Lula yê 80 salî ji bo serketina çaremîn a li pey hev û dema dawî tevlî pêşbirka hilbijartinê bûye. Senator Flávio Bolsonaro yê 45 salî jî bi îdîaya ku mîrateya siyasî ya bavê xwe Jair Bolsonaro dewam bike, hevrikê herî xurt ê li hemberî Lula ye.
Eger di tûra destpêkê ya hilbijartinê de namzetek zêdeyî ji sedî 50 ê dengan bi dest nexe, tûra duyemîn wê di 25’ê Cotmehê de bê kirin. Li gorî lêkolîna Datafolha ya dawî, Lula ji sedî 45, Flávio Bolsonaro jî ji sedî 42 ê dengan bi dest dixe. Dengê herdu namzetan ji ber para şaşitiyê ya lêkolînê weke hev tê dîtin.
Yek ji xalên balkêş ên kampanya hilbijartinê bandora Donald Trump a li ser siyaseta Brezîlyayê ye.
Lula hişyarî da ku divê Trump dest li hilbijartinên Brezîlyayê wernede. Serokê DYE’yê jî bi rengrekî eşkere piştgiriya xwe ya ji bo Flávio Bolsonaro ranegihand. Lê belê li gel vê yekê Flávio Bolsonaro dixwaze têkiliyeke nêz bi Washingtonê re dîne û yek ji wan lîderên muxafazakar ên Latîn Emerîkayê ye ku nêzî Trump e.

