Vekişîna hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Koalîsyona Navneteweyî ji Iraqê, lêgerîna Bexdayê ya ji bo kontrolkirina komên çekdar di binê kontrola dewletê de, lêgerîna li xurtkirina artêşa navendî mîmariya ewlekariyê ya welêt jinûve ava dike. Di rewşeke welê de ku Iraq li hevsengiyeke nû ya ewlekariyê digere, Şengal yek ji sernavên krîtîk ên vê veguherînê tê dîtin.
Statuya Şengalê li gel ewlekariya Êzidiyan, paşeroja hêzên wan ên xweparastinê her wiha ji aliyê polîtîkayên ewlekariyê yên Bexdayê ve ku jinûve ava dibin, pêwendiya xwe bi hevsengiya navbera hêzên herêmî re heye. Rojnamevan Hîwa Hemrînî destnîşan kir ku daxwaza Êzidiyan ew e ku sîstemeke welê bê avakirin ku hebûna wan bê parastin û pêşvebirin.
Hemrînî mijar ji ANF’ê re nirxand destpêkê işaret bi hevdîtina 11’ê Îlonê ya navbera Serokwezîr Elî Zeydî û nûnerên YBŞ û Êzidiyan kir. Hemrînî got, “Ji bo hevdîtina navborî bi rengekî rast bê nirxandin pêwîstî bi bibîrxistina du nuqteyên bingehîn heye. Ya destpêkê; civaka Êzidî demeke dirêj e hewl dide bi Bexdayê re muzakereyên demokratîk pêk bîne. Bi vê armancê bi hikumetên beriya hikumeta Elî Zeydî re bi dehan hevdîtin hatin kirin û gelek projeyên çareseriyê hatin pêşkêşkirin. Lê belê hikumeta Iraqê statuya Şengalê û pirsgirêka hebûnê ya civaka Êzidî her tim weke dosyayeke îstîxbaratî û leşkerî nirxand. Civakeke qedîm a weke civaka Êzidî weke ‘pirsgirêkeke ewlekariyê’ nirxand.
Polîtîkayên zext û şantajê yên dewleta Tirk û PDK’ê ya li ser hikumeta navendî ya Iraqê ev yek kûrtir kir. Niha di vê polîtîkayê de ji hin aliyan ve nermbûnek tê dîtin ku ev yek bi bandora ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ tê kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin.
Ya duyemîn; hevdîtinên navbera Bexda-Şengalê ne tenê ji bo paşeroja Şengalê her wiha ji bo paşeroja Bexdayê jî girîng e. Bi destê hikumeta Elî Zeydî hewl tê dayin ku Iraq jinûve bê birêxistinkirin û yek ji mijarên herî esasî yên li pêşiya hikumetê hebûna komên çekdar ên li derveyî dewletê ne. Heta niha modeleke çareseriyê nehate afirandin û ev dosya hîn jî pêşiya wê vekirî xuya dike. Di vê nuqteyê de hevdîtinên Bexda-Şengalê bi wate dibe: Li Şengalê wê modeleke çareseriyê bê yan jî modeleke şer? Ya rast, Bexda dixwaze modeleke çareseriyê biafirîne û li seranserê Iraqê belav bike. Li gorî agahiyên ku gihîştin me, Serokwezîr Elî Zeydî di hevdîtina dawî ya bi heyeta Şengalê re ev yek aniye ziman.
Bêguman mijara herî bingehîn a civînê rewş û paşeroja hêzên parastinê yên Êzidiyan ên li Şengalê yanî hêzên YBŞ-YJŞ û AsayÎşa Êzidîxanê bû. Beriya hevdîtina bi Elî Zeydî re heyeta Şengalê bi burokrasiya ewlekariyê ya Iraqê re çend rojan civîn lidar xistibû. Hevdîıtina dawî ya bi Serokwezîr re hate kirin, nîşaneya wê yekê bû ku ev rêze civîn bi rengekî erênî bi encam bûn.
