye
Rojane

Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

Prof. Dogû Ergîl anî ziman ku li Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye û got, çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê bêdengbûna çekan e, mesele divê li ser bingeha welatîbûn, wekhevî û demokrasiyê bê nirxandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Dogû Ergîl wateya bûyerên heyî ji bo têkiliyên dewlet, siyaset û sermayeyê nirxand û destnîşan kir ku rewşa heyî ji bo Tirkiyeyê destpêka veguherînekê ye. Dogû Ergîl diyar kir ku şêweyê heyî yê rêveberiyê êdî nikare Tirkiyeyê rake û got, “Dibe ku zêde xweşbînî be lê belê eşkere ye ku destpêka veguherînekê ye. Ev yek teqez e. Çima teqez e? Ya yekemîn, rêbazên heyî yên li Tirkiyeyê, şêweyê rêveberiyê, lêgerîna hiqûqê, feraseta welatîbûnê êdî nikare Tirkiyeyê rake. Di her mijarê de krîzek rû dide û ev krîz jî nîşanî me dide ku şêweyê heyî yê rêvveberiyê, rêbazên têne bikaranîn êdî kêm e, nameşe.

Em ê ji niha û pê ve pergaleke çawa ava bikin? Yanî dilsoziya bi qanûnan re, dilsoziya bi destûra bingehîn re, beriya her tiştî serweriya hiqûqê… Em di nava rewşeke welê de ne ku demokrasî her diçe navendî dibe, tûj dibe yanî şexsî dibe. Ev yek wê çawa bi dawî bibe û ev şexsî bûn, kêfîbûn, sazîbûn wê çawa cih biguhere? Yanî sazî wê bi çi rengî serwer bibe? Her tişt, weke ku vê krîza dawî nîşan da, em ê çawa karibin ji pergala ku hhilberîna maldariyê û dewlemendbûyînê bi alîgiriyê tê bidestxistin rizgar bibe û derbasî pergaleke nû ya bi hilberînê, liyakatê, serketinê, karkirinê bibin? Lêegrîna li pergaleke bi vî rengî ya nû destpê kiriye? Lê ev ê çawa bibe?

Wekî din meseleya wekheviyê heye. Meseleya wekheviyê û şêweyê hilberîna rewatiyê… Gelo zorê hewl tê dayin ku bê hilberîn, bi ferzkirinê, bi tirsandinê? Yan jî bi pejirandinê û dilxwaziyê rewatî tê hilberandin? Em di demeke welê de ne ku ev hemû têne nîqaşkirin. Ji bo ev zelal bibin pêwîstî bi gelek tiştan heye. Beriya her tiştî pirseke mezin li pêşiya me ye ku nerazîbûna civakê, tercîhên wê, tercîhên wê yên siyuasî wê pergaleke nû ya çawa ava bike?”

Dogû Ergîl ragihand ku têrê nake ku bûyerên berê li Tirkiyeyê qewimîne tenê li ser têkiliya sermaye-siyasetê jinûve bê rojevê û anî ziman ku divê bi nêrînên cuda li pirsgirêka avaniyê bê temaşekirin. Ergîl bûyerên berê yên nehatine ronîkirin bi bîr xist û got, “Kuştinên kiryar nediyar hebûn. Hîn jî gelek dayik pirsa ‘Çi bi zarokên me hat?’ dikin. Gelek tişt qewimîn ku nehatine ravekirin. Bûyera li Roboskî yek ji wan bû. Çi bû? Kê kir? Çima bû? Kiryar kî bû, kê biryar da, em nizanin.”

‘GOTINA KURD ÇIMA NAYÊ BIKARANÎN?’

Ergîl li ser şêweyê rêveçûna pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand û rexne kir ku di navê komîsyona li Meclîsê pêşniyarên qanûnîbûnê de gotina ‘Kurd’ nehate bikaranîn. Ergîl ragihand ku navlênekirina navê pirsgirêkê nîşaneya nêzîkatiya siyasî ya heyî ya li pirsgirêka Kurd e.

