Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Rihayê, ji bo endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Delîl Nergis (Çekdar Rênas) ê ku di 7’ê Gulana 2012’yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê şehîd bû, li mala taziyeyê ya Haci Mehmet Yîgît Pirsûsa Rihayê duh taziye hatibû danîn.
Rêveber û endamên MEBYA-DERê, malbatên şehîdan, rêveberên partiyên siyasî yên bajêr, Dayikên Aştiyê, TJA û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî bir girseyî serdana taziyeyê kirin.
Girseya ku li ber Parqa Mûhsîn Melîk a Pirsûsê kom bû heya cihê taziyeyê meşiya û bê navber dirûşma “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
Girseyê piştî ji bo endamê Tevgera Azadiyê Delîl Nergis deqeyekî rêzgirtinê, sersaxî ji malbata Delîl Nergis re xwest.
Piştre dayika şehîd, Kevser Nergis axivî û xêr hatina hemû beşdaran kir û wiha got: “Bila serê gelê Kurd sax be. Bila êdî dayik negirîn.”
Taziye bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.