Heyeta Şengalê destnîşan dike ku divê hêzeke xweparastinê ya ji bo parastina hebûna civakî ya Êzidiyan hebe, ev hêz jî bi rengekî welê bê bicihkirin ku karibe civaka Êzidî biparêze, li gel vê yekê mekanîzmayeke hevpar a bi artêşa Iraqê re bê afirandin. Civîn bi biryareke hevpar bi encam bû ku nîşan dida, aliyê Iraqê bi rengekî cidî li dijî vê nîne û karê entegrekirina hêzên xweparastinê yên Şengalê bi artêşa Iraqê re bi karê komîteyeke hevpar a li qadê bê meşandin.”
Rojnamevan Hîwa Hemrînî diyar kir ku entegrasyona demokratîk ji bo Şengalê ji qadên din cudatir xwedî wateyeke taybet e û got, “Ji ber ku Êzidî civakeke welê ye ku hebûna wan di bin metirsiya qirkirinê de ye. Lewma entegrasyon divê ne bi rengekî teng tenê di çarçoveya leşkerî, siyasî û îdarî de bê nrixandin, divê li ser bingeha dîrokî, civakî û çandî bê fêhmkirin.
Hêzên parastinê yên civaka Êzidî avaniyeke welê ye ku ji bo parastina hebûna Êzidiyan soz daye, di nava agirê dojeha DAÎŞ’ê de ava bûye, bi hebûna jinên Êzidî yên li bazarên koleyan hatin firotin bi wate bûye. Hêzeke bi vî rengî ya parastinê bêgman tenê weke hebûneke polîs an jî leşkeran bi wate nabe. Heyeta Şengalê di hevdîtinên bi Bexdayê re ev yek aniye ziman. Nêrîneke gelê derketiye holê ku ev yek bi şêweyê ku hebûna xwe biparêze li saziyên ewlekariyê û artêşa Iraqê bê entegrekirin.
Ne hêzên xweparastinê yên Şengalê ne jî civaka Êzidî rêbazeke li derveyî vê qebûl nake. Lê belê rê û rêbazên vê yekê wê bi komîteya ewlekariyê ya hevpar a li qadê diyar bibe.”
Rojnamevan Hîwa Hemrînî ragihand ku li gorî ku şopandiye modela rêveberiya xweser weke mijaerkê di hevdîtinan de nehatiye nirxandin, lê belê pêwîstiya bi dewamkirina hebûna saziyên 12 sal in ji aliyê civaka Êzidî ve hatine avakirin ji aliyê heyeta Şengalê ve hatiye bilêvkirin û got, “Di vê mijarê de pêwîstî bi bibîrxistinekê heye. Destûra Bingehîn a Iraqê heta astekê maf dide rêveberiyên xweser. Bi taybetî ji bo parastina hebûna komên bawerî û çandî ji aliyê destûra bingehîn ve derfet tê dayin ku sîstemeke xweser bê avakirin. Ji xwe 10 sal in civaka Êzidî hemû projeyên xwe yên çareseriyê bi nîşandana van mafên destûra bingehîn amade kir. Lê belê ev mafên bingehîn ên Destûra Bingehîn a Iraqê nas dikin heta niha ji bo civaka Êzidî û Şengalê nehatine naskirin. Halbûkî xalên 122 û 123’an ên Dstûra Bingehîn a Iraqê wî mafî nas dike ku bêyî bibe herêma federatîf dikare bibe xwedî xweseriyeke herêmî ya berfireh.
Hem civaka Êzidî hem jî gel û baweriyên din ên li Şengalê dixwazin li ser bingeha bikaranîna vî mafê destûra bingehîn Şengal bibe xwedî statuyekê. Êzidî vê yekê weke daxwaza avaniyeke teng a îdarî û siyasî nîne ziman; weke mijareke jiyanî dibînin ku dawî li dîroka fermanan bîne û dîrokeke hebûna azad a nû binivîsîne. Bi kurtasî Êzidî daxwaza sîstemeke wellê dikin ku hebûna wan biparêze û bi pêş ve bibe. Ji bo vê jî têdikoşin.”