Prof. Dr. Dogû Ergîl got, “Navên li rêbazên ji bo çareseriyê têne bilêvkirin cuda ne. Navê komîsyona ji bo çareseriyê li Meclîsê hate avakirin cuda ye. Di nava wê de gotina ‘Kurd’ derbas nabe. Di pêşniyara ku piştî karên vê komîsyonê derkete holê û bû qanûn jî gotina ‘Kurd’ derbas nabe. Çima derbas nabe? Qala bêçekbûn, paqijiya ji terorê, xwişk-biratî û demokrasiyê tê tê kirin.

Çima bi vî rengî ye? Ji ber ku dewlet, melbest ji dewletê jî rêveberî; xwedî çandeke siyasî ya zîhniyet, lêgerîn û pêkanînan e. Ev çanda siyasî ji aliyê civakê ve jî hate pejirandin.

Li hemberî Kurdan alerjiyeke cidî heye. Çima heye? Ji ber ku vê çanda siyasî, yanî vê zîhniyeta rêveberiyê di navbera Kurdan û rêxistina çekdarî ya Kurdan PKK’ê de cudahî nekir. Yanî ji ber ku PKK û Kurd yek hatin dîtin, hêrsa li hemberî PKK’ê li hemberî Kurdan hate bikaranîn.

Ji ber vê yekê nikare bibêje ‘Pirsgirêka Kurd’. Yanî ziravê kadroyên siyasî ji gotina ‘Kurd’ diqete. Ji ber ku di vê mijarê de li nava civakê nerazîbûn heye. Yanî nerazîbûna ji sedî 60 heye.

Pêkanîna aştiyê, welatîbûna wekhev, demokratîkbûn, veguherîna li dewleta hiqûqê, dûrketina welatîbûnê ji pênaseyên etnîk û zimanî, demokratîkbûna rêveberiyên xwecihî hemû weke tawîzên ji PKK’ê re têne dayin, tên dîtin.

Hikumet di vê mijarê de gelekî diêşe. Ev êş li nava hemû partiyan jî bi vî rengî ye. Divê ev ne tawîz be. Weke ku ‘Em têk çûn, li pêşberî ‘rêxistineke terorê’ serê xwe ditewîne, pê re li hev dikin’ neyê fêhmkirin. Helwesteke bi vî rengî dudil heye. Lewma pêvajo bi gavên hêdî dimeşe. Hewl tê dayin ku bêyî Kurd bê gotin, hewl tê dayin ku ev mesele bê çareserkirin.”

‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BÊDENGBÛNA ÇEKAN NÎNE’

Dogû Ergîl destnîşan kir ku destpêkirina pêvajoyê li gel hemû kêmasiyan pêşketineke girîng e û got, bidawîbûna şer û mirina mirovan bi tena serê xwe girîng e.

Dogû Ergîl axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Lê divê em bi vê yekê nesekinin. Ji ber ku çareseriya prisgirêka Kurd ne bêdengbûna çekan e. Lewma divê ji bo pirsgirêka Kurd divê pênaseyeke gelekî baş bê kirin. Piştî ku welatîbûn, wekhevî, meseleya tevlîbûnê hate qebûlkirin, kar êdî ji siyasetê, ji demokratîkbûna siyasetê re dimîne. Lê belê di rewşeke welê de ku otorîte ewqasî navendî bûye, şexsî bûye, hiqûq hatiye rawestandin, yanî di nava vê rastiya welêt de gelo ev ê çawa bibe? Wê heta kengî bibe û çiqasî bibe? Em bi vê nizanin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hem lêgerîna tazî li ser Eman hat ferzkirin û hem jî hat sirgûnkirin

Hat zanîn ku girtiyê bi navê Baran Eman ê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa S…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê li dijî desteserkirinê çalakiya nobetê hat destpêkirin

Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li dijî desteserkirinê nobeta edlaetê hat destpêkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH’ê banga rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan kir

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di 109’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?