Li Tirkiyeyê huner bi taybetî di 50 salên dawî de di bin bandora propagandaya faşîst û milîtarîst de ma. Di serî de meseleya Kurdan, mijarên civakî li qada hunerê piranî bi nêrîna milîtarîst û desthilatdariyê hate nirxandin.
Yek ji derhênerên ku li Tirkiyeyê meseleya Kurdan ji dervey nêrîna desthilatdariyê dinirxîne Yuksel Aksû têkildarî feraseta sînemayê û rola hunerê ya di têkoşîna aştiyê de ji ajansa me re nirxandin kir.
‘SÎNEMAYÊ DERFETÊ PIRSKIRINÊ DA CÎHANÊ’
Aksû di destpêka axaftina xwe de bilêv kir ku destpêkirina wî ya sînemayê tesaduf bû û got, “Hinekî tesaduf bû. Mîna her zarokê bajarokê ez ketim yek-du fakulteyan û ji van dibistanan hatim avêtim. Di her tiştekî de xêr heye, wê demê ezmûnên beşa sînemayê ya Fakulteya Hunerên Bedew rastî min hat. Ez beşdar bûm û bi ser ketim.
Ji zarokatiya xwe ve ez çavdêrkirina mirovan, guhdarkirina axaftinên wan û di hişê xwe de liv û tevgerên wan girtin hez dikim. Li bajarokê mezin bûn jî, derfetekî wiha dide mirov.”
Aksû di filmên xwe de behsa jiyana li Egeyê û pirsgirêkên civakî dike. Aksû diyar kir ku vegotina çîrokeke xwecihî, tenê nayê wateya vegotina wê herêmê.
Aksû îşaret bi filmê xwe yê duyemîn ‘Entelkoy li dijî Efekoyê (Entelkoy Efekoye Karşi)’ kir û got, “Tişta min xwest di vê filmê de nîşan bidim, ew e ku tevgerên komînan ên ji bajaran berê xwe dane bejahiyan, pêvajoyeke ku li her devera cîhanê û di demên cuda de qediyane.”
Aksû diyar kir ku wî di filmê xwe yê ‘Îftarlik Gazoz’ de jî behsa rojiyên mirinê kiriye û got, “Hevalekî min ê nas, min di rojiyên mirinê de winda kiribû. Muhtemelen weke tezahûra van êşan, ev çîrok derket holê.”
Aksû yê ku di filmên xwe de behsa erdnîgariya lê dijî dike û cih dide karakterên Kurd jî, têkildarî meyzekirina gelê Egeyê ya li meseleya Kurd ev tişt got:
“Ez nikarim Egeyê wisa vebêjim ku mîna xwedî yek nêrîn û meyzekirinê ye. Li vir jî mîna cihên din ên welêt dibe nêzîkatî, piştevanî, bêzanebûn û pêşdarizandin li cem hev bin. Li Egeyê salên 90’î ji bo xirakirina xwişk-biratiya Kurd û Tirkan provokasyonên muhtelif hatin kirin. Lê belê gel ti carî bersiva vê yekê neda.”
‘MESELE NE ÇÊKIRINA FILMÊN TÊKILDARÎ SIYASETÊ YE’
Yuksel Aksû bal kişand ser sînemaya polîtîk a li Tirkiyeyê tê kirin û behsa astengiyên li pêşberî sînemaya polîtîk kir:
“Gelek film û sînemagerên bi qîmet hene. Lê belê zexta aborî û azadiya îfadeyê jî li ser sînemaya polîtîk heye. Mesele ne tenê çêkirina filmên têkildarî siyasetê ye. Nîşandayîna derdê debarê yê karakterekî, jiyana jinekê û tirsên zarokekî jî helwesteke polîtîk e.”
Aksû meyzekirina sînameyê ya li meseleya Kurd jî nirxand û ev tişt ragihand:
“Di 50 salên dawî de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan; malbatan şîn girtin, ji cihên xwe bûyîn, tirs, bêdengî û bêbaweriya li hemberî hevdû di nava nifşan de belav bû. Sînemayê di vê pêvajoyê de tenê ji cihekî meyze nekir. Demek dirêj hinek çîrok qet nehatin behskirin yan jî bi rêyên nerasterast hate behskirin. Piştre sînemagerên Kurd bi ziman û hafizaya xwe bi rengekî hîn xurttir deng derxistin. Ev ne tenê ji bo sînemayê, ji bo derfetê em hemû hevdû fêm bikin girîng bû.
‘SÎNEMA DIVÊ ÇÎROKÊN MIROVÊN KU QET GUHDARÎ HEVDÛ NEKIRINE, VEBÊJE’
Aksû destnîşan kir ku rola hunerê ya di têkoşîna aştiyê de vegotina çîroka mirovên ku qet guhdarî hevdû nekirine ye û got, “Ji bo aştî mayînde bibe pêdivî bi edalet, hemwelatiya wekhev û rêzdayîna li ziman û nasnameya hevdû heye. Ji derveyî vê bi rengekî din aramî nayê vê erdnîgariyê.”

