Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tûrhalli: Rojava ji bo gelê Kurd firsendeke dîrokî ye
Rojane

Tûrhalli: Rojava ji bo gelê Kurd firsendeke dîrokî ye

Hafiz Ahmet Tûrhalli destnîşan kir ku firsenda dîrokî ya li Rojava divê bi yekîtiya gelê Kurd bê tacîdarkirin û got, "Ev yek berpirsyariyeke pîroz e ku şehîdên me û gelê me dane me."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen) Hafiz Ahmet Tûrhalli destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser destketiyên gelê Kurd pêwîstî bi pêkanîna yekîtiya gelê Kurd heye.

Tûrhalli ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd 100 salî bê nasname û bê statu hate hiştin, di vê demê de berdêlên giran da û got, “Saddam ê zalim têk çû, Beşar têk çû. Ev yek qanûna Xwedê ye ku nayê guhertin; zilm li ser piyan namîne. Xwedê dibêje ‘Hûn ê bibînin bê zalim çawa serberjêr wê hilweşin’. Bi vê gotinê bi bîra me dixe ku mirovên li hemberî zilmê li ber xwe didin wê çawa bi ser bikevin.”

Tûrhalli bi dewamî got, “Gelê me 100 salî bê nasname û bê statu jiya. Di vê demê de êrîşên hovane lê hate kirin. Dewletên Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îran ên dagirker bi navê ola Îslamê gelê me talan kir, yên ku daxwaza maf û nasnameyê kirin qetil kir û avêt zindanan. Di vê demê de gelê me bi sed hezaran şehîd da û berdêlên giran da.”

‘GELÊ KURD HETA MIRINÊ LI BER XWE DA’

Tûrhalli destnîşan kir ku gel û ciwanên Kurd sedan sal in heta mirinê li ber xwe didin û got, “Ti carî serî li ber dijmin netewand. Mirin, êşkence li wan hate kirin lê belê serî li ber dijmin netewandin. Îro jî rewşa li Rojava derketiye holê berpirsyariyê dide me ku em li ber xwe bidin û li ser şopa bi sed hezaran şehîdan bimeşin.”

Tûrhalli diyar kir ku li Iraq û Sûriyeyê rejîma Baas têk çû, lê belê eger gelê Kurd li gorî hevsengiyên navneteweyî stratejiyeke neteweyî ava nekin wê destketiyên wan bikevin nava rîskê û got, “Îro li çar parçeyan zilm li gelê me tê kirin, tê qetilkirin. Li Başûr heta astekê me azadî bi dest xist. Lê belê li dora vê azadiyê me nekarî yekîtiyê pêk bînin. Rojava ji bo vê firsendeke dîrokî ye. Divê em vê firsendê ti carî ji nedîtî ve neyên.”

‘EGER EM FIRSENDÊ BI KAR NÎNIN, WÊ RÎSK RÛ BIDIN’

Tûrhalli anî ziman ku gelê Kurd li Rojava bi berdêleke mezin û berxwedanê destketiyek afirandiye û got, “Kurdên li çar parçeyan û derveyî welat xwedî li vê pêvajoyê derketin. Rojava, gelê me modeleke rêveberiyê ya mînak ava kiriye û gihîştiye wê astê ku dikare xwe bi rê ve bibe, ku ev yek li cîhanê ispat kiriye. Îro li Rojava ji bo gelê Kurd firsendeke dîrokî afirî ye û divê ev firsend bê bikaranîn. Ev yek weke miletê Kurd berpirsyariya me hemûyan e. Xwedê her tim pêşniyara yekîtiyê dike. Pêxemberê me jî her tim girîngiya yekîtiya gel destnîşan kiriye û fermana wê rêyê daye me. Eger hêza me ji hev belav bibe, eger em nikaribin yekîtiya xwe ava bikin, ev firsenda li pêşiya me wê bibe rîskeke mezin.

Oldar, rewşenbîr, welatparêz, mirovên xwedî wijdan divê di vê dema krîtîk de wezîfeya xwe bi cih bînin û ji bo yekîtiyê bi berpirsyarî rabin.

Weke gelekî ku 10 sal in komkujî sirgûn, zindan û neheqî li me tê ferzkirin, divê em êdî bibin yek, yekîtiya xwe xurt bikin. Mirovên xwedî bawerî, Sûnî, Elewî, Êzidî, Asûrî, nûnerên hemû baweriyên li Kurdistanê divê pêşengiyê ji daxwaza yekîtiyê ya gel re bikin. Ji bo parastina nirxên xwe û paşeroja gelê xwe, eger em yekîtiya xwe ava nekin em ê 100 salên din neçar bimînin ku vê rewşê ji zarokên xwe re vebêjin. Divê xwedÎ li vê firsenda dîrokî bê derketin û em pêşengiyê jê re bikin. Yekîtiya gelê me wê paşeroja me ava bike û rêya azadiya me veke. Divê ev firsend bê bikaranîn, ev yek berpirsyariya hevpar a me hemûyan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serokê PEN a Navneteweyî: Ji bo rastiyê binixumînin êrîşê dibin ser rojnamevanan
Nûçeya Pişt re Hedlê Hesen: Şervanên me dîrokê dinivîsînin, em jî li pişt wan in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li Efrînê 5 kes revandin

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" ên bi ser dewleta Tirk a dagirker ve li Efrînê 5 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

Harûn Cûdî zanî bû ku hebûn bi kedê dibe û bi vê têgihiştinê xwest bersivê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê 2 jin ‘ji ber reqisînê’ hatin girtin

Li Îranê du jinên ku hate gotin li qada giştî ya li Meydana Tecrîşê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

50 malbatên li Serêkaniyê vegeriyan malên xwe yên li Hesekê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?