Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmehê 2022’yan de li bajarê Silemeniyeyê ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, di salvegera 4’emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe ya gundê Gulyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hat bibîranîn. Malbata Nagîhan Akarsel, Endamên Jineolojiyê, Komeleya Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Konyayê û parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Ozgur Sakî jî beşdarî bîranînê bûn.
Girsê li mala malbata Nagîhan Akarsel hat ba hev û heta goristanê meşiya. Dayika Nagîhan Akarsel jî sandalyeyê bi teker li pêş girseyê tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyê jî hat ser gorê. Kesên beşdarî bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Nagîhan Akarsel. Bîranîna li ser goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo hemû cangoriyên azadiyê, dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê parlamentera DEM Partî Ozgur Sakî axivî û bi lêv kir êrîş li dijî felsefeya “jin, jiyan, azadî” pêk hatû û ev tişt got: “Bi qetilkirina Nagîhan re xwestin pêşiya vê heqîqetê bigirin. Lê ew têkoşîn hê didome. Gelek rojnamevanên Çapemeniya Azad şehîd di vê rê de dan. Em hemû şehîdan bi bîr tînin. Têkoşîna wan rêya me ronî dike.”
Endama MKG’ê rojnamevan Dîren Yurtsever jî bi lêv kir ku Nagîhan Akarsel mîrateya têkoşîna heqîqetê ji wan re hiştiye û wiha got: “Em jî soz didin ku em ê hewl bidin layiqî têkoşîna wan bin. Em ê li ser rêya ku şehîdên Çapameniya Azad ji me re vekirine bimeşin. Dê pênûsa wan li erdê nemîne.”
Ji malbata manewî ya Nagîhan Akarsel Reyhan Yildirimci, jî destnîşan kir ku wê demekê dirêj bi Nagîhan Akarsel re bi hev re jiyaye û wiha axivî: “Piştî li Silemaniyê hat qetilkirin jî fikrên wê bi hezaran jinan re bû nexşerê.”
Piştî axaftinê girsê dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan azadî” berz kir. Piştre jî beşdarên bîranînê li ser têkoşîn û jiyana Nagîhan Akarsel hestên xwe anîn ziman.
Bernameya bîranînê bi xwendina diayan bi dawî bû.

